Li bakurê Nîjeryayê dawiya hefteyê ji aliyê komên çekdarî ve du êrîşên cuda hatin kirin û di encamê de zêdetirî 80 kes hatin revandin.
Li gorî raporên ewlehiyê û çavkaniyên xwecihî, roja Şemiyê li eyaleta Nîjerê herî kêm 47 cotkar û roja Yekşemê jî li eyaleta Zamfarayê jî 40 jin hatin revandin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, 47 cotkarên ku piraniya wan jin in ji çewligên li herêma cotkariyê ya bi navê Rimi ya eyaleta Nîjerê ji aliyê komên çekdarî ve hatine revandin.
Komên çekdarî yên li herêmê, li gel êrîşên bi motorsîklêtan bi taybet civakên li bejahiyan hedef digirin.
Ev komên ku weke ‘’rêbir’’ tên pênasekirin, li hemberî fîdyeyê li gel revandina însanan bi dizîya heywanan jî tên sûcdarkirin.
Revandina însanan, li Nîjeryayê bi taybetî ji aliyê rêxistinên çekdarî û komên cîhadîst ve bûye çavkaniyeke dahatê ya girîng. Li herêmê berdewamkirina pirsgirêkên ewlehiyê, zexta li ser civakên li van herêman dijîn, zêde dike.

