Keştiya koçberan a ku ji Cîbûtiyê rojhilatê Efrîqayê ber bi Yemenê ve bi rê ketibû, şeva Pêncşemê li peravê binav bû. Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM), ragihand ku hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane ku berê wekî 109 hatibû eşkerekirin, derket 139 kesan.
Ji bo 82 kesên ku ji keştiyê hatine rizgarkirin alîkariya bijîşkî tê kirin, di heman demê de ji bo dîtina 84 kesên winda xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Li gorî IOM’ê, di van sê hefteyên dawî de bêhtirî 20 hezar koçber ji Etiyopyayê gihiştine Cîbûtiyê. Ev koçber bi hêviya dîtina kar û avakirina jiyaneke aramtir, ser Cîbûtiyê re derbasî Yemenê dibin û ji wir jî hewl didin ku xwe bigehînin welatên wekî Erebîstana Siûdî, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Umanê.
Rêxistin, da zanîn ku xetereyên li pêşiya koçberan tenê bi rêwîtiya deryayê re bi sînor nin in; ew li Yemenê jî bi tundûtûjî, girtinên keyfî, îstismar û bazirganiya mirovan re rû bi rû dimînin.

