Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Qamişloyê bi hezaran kesan şehîdên xwe spartin axê
Rojava

Li Qamişloyê bi hezaran kesan şehîdên xwe spartin axê

Li Qamişloyê bi hezaran kes beşdarî merasîma veşartina cenazeyên 5 şehîdan bûn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê beşdarî merasîma veşartina cenazeyên 5 şehîdên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bûn. 5 şervan di encamên êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li Qamişlo, Minbic û Helebê şehîd bûbûn. Merasîm li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişlo pêk hat.

 

Şervanê QSD’ê şehîd Harûn Qamişlo (Şêxmûs Yûsif), şehîd Mezlûm Qamişlo (Ferhad Xelîl) û şehîd Mûrad Qamişlo (Ebdulmecîd El Diyab) hatin spartina axê, ji bo endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mizgîn Kurdo û şervanê QSD’ê yê Hêzên Komandos şehîd Zagros Qamişlo (Ehmed El Mihemed) jî merasîma xiyabî pêk hat.

Di merasîmê de malbat, hevrê û dostên şehîdan, endamên partiyên siyasî, Kongra Star û saziyên civaka sivîl amade bûn. Şêniyan ji ber morga li taxa Enteriyê heta pakrewangehê ya li taxa Meyselûn meşiyan.

Piştî deqeya rêzgirtinê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mihemed Ebas sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Mihemed Ebas diyar kir ku wan bi şehîdan gava yekemîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê avêtiye, ew li ser rêya şehîdan têkoşîna xwe berdewam dikin.

Mihemed Ebas da zanîn ku ew xwedî felsefeya Rêber Apo, çi qasî berdêlên giran di oxira azadiyê bidin jî ew ê heta dawiyê gavekê bi paş de neavêjin.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Reşo Qamişlo jî destnîşan kir ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qonaxên hestiyar de derbas dibe, li gorî wê jî di asteke bilind de berxwedana gelan heye û got: “Di rojên nêz de mizgîniyên me ji bo gelê me hene.”

Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihdiya Hilal got, şehîd Mizgîn Kurdo ji hevalên wan ên bi cesaret û jîr bû û soza wan berdewamkirina xeta şehîdan e.

Endamê Kongra Îslama Demokratîk Casir Salih diyar kir ku li herêmê pêkhate bi hev re, bê cudahî dijîn û got: “Kesên ku durûtiyê dikin, cihê wan wê di nava me de tune be.”

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo jî axivî û da zanîn ku gel bi têkoşîna xwe tu carî li hember êrişan serî netewand, dayikan mîlîtanên azadiyê gihandin. Şehîdên me ji bo parastina nasnameya gelan û mîsogerkirina jiyaneke aram ji zarokan re li hember hemû hêzên dagirker li ber xwe da û got: “12 sal e ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk û şoreşa ku jin pêşengiya wê dikin, êriş hene. Soza me ji bo şehîdan ew e ku em di xeta azadiyê de têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Piştî axaftinan, wesîqeyên her pênc şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di merasîmê de birayê şehîd Mezlûm Qamişlo, Feysel Xelîl û xalê şehîd Harûn Qamişlo, Welîd El Xefo jî axivîn û diyar kir ku ew ê rê nedin tevliheviyên ku dewleta Tirk a dagirker derdixe.

Dûre malbat û hevrêyên şehîd Harûn Qamişlo, Mezlûm Qamişlo û Mûrad Qamişlo cenazeyên wan rakirin ser milan û spartin axê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YCWK’ê li dijî qereqolê çalakî lidar xist!
Nûçeya Pişt re Cenazeyên 6 şehîdan li Kobanê hatin veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amedê şewat: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

Li taxa Firatê ya navçeya Peyasê di sîteya Rojava de agir bi avahiyekê ket. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Berdana Esra Soyaktaş cara sêyemîn hat paşxistin

Berdana Esra Soyaktaş a ku di sala 2018’an de hatibû girtin û cezayê xwe temam…

Ji aliyê Stêrk TV

Welatê me divê bibe tifaqa me

Zanîngeha Rojava derçûyên xwe yên destpêkê yên mastirê ji Beşa Zanistên Civakî mezûn kirin. Tevî…

Ji aliyê Luqman GULDIVÊ

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîdên Ragihandina Azad li Kobanê û Qamişlo hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?