Li dijî biryarnameya Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî ya Şamê ku perwerdeya bi Kurdî tenê bi çend dersan bi sînor dike, li bajarokê Rimêlanê li ber dibistana Şehîd Ahîn kon hate vedan. Li gel xwendekaran, malbatên wan jî tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de, xwendekara bi navê Naya Hesen daxuyaniyek xwend û daxwaz kir ku Wezareta Perwerdeyê rêzê li mafê civaka Kurd ê perwerdeya bi zimanê dayikê bigire.

