Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê têkildarî cezakirina kesê binavê Heyder Mûradî ku weke Heyder Mêrgesar tê naskirin, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê wiha hate gotin; “Binavê Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê, em radigihînîn ku kesê binavê Heyder Mûradî yê bi nasnavê Heyder Mêrgesar tê naskirin, di saet 08:00’ê dîroka 28’ê Îlona 2026’an ji aliyê tîmeke me ve hatiye cezakirin.”
Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê diyar kir ku ewê di derbarê mijarê de sibe agahiyên berfireh û zelal bi raya giştî re parve bikin.

