Endamê Desteya Rêveber û Berdevkê Partiya Jiyana Azadiya Kurdistan (PJAK) Rêwar Awdanan, li ser hesabê X’ê peyamek da û mercên PJAK’ê yên têkildari siberoja siyasî ya li Îranê eşkere kir.
Peyam bi vî awayî ye:
“Nêrîneke ji 7 xalan a li ser hewldanên berdewam ên hinek rêxistinên ragihandinê yên berjewendîxwaz ên ku têgihîştinên şaş ên di derbarê PJAK’ê de derdixin.
1- PJAK, di çarçoveya berjewendiyên neteweya Kurd de, mafê xwe dibîne ku bi her dewlet, rêxistin û platformeke din a siyasî re dîplomasî, rûniştin û hevkariyê bike. Di vî warî de, PJAK ew rêxistina modern û têkoşere ku rastî eleqeyeke cidî ya aktorên siyasî yên herêmî û gerdûnî hatiye.
2- Em her tişta ku bi pêşxistina demokrasî, azadî û edaletê ku li Îran û Kurdistanê re bibe alîkar, qebûl dikin.
3- Projeya derbaskirina Komara Îslamî û avakirina komara demokratîk a pirreng û nenavendî li Îranê, pêkanîna maf û azadiyên Kurdan li kêleka gelên din ên Îranê ku Fars, Lor, Tirk, Belûc, Tirkmen, Ereb, Mazînî, Gîlak, Talş, Tat û hwd. jî di nav de.
4- Bi şertê fermî danîna statuya siyasî ya Kurd, dest bi pêşvebirina entegrasyona demokratîk a bi pergala siyasî ya pêşerojê û gelên din ên niştecihên Îranê re; divê destûra demokratîk a pêşerojê li ser vê bingehê bê danîn.
5- Li Îranê xwerêveberiya demokratîk a neteweya Kurd qebûl kirin, şertê sereke yê qebûlkirina sîstema siyasî ya pêşerojê ye. Ev modela neteweya demokratîk a ku em li gorî gelên din ên Îranê birêxistin dikin, neteweya demokratîk a Îranê dikare ji kombûna neteweyên Kurd, Fars, Tirk, Belûc, Ereb û hwd pêk were. Tenê bi vî rengî mirov dikare şer, pevçûn û aloziyên sed salên borî derbas bike.
6- Çawa ku di dema borî de me bac nedaye ti meylên desthilatdar an jî wekaletxwazan re; ji niha û pê ve jî ti têkiliya me bi ti aliyekî siyasî re ku nasnameya azad, maf û statuya siyasî ya neteweya Kurd qebûl neke, nabe. Her gava ku guhertineke bingehîn di fikrên xwe yên tundrew û siyaseta şaş de kirin, dikarin hêviya têkiliya bi Kurdên azadîxwaz re peyda bikin.
7- Hêzên gerîlayên PJAK’ê, bi awayekî serbixwe ji her rêxistin an rêxistineke din, di çarçoveya prensîba parastina rewa de li hemberî her cûre êrişa li ser PJAK, welatî û netewa Kurd bersivê didin.”

