Li ber Mezargeha Şêşims û Êzî, civaka Êzîdî bi coş cejna xwe ya cemaya her du qubeyan pîroz kirin. Xêra xwe belav kirin, periyên qubeyan nûkirin û peyama Şengala bi ewle dan her kesî.
Li Şengalê salê carekê cejinên cemayan ku yek ji rê û resmên baweriya Êzdatiyê ye, bi girseyî tên pîrozkirin. Piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku Êzîdî koçber bûbûn, niha her sal li gor sala din bi awayekî berfirehtir û bi kelecaneke mezin tên pîrozkirin.
Li Gundê Cefriyê yê Xanesorê û Gundê Têref ê ser bi Borike, cejina du qubeyên pîroz; ya Êzî li gundê Têref û ya Şêşims jî li Cefriyê bi girseyeke mezin hatine pîrozkirin.
Di cejinên cemayan de ku civaka Êzdî bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevlî pîrozbahiyê bûn, peyama Şengala bi ewle dan her kesî. Piştî ku duh li ber her du mezargehan gel xêra xwe belav kirin, îro periyên qubeyê hatin swarkirin.
Li ber mezargeha Şêşims, jinan bi tîlîliyên xwe û cil û bergên êzdiyan mohra xwe li pîrozbahiyê dan. Piştre perî li ser serê gel hate gerandin û derbasî qubeyê hate kirin.
Îsal cuda ji salên din, gel heta seatên êvarê li ber dengê dohol û zirneyan govend gerandin.
Mîcêrê quba Şêşims Şêx Seîd li ser cejina cemayê axivî û diyar kir ku îsal li gor salên din pêşketin di aliyê cil û bergan de heye û got: “Em gelek kêfxweşin dema ku em gelê xwe bi van cil û bergên resen dibînin. Vaya îro gelê me li Şengalê amade ye û rê û resmên xwe bi cih tîne. Ev tê wateya ku Êzidî tu carî tune nebûne û tu kes nikare me tine bike. Raste ferman li ser me rabûn, lê me tu carî dest ji baweriya xwe berneda.”

