Tevgera Jinên Azad (TJA), bi wesîleya 12’emîn êrîşa qirkirinê ya ku DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li hember Êzidiyên Şengalê pêk anî de, li Qada Aksaray a Stenbolê daxuyanî da.
Dayikên Aştiyê, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî û gelek jin tevli bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Me Şengal ji bîr nekiriye em nadin jibîrkirin’ hat vekirin û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ hatin berzkirin.
Metna daxuyaniyê bi Kurdî endama Komeleya Lêkolîna Kurdî Rojbîn Dag, ya Tirkî jî aktîvîsta TJA’yê Gulşen Karasu xwend. Di daxuyaniyê de daxwaza eşkerekirina zarok û jinên Êzidî yên winda ne û misogerkirina statuya Şengalê kirin.
Daxuyanî bi dirûşmmeyên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

