Duşem, 26 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Romana têkoşînê: Rûken (Zohre Ocalan)
Kurdistan

Romana têkoşînê: Rûken (Zohre Ocalan)

Em vê carê dibe mêvandarê vê çîroka nemir û ronahiya ku ji Deşta Heranê ber bi lûtkeyên çiyayan ve bilind bûye, digihîne dilê hezaran…

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Careke din asîmanên bêdawî stêrkên li ser sînga xwe bi serbilindî nîşan didan. Ew wekî moriyên ronahiyê yên li ser kofiya şevê hatine dirûtin, an jî mîna hêviyên winda yên ku li benda sibehê bin, diteyisîn. Bi berbanga rojê re dem diherikî…

Ew tîrêjên pêşîn ên rojê, mîna dilekî dilovan, rûyê asîman ji xewnên şevreşiyê şiyar dikirin. Lewma ji pişt wan çiyayên asê û dûr ve, vegotina çîrokekê ji zimanê hevrêtiyê bask vedida. Her hevokeke xwedî xeyalên kûr û bêriyê, ji nava rûpelên romana têkoşîna azadiyê diperikiya. Ji bo wê jî her kite û peyvek dibû pira di navbera doh û îro de. Ew çîroka ku ji pişt çiyayên asê dihat bihîstin, ne tenê behsa derbasbûna demê, behsa rûmet, hevaltî û rûpelên zêrîn ên dîroka ku bi keda dil û salan hatibû hûnandin dikir.

Wê romana têkoşîna azadiyê îro rûpelên xwe yên serfiraziyê bi vegotina Rûkenê vedikir; wê mifteyên bîr û hişên xwe ji me re vekiribûn. Di her rûpelê de bîranîna hevrêtiyê wekî tîrêjên rojê yên bi xunava sibehê li ser teht û zinarên welat belavbûyî diteyisî. Wan gerîlayên ku mil bi mil şer kiribûn û sonda serketinê xwaribûn, dibûn çîrok û destanek ji rûpelên dîrokê û şewq didan.

Ev lehenga ku navê wê li ser kevirên reş û kaniyên Rihayê hatiye neqşandin dibe rûpelên zêrîn û li asîmanê azadiyê şewq dide. Em vê carê dibe mêvandarê vê çîroka nemir û ronahiya ku ji Deşta Heranê ber bi lûtkeyên çiyayan ve bilind bûye, digihîne dilê hezaran…

Dema mirov li zarokatiya Hevala Rûken (Zohre Ocalan) û mezinbûna wê dinêre, rastî gotina Rêber Apo tê ku digot: “Haya gundê me ji dinyayê nebû, lê haya dinyayê ji gundê me hebû.” Ew mîna herikîna aveke zelal a ku ji kaniya vejînê derketiye bû. Lewma di vegotina gerîla Narîn Engîzek de jî eşkere dibe ku wê refên yekem, duyem û heta “Zankoya PKK’ê” di nav perwerdeya partiyê de bi serketî qedandibûn.

Gerîla Narîn Engîzek di vegotina kêliyên bi Rûken re wiha hevok bi hevok saz dikirin û digot: “Hawirdora ku heval Rûken lê mezin bibû jî bi vî rengî bû. Me cewherê wê yê xwezayî, welatparêzî û esaleta wê bi zelalî di kesayetiya wê de didît. Tu bandorên pergalê û siyasetên qirêj li ser çênebûbûn; paqij û xam mabû. Ji ber vê yekê, ji bilî jiyana partiyê tu jiyaneke din nas nedikir; tu daxwaz û xeyalên wê yên cuda tune bûn. Hemû hewldana heval Rûken di perwerdeyê de tenê ji bo naskirina xwe, partiyê û Rêbertiyê bû.”

PÊŞBAZIYA JI BO ÇÛYÎNA ÇIYÊ

Gerîla Narîn Engîzek wiha hin kêliyên bi ken û wate parve dikirin: “Dema Rêbertiyê heval radikirin ser piyan û dipirsî: ‘Tu ji bo çiyê amadeyî?’, hevalan digot: ‘Rast e, Serokê min.’ Rêbertiyê digot: ‘Ka em nêrîna hevalên din jî bigirin, ew çi dibêjin.’ Ji ber vê yekê, heval Rûken beriya wextê hemû heval amade dikirin û digot: ‘Eger Serok ji we pirsî, divê hûn dengê xwe bidin min da ku ez herim çiyê.’ Hewldana wê ya ji bo komkirina dengan, ji bo bibe fedaî û gerîlayeke li serê çiyan bû; ne ji bo kursî, meqam an desthilatdariyê bû. Daxwaza wê tenê ew bû ku bibe gerîlayeke jin li lûtkeyên çiyan.

Mînak, dema ku em li hilbijartinekê dinêrin, kesekî ku dixwaze deng ji bo xwe kom bike, ji bo kursiyekî, desthilatdariyekê an ji bo bikeve parlamenê pir propagandaya xwe dike. Lê xebata heval Rûken di nava hemû hevalan de tenê ji bo ku deng bidinê û biçe çiyê bû. Di pîvanên partiyê de girtina mafê çûyîna çiyê, dihate wê wateyê ku tu serkeftî yî, tu dikarî bibî şervan û parêzvanê welatê xwe. Heval Rûken bi vê taybetmendiya xwe her tim di xeyalên min de cih girtiye. Bi wî temenê xwe yê ciwan, ji bo ku bibe parêzvana welat, her kes li dora vê armancê bi rêxistin dikir.”

BÎRANÎNA JI VEGOTINA SOZDAR AVESTA

Yek ji wan kesên ku bîranînên hevrêtiyê ji rûpelên romana azadiyê bi me re parve dikir jî Sozdar Avesta bû. Dema ku rûpelên wan sal û deman bi hestên zemawendî yên têkoşîn û hevrêtiyê tije dikir, wiha digot: “Bîranîneke wê ya wiha heye ku ez bêjim: Di sala 1992’an de, di şerê Başûr de jî Hevala Rûken cihê xwe girtibû. Dema ku min li Ewropayê kar dikir, li wê derê min navê xwe guhartibû û min navê Rûken bi kar dianî. Hevaleke ku di şerê Başûr de şehîd dikeve, hevalên me dibêjin qey ez im. Wisa tevliheviyek çêdibe. Piştî ku derdikeve holê ku ne ez im, dema hinek heval ji Ewropayê tên, ji bo min hinek tiştan dişînin; hem ji bo min hem jî ji bo hevalên din. Hevala Rûken jî pê hesiya bû ku em li Heftanînê dimînin, ji xwe em li wê derê beşdarî şer bibûn. Di paşvekişandinê de em çûn Bestayê û Hevala Rûken li Heftanînê mabû.

Dema ew tişt tên, dibêjin ji bo Hevala Rûken hatine û didin wê. Hevala Rûken jî dema ku wan tiştan digire, li ser hevalan belav dike û hinekî jê ji bo xwe vediqetîne. Parkayê (çakêtê zivistanê) ku ji bo xwe girtibû, piştî çend mehan di berîka wî parkayî de notek derdikeve û dema dixwîne, dibîne ku ne ji bo wê ye; ji bo min hatiye. Dema notê dixwîne, diçe bi hevalan re parve dike û dibêje ku tiştekî wisa çêbûye: ‘Tiştên ku hatibûn ne ji bo min, ji bo Hevala Sozdar hatibûn, lê belê min hemû tişt belav kirine.’

Dema ku min ew dît, herî destpêkê ev yek ji min re got. Got: ‘Malbatê ji bo te hinek tişt şandibûn û min ji nezanî wisa li ser hevalan belav kirin, yek û du parçe jî min ji bo xwe girtin.’ Ev çîrok ji min re got. Lê belê min jî ji wê re got: ‘Ha malbata te ha ya min, ji xwe di nav gerîla de tişt bi kolektîf tên bikaranîn; ferq nake ha ji bo min ha ji bo te, çi ferqa wê heye?’ Bi rastî jî wisa bû; wê demê parkayekî hevalekî/ê heba, hemû hevalan wî parkayî li xwe dikirin û diçûn nobetê, yan jî pêlaveke nû ya hevalekî/ê heba, hevalê/a ku diçû wezîfeyê ew pêlav li xwe dikir. Kefiyek heba, dema diçûn nobetê têra hemû hevalan dikir. Jiyan bi vî rengî bû û ev nirx yên her kesî bûn; tiştên şexsî tune bûn. Min ji wê re got: ‘Te ya rast kiriye, tiştên hatine ji bo hevalan e û te jî li ser hevalan belav kiriye.’ Nirxên exlaqî di wê de gelekî li pêş bûn.”

ÇAVKANÎ: JIN TV – STARÊN AZADIYÊ

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kurkçu: Ji bo aştiyê firsendeke dîrokî heye, divê çareserî bi zemîna qanûnî bê xurtkirin
Nûçeya Pişt re Parêzer Dîler: Girtîgehên bi tîpa bîrê weke amûrek ji bo tepisandinê têne bikaranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Winterthurê ji jin ên ciwan şeva çandê

Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê bi pêşengiya Teko-JIN şeveke çandê hate lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em bi govend û cil-bergên xwe yên Kurdî bersiv didin êrîşên qirkirinê’

Mamoste û şagirtên Koma Şehîd Şîlan a Çand û Hunerê ya Baqî Xido a govendê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji beşa lezgîn a nexweşxaneyê, car din birin girtîgehê

Girtî Mehmet Başaran ê ji ber krîza dil di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de dihat…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo şehîd Bêrîtan li bajarên Rojava merasîma bîranînê hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?