Lîstîkvan û wergervan Fusûn Demîrel derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, pirsên ANF’ê bersivand. Fusûn Demîrel bal kişand ser rola hunerê ya di şikandina pêşdaraziyên civakî de û anî ziman ku ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde divê qadên azad bên vekirin û nasname û zimanê Kurd were qebûlkirin.
Fusûn Demîrel diyar kir ku huner di derbaskirina pêşdarazan de amûreke girîng e û anî ziman ku huner derfeta fikrandina kesê li hemberî xwe dide.
Demîrel got, “Ez dikarim fîlma ‘Zilamê Mezin, Evîna Biçûk’ wekî mînak bidim. Têkiliya dadwerê teqawîtbûyî ku zimanê Kurdî red dike û qedexe dike Rifat Bey û keçika biçûk a Kurd Hejar ji bo vê mînakekî pir baş e. Ez bawerim ku kesên ku wekî Rifat Bey li jiyanê dinêrin, piştî ku temaşeyî fîlmê kirine pêşdarazên xwe ji nû ve fikirîne.”
‘HUNER RÊ LI BER RÛBIRÛBÛYÎN Û BÎRÊ VEDIKE’
Fusûn Demîrel li ser pirsa me ya, ‘Têkiliya huner û rûbirûbûyînê di pêvajoya îro de dikare çi fêrî me bike?’ wiha got, “Helbet ji bo pêvajoya aştiyê ya îro, dikare tiştekî girîng fêr bike, aştî ne tenê lihevkirinekî siyasî ye. Di heman demê de, di civakê de bûyîna xwedî kapasîteya ku çîroka li hemberî xwe bizanibe. Huner di vê mijarê de, qadekî girîng vedike.
Rûbirûbûn ne dev jê berdana bîra xwe, lê bi qebûlkirina bîra kesekî din re çêkirina hebûna xwe di wan bîran de ye.”
‘DIVÊ KOMA AMED BIKARIBE DERKEVE TÛRA BEHRA REŞ’
Fusûn Demîrel bandorên gengaz ên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wiha nirxand, “Me hemû hesreya aştiyeke mayînde kişand. Ger ez bi nêzîkatiyeke baldar û hinek jî gumanbar binixînim jî, ji bo me hemûyan jî rêyek din tune ye, aştiya mutleq yekane hêviya me ye. Helbet piştre wê çîrokên demên bêdengiyê derkevin holê. Çîrokên şer, pecçûn, koçberiya bi darê zorê, serdegirtinên gundan, kuştinên nediyar, sirgûn, penaberî û girtîgeh ku dibe ku me berê nekarî vebêjin, werin vegotin.
Di serî de Kurdî, dibe ku dîtina zimanên cuda di hunerê de zêde bibe. Dibe ku di hunerê de estetîkeke nû vebe û xebatên derbarê berhemên Kurdî û Tirkî zêde bibin.
Her wiha dixwazim li vir diyar bikim ku mînak ‘Koma Amed’ ku ez heyranê muzîk û hunera wê me, bikaribe derkeve tura Behra Reş. Komeke Behra Reş a lîstikên gelerî jî bikaribe li Amedê hunerê xwe pêşkêş bike. Dema ku lîstika min a şanoyê derkeve tûra herêmê, ji bo ku her kes fêm bike bikaribim bi jêrnivîsa Kurdî pêşkêş bikim.
Ji xeynî vê, dema ku huner di şikandina pêşdarazan de pêşeng e, karekterên sereke êdî ne ‘yên din’ in. Kurd, Tirk, Ermenî, Laz, gerîlla, leşker, polîs, jin, zarok û ciwan… Pir hêja ye ku mirov êdî çîrokên xwe bêyî qedexe vebêje.”
‘ZÎHNIYETA SERWERIYA MÊR BI KESÊ QEZENC DIKE, JIN JÎ BI AVAKIRINÊ RE ELEQEDER DIBE’
Fusûn Demîrel ji bo li ser tevkariya jinan a ji bo aştî û zimanê aştiyê wiha got, “Rabûna jinan a li dijî şeran hê di çaxên kevnar de çêbûye. Berhema ‘Lisistrata’ ku beriya zayînê di 411’an de ji aliyê Aristophanes ve hatiye nivîsandin û berhemekî pir girîng e, yek ji mînakên herî bitesîr a ji bo vê yekê ye. Di berhemê de, jinên ku li dijî şeran radibin, xwe rêxistin dikin û bi rêbazekî radîkal li ber şer disekinin.
Ger mêr biryara şer, tundî û pevçûnan didin, çima jinên ku encamên şer bandor dibin, di mijara aştî û lihevhatinê de nebin xwedî gotin?
Ez li vir Dayikên Şemiyê bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Zimanê di nêrîna jinê de, şîn, bîr, edalet, tamîrkirin, jiyana hevpar û bi hev re ji nû ve avakirina jiyanê ye. Bi kurtasî, zîhniyeta serweriya mêr û milîtarîs bi kesên qezenc dikin re, jin bi hev re ji nû ve avakirina jiyanê re eleqeder dibin.”
‘DIVÊ ZANÎNGEH JÎ BIXEBITIN Û HILBERANDINÊN HEVPAR A BI DU ZIMANAN BIKIN’
Fusûn Demîrel bal kişand ser rola aliyên huner û akademiyê di civakîkirina aştiyê de û wiha got, “Siyasetmedar dikarin lihevkirinekî aştiyê bikin, lê nikarin bi tenê çanda ku mirov guh bidin çîrokên hev, êşên hev nas bikin û bi hev re pêşerojekî ava bikin, biafirînin. Tevkariya rast ên hunermend û akademîsyenan ew e ku pêvajoya aştiyê ji biryareke siyasî zêdetir, veguherînin çandekî civakî.”
Ji niha şûnde gelek tiştên ku bên kirin hene, projeyên hevpar, xebatên zanîngehan, hilberînên hevpar a bi du zimanan… Mînak, pir kêfxweş im ku lîstikên Dario Fo ku çend sal in werdigerînim, ji bo Kurdî tên wergerandin û lîstin.”
‘DEMA KU NASNAME Û ZIMANÊ KURD WERE QEBÛLKIRIN, EZÊ BAWERÎ BI AŞTIYA RAST BÎNIM’
Fusûn Demîrel destnîşan kir ku gavên hatine avêtin hêja ne, lê divê li sser qaxezê nemînin û wiha got, “Dema ku veguherînin di jiyanê de bibînim, wê hêviya min şîn bibe. Dubare dikim; dema ku komeke muzîkê ya Kurd bi aramî û coş bikaribe li Rîze û Trabzonê konserê bide û ez vê bibînim, ezê bawerî bi aştiya rast bînim. Dema ku nasname û zimanê Kurd were qebûlkirin, ezê bawerî bi aştiya rast bînim. Çêk bêdeng bûn, niha gotin di kesên ku jiyana me ya hevpar dizayn bikin de ne.”
‘NIHA DEMA AŞTIYÊ YE’
Lîstîkvan Fusûn Demîrel wiha bang li siyasetmedaran kir, “Çek bêdeng bûn, ev pir baş e. Lê aştî ne tenê ev e. Mayîndebûna wê bi avakirina jiyaneke demokratîk re pêkan e. Ji ber vê yekê pêwîstiya civakê bi qadên azad heye. Divê di her qadê de, bi taybetî jî di hunerê de azadiya fikrî û derbirînê were berfirehkirin. Bila mirov bêyî tirs bikaribin bi azad biaxivin, rûbirû bibin û hilberandinên hevpar bikin. Kurd jî dixwazin bi her kesî re wekhev, wekî parçeyek ji vî cîhanê jiyan bikin. Derfetên jiyana hevpar a di welatekî demokratîk, wekhev û azad de çêbikin.
Hûn dizanin em ê çawa encamên serkeftina aştiyê fêm bikin? Em ê binêrin bê ka sibê zarokên me jî heman êşê bikşînin an ne.
Hêviya min tu carî neqediya. Berpisyariyên me zêde bûn, min hay ji vê yekê heye. Hêvî bibe soza me ya ji bo pêşerojê. Werin em bi siyasetmedaran re ji bo avakirina aştiyê bikevin tevgerê.”

