Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê civak xwedî li hunermendan, hunermend jî xwedî li civakê derkeve’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma muzîkê ya BaBa Zula: Em bi aştiyê re ne, divê desthilatdarî gavê biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Divê herî zêde dayik xwedî li pêvajoyê derkevin
Rojane

Bakirhan: Divê herî zêde dayik xwedî li pêvajoyê derkevin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna gel a li Stenbolê de bang li dayikan kir û got, “Ev pêvajo, pêvajoya diyalogê ye. Divê hemû dayik werin cem hev.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Tebax 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Civînên gel ên DEM Partiyê didomin. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li semta Okmeydanê ya navçeya Qaxithaneyê ya Stenbolê civîna gel li dar xist. Di eywana civînê de pankarta “Ji bo komara demokratîk, civaka azad û rêxistinkirî” hat daliqandin. Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêveberên DEM Partiyê, HDK û DBP’ê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Civîn bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Tuncer Bakirhan diyar kir ku ji bo ku her tiştî bi zelalî biaxivin, civînên gel li dar dixin û got: “Di serî de, ez kesên ku ji bo têkoşîna azadiyê canê xwe ji dest dane, bi bîr tînim. Em soz didin ku komareke demokratîk ava bikin. Em dengê gel û dayikên Kurd dibihîsin. Li Tirkiyeyê gelek bedel hatin dayîn. Ev bedel ne tenê ji aliyê kesekî ve hat dayîn. Bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Di vê pêvajoyê de tu zarok jiyana xwe ji dest nedaye. Destkeftiya vê pêvajoyê jî ev e. Ev pêvajo bi înkarê nayê çareserkirin. Heta îro înkar û raperîn pêk hatine. Ji niha şûnde em ê bi dîyalogê vê pirsgirêkê çareser bikin. Em çûn cem malbatên şehîdan û Dayikên Şemiyê. Em ji dayikên leşkeran re jî dibêjin ku ev pêvajo ji bo wan jî ye. Em bang li malbatên leşkeran dikin ku werin cem me, malbatên şehîdan û Dayikên Şemiyê. Ev pêvajo, pêvajoya diyalogê ye. Divê hemû dayik werin cem hev.”

Tuncer Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku du sal li ser banga Rêber Apo derbas bûne û got: “Gelek pirs li ser pêvajoyê tên kirin. Îro jî ez li vir im ku bersiv bidim pirsên wan. Cara yekem e ku pirsgirêka Kurd di Meclîsê de tê nîqaşkirin. Bila tu kes vê qanûnê piçûk nebîne. Lê divê were zanîn ku ev qanûn pirsgirêka Kurd bi yekser çareser nake. Ev qanûn pirsgirêka Kurd ji zemîna tundiyê tîne ser zemîna çareseriya hiqûqî. Bi vê qanûnê, hevalên me yên li çiyê û yên di girtîgehan de dikarin werin û li gel me siyaseta demokratîk bikin. Hevalên me yên li Ewropayê û li Mexmûrê jî dikarin werin cem me. Me di serî de got ku ev qanûn divê mijarê ji tundiyê bîne ser zemîna çareseriyê. Lê di rojên pêş de divê qanûnên berfirehtir derkevin. Di rojên pêş de em ê li ser paşkişandina qeyûman, perwerdehiya bi zimanê zikmakî û azadiyan qanûnên nû pêk bînin. Berê, kesek ku qala zimanê xwe dikir, dihat girtin. Îro cara yekem e ku li Meclîsê hate gotin ku divê ev pirsgirêk were çareserkirin. Pirsgirêka Kurd cara yekem li Meclîsê hate qebûlkirin. Lê bila neyê jibîrkirin ku ev qanûn gava yekem e.”

Tuncer Bakirhan bi bîr xist ku li Meclîsê desteyek hate avakirin û wiha bi lev kir: “Di bin banê Desteya Şopandin û Tespîtê de 4 komîsyon hatine avakirin. Em li bendê ne ku birêz Abdullah Ocalan di nav desteyekê de cih bigire. Ger birêz Abdullah Ocalan nebûya, ev pirsgirêk nedihat çareserkirin. Birêz Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê gelek girîng e. Em dikarin derkevin kolanan û mafê xwe bixwazin. Lê bi zimanê berê ev mijar nayê çareserkirin. Hem ji bo me hem jî ji bo desthilatdarê tiştekî dibêjim. Em çi dikin? Civînên gel li dar dixin. Bi van civînan em daxwaz û pêşniyarên gel digirin. Heke hûn bixwazin, em ê werin agahî bidin we. Hûn kesên ku dikarin qala girîngiya pêvajoyê bikin û xwedî li ziman û çanda Kurd derkevin. Hê jî hin kes, ku beriya çend salan hatine vê welatê, ji me re dibêjin terorîst. Em ji zimanê zikmakî heta girtîgehan û heta çareseriyê dê biaxivin. Di rojên pêş de kongreya me heye. Em çima ewqas dirêj li benda kongreyê man? Em bendê bûn ku ev qanûn zûtir derkeve û hevalên me yên li Ewropayê û yên di girtîgehan de werin cem me. Lê ev kongre dê dîrokî bibe. Em ê bi vê kongreyê rê li çareseriyê vekin. Piştî çend mehan, em ê kongreyeke din ku hevalên me jî tê de beşdar bibin, bikin. Beriya çend rojan di gel nîşeyên Îmraliyê li dijî Abdullah Ocalan hate xwestin ku operasyon pêk bînin. Ev operasyon di şexsê birêz Abdullah Ocalan de sabotaja pêvajoyê bû.”

Di dawiya axaftina xwe de Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku li Rojava jî pêşketinên girîng pêk tên û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi van pêşketinan îro gelê Kurd ne tenê Kobanî û Qamişloyê tevahî Suriyeyê bû xwedî biryar. Em hêvîdarin ku êdî şer tunebê. Li Rojava bi qanûn û hevhatinê naskirina Kurd wisa hêsan pêk nehat. Gelek zarokên me yên Bakûr çûn li Rojava şer kirin û canê xwe dan. Em hêvîdarin ku aştiyek baş em ê bi hev re bibinin.”

Piştî axaftina Tuncer Bakirhan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Qamûşanê ji bo gerîllayê HPG’ê Baz Serhed taziye hat danîn
Nûçeya Pişt re Li Wargeha Mexmûrê ji bo 6 şehîdan sersaxî hatin qebûlkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêveberiya Xweser a Şengalê kampanyaya îmzayan da destpêkirin

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi wesîleya salvegera 9’emîn a rizgarkirina Şengalê bi daxuyaniyekê dest bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Endonezyayê erdheja bi 6,7 pileyî

Li Girava Sulawesi ya Endonezyayê bi pileya 6,7'an erd hejiya û bû sedema panîkê. Li…

Ji aliyê Stêrk TV

Peywendiyên xurt ên Epstein li welatên Kendavê hebû

Zêdeyî 3 milyon belgeyên Epstein ên li DYE'yê hatin weşandin, di asta kûreyî de olîgarşiyek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Divê civak xwedî li hunermendan, hunermend jî xwedî li civakê derkeve’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?