Di çarçoveya çalakiyên bi daxwaza berdana dîlgirtiyan de, li Amûdê malbat û zarokên dîlgirtiyan banga berdana dîlgirtiyên ji Çileyê ve li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê dîl in, kir.
Malbatan li Qada Şehîd Cîhad a bajarê Amûdê çalakî li dar xist.
Di çalakiyên de malbat, zarok û hevrêyên dîlgirtiyan pankartên “Em esîrên xwe dixwazin”, “Esîrên me berdin”, “Hevrêyên me berdin” hildan.
Li gorî bendên peymana 29ˊê Çileyê, koma yekemîn a dîlgirtiyan di 10ˊê Adara 2026ˊan de, koma duyemîn di 19ˊê Adarê de, koma sêyemîn di 11ˊê Nîsanê de, koma çaremîn di 8ˊê Gulanê de û koma pêncemîn di 25ˊê Gulanê de hatin berdan, 01ˊê Hezîranê jî 28 şervanên YPJˊê yên dîl hatin berdan.

