Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê (ARSÎSA) li navçeya Erdîş a Wanê, li ber Midûriyeta Perwerdeyê ya Navçeyê bi daxwaza statuya ji bo zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê daxuyaniya çapemeniyê da. Gelek kes tevli daxuyaniyê bûn û dowîzên bi nivîsên “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan nabe” û “Ziwanê min qedexe meke” hatin hilgirtin.
Endamê Rêveberiya ARSÎSA’yê Mecît Sargut daxuyanî xwend. Sargut destnîşan kir ku sala nû ya perwerdeyê destpê kiriye, lê zarokên Kurd ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar hatine hiştin û ev tişt hat got: “Dibistan vebûn, bi milyonan zarok vegeriyan polên xwe. Lê ji bo zarokên Kurd sala nû ya perwerdeyê bêyî ku pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê bê çareserkirin dest pê kir. Bi milyonan zarokên Kurd bi zimanekî ku ne zimanê wan ê dayikê ye perwerdeyê dibînin. Aştî bi wekheviyê dest pê dike. Heke behsa aştî, çareserî û paşerojeke hevpar bê kirin, divê ev yek bi gavan bê piştgirîkirin. Aştî tenê bi gotinan pêk nayê, bi qebûlkirina mafan pêkan e.”
Sargut bal kişand ser cihê Kurdî yê di pergala perwerdeyê de û wiha axivî: “Di sala nû ya perwerdeyê de divê Kurdî wekî zimanê perwerdeyê bê qebûlkirin. Mafê zarokên Kurd heye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin. Divê ev maf bi dersa hilbijartî neyê sînordarkirin divê wekî mafekî bingehîn û xwezayî bê qebûlkirin. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî ku dev jê nayê berdan. Heke aştiyeke mayinde bê xwestin, rêya vê yekê ji qebûlkirina gelan, ziman û nasnameya hevdu re derbas dibe.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

