Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, dê li Riha di civîna gel de biaxivê.
Parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş, diyar kir ku qanûna çarçoveyê tenê gavê ewil a pêvajoyê ye û tekez kir ku ji bo çareseriya mayînde divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misoger kirin.
Musa Farisogullari diyar kir ku demokrasî ne lutifek ku ji jor ve tê dayîn e û li ser girêngiya xwerêxistinkirinê rawestiya û got, “Her ku civak xwerêxistinkirina xwe pêş dixe, dewlet dê neçar bibe ku helwestek guncaw bigire û ji demokrasiyê re hesas bibe.”
Alaya berxwedanê ya şehîdan, bi berdewamkirina têkoşînê re dikare bigîhije serkeftinê. Berxwedana ku Rêber Apo li Îmraliyê di 27 salan de pêşxist, bi xwedîderketina nirxên şehîdan re hatiye pênasekirin. Nivîsa Avzem Harun.
Li Kurdistanê û Tirkiyeyê dê çalakiyên malbatên girtiyan û windayan bên şopandin.
Vekişîna DYE ya ji sazîyên NY’ê, qutkirina fînansmanê û hewldana nedana vîzeyê ya ji heyeta Filistînê re, nîqaşên der barê pêşeroja Neteweyên Yekbûyî de ji nû ve anî rojevê.

