Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî li bajarê Kobanê ji bo nîqaşkirina bûyera 12’ê Îlonê ya li girtîgeha Kobanê rû dabû, bi malbatên şehîdên girtîgehê re hevdîtin pêk anî.
Mazlûm Ebdî li daxwazên malbatên şehîdan guhdarî kir û piştgiriya xwe ji bo wan da nîşandan. Mazlûm Ebdî da zanîn ku komîteyeke lêpirsînê ya taybet ji bo derxistin rastiya bûyerê hatiye avakirin, ew ê bi rêya komîteyê berpirsyar werin dîtin û li gorî qanûnê kesên ku bûne sedema vê bûyerê bên cezakirin.

