Kongra Star bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Di kesayetiya Şehîd Arîn Mîrkan de em hemû şehîdên ku Kobanê veguherandin sefereke berxwedanê ya li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê û ji bo azadî û rûmeta mirovahiyê şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Îradeya ku wan ji bo azadiyê raber kir, ne tenê bûye mîrateya berxwedanê ya Kobanê, belkî li hafizeya hevpar a mirovahiyê jî hatiye qeydkirin. Bîranîna wan, di eynî demê de hilgirtina berpirsiyariya jiyandina nirxên ku wan parastine, hêviya azadiyê û rûmeta mirovahiyê ye.”
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir; “
“1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ne rojeke bîranînê ya asayî ya di salnameyê de ye. Ev dîrok, navê destana berxwedanê ye ku gelê li dijî êrîşên tarî yên DAÎŞ’ê yên sala 2014’an serî li ber natewandiye, li wijdanê hevpar ê mirovahiyê nivîsandiye. Kobanê bi mehan hate dorpêçkirin, rastî êrîşên giran hat; lê belê teslîm nebû. Bi fedakariya Arîn Mîrkanan, bi îradeya ji pola a berxwedêran û bi piştevaniya ku ji çar aliyên cîhanê bilind bû, êrîşên DAÎŞ’ê hatin şikandin. Kobanê bû yek ji sembolên têkçûna DAÎŞ’ê bû cihekî dîrokî ku li hemberî tarîtiyê hêviya azadiyê ji nû ve rabû ser piyan.
Tiştên ku li Kobanê qewimîn, wateyek ji parastina bajarekî pir wêdetir hilda ser xwe. Li wir ne tenê erdnîgariyek; hêviya gelan a bi rengekî wekhev, azad û bi rûmet jiyanê hate parastin. Kobanê nîşan da ku sînor nikarin êş, piştevanî û lêgerîna azadiyê ya gelan ji hev veqetînin. Ruhê piştevaniya enternasyonalîst ku sînorên fîzîkî derbas kir, derket holê. Mirovên ji çar aliyên cîhanê, ji ziman, bawerî û erdnîgariyên cuda dengên xwe bi berxwedana Kobanê re kirin yek. Bi vî rengî Kobanê nîşanî hemû cîhanê da ku berxwedaneke herêmî dikare veguhere nirxeke gerdûnî ya mirovahiyê.
Îro wateya dîrokî û mîrateya azadiyê ya ku Kobanê hildigire, ji nû ve rastî gefên cidî tê. Rêziknameyên siyasî û îdarî yên ku der barê paşeroja Kobanê de tên rojevê, nikarin tenê weke pirsgirêka statuyeke îdarî werin girtin. Ji ber ku Kobanê xwedî wateyeke dîrokî û civakî ye ku ew qas mezin e û bi sînorên li ser nexşeyê hatine xêzkirin, bi biryarên îdarî yan jî bi hesabên siyasî nayê şîrovekirin. Kobanê cihê îrade, nasname, hafize û lêgerîna azadiyê ya gelekî ye.
Parastina Kobanê, ne tenê parastina bajarekî ye; parastina hafizaya dîrokî, îradeya civakî û wateya azadiyê ye ku ew temsîl dike. Dema ku nirxên ku ruhê Kobanê ava dikin bên tinekirin, tiştê ku were windakirin ne tenê roja îro ya bajarekî, wê bibe perçeyeke girîng a hafizaya berxwedanê ya hevpar a mirovahiyê.
Divê neyê jibîrkirin ku têkçûna DAÎŞ’ê ya li Kobanê ne tenê têkçûneke leşkerî bû; di heman demê de serketina îradeyeke dîrokî bû ku li hemberî zîhniyeta tarî ya ku ew temsîl dike rawestiya. Ji ber vê yekê, Kobanê di warê zîhniyeta DAÎŞ’ê de weke sembola têkçûneke dîrokî û hesabpirsînê di hafizeyan de cih digire. Ev derbasbûn ferz dike ku fikarên der barê ewlehî û paşeroja bajêr de bi cidiyet bên girtin. Li hemberî egera ji nû ve xurtbûna DAÎŞ’ê û gefên ku êrîşên berê çêkirine, divê ewlehiya Kobanê bi ti awayî di nava nediyariyêde neyê hiştin. Divê Kobanê nebe armanca êrîşên nû, lêgerînên tolhildanê û hesabpirsînan.
Îro parastina Kobanê tê wateya mezinbûna ruhê piştevaniyê yê ku di sala 2014’an de derket holê. Hemû hêzên demokratîk, sosyalîst, enternasyonalîst, parêzvanên mafên mirovan ên cîhanê û her kesê ku li dijî pergala tundûtûjî û zextê ya ku daiş temsîl dike radibe, divê di mijara ewlehî, îradeya gel û paşeroja Kobanê de xwedî berpirsiyarî bin. Çarenûsa Kobanê ne pirsgirêkek e ku tenê li ser milên kesên li wir dijmin de were hiştin. Ji ber ku Kobanê demekê bûbû pirsgirêka hevpar a hemû mirovahiyê; îro jî wisa ye.
Xwedîderketina li Kobanê, xwedîderketina li îradeya azadiyê ya gelekî ye. Xwedîderketina li Kobanê, xwedîderketina li piştevaniya ku sînoran derbas dike, biratiya gelan û rûmeta mirovahiyê ye. Parastina Kobanê, rênedayîna vemirandina ronahiya azadiyê ye ku li dijî tarîtiya daişê hatiye pêxistin.
Rastiya ku 1’ê Mijdarê dide bîra me ev e: Kobanê ne tenê destaneke berxwedanê ye ku di dema bihurî de hatiye nivîsandin; ew berpirsiyariyeke dîrokî ye ku divê bê parastin, jiyandin û veguhastin bo paşerojê. Hûn dikarin bedena bajarekî hilweşînin, kolanên wî xera bikin; lê belê hûn nikarin wateya wî bajêr a ku li hafizaya mirovahiyê hatiye qeydkirin jê bibin. Kobanê ji bajarekî zêdetir e. Kobanê hafizeyek e, îradeyek e, hêviya azadiyê ye. Kobanê navê wê yekê ye ku mirovahî dikare li dijî tarîtiyê bi hev re rabû ser piyan.
Bi vê hişmendî û berpirsiyariyê, em Roja Kobanê ya Cîhanê ya 1’ê Mijdarê silav dikin; di kesayetiya Şehîd Arîn Mîrkan de em hemû şehîdên Kobanê bi rêzdarî bi bîr tînin û têkoşîna gelê Kobanê ya ji bo azadî, ewlehî û paşerojreke bi rûmet silav dikin.”

