Bîranîna li taxa Bahçelîevlerê bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya li Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) hate lidarxistin.
Malbata Oral, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, her wiha gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Hevserokê Şaxê Mêrdînê yê MEBYA-DER’ê Salîh Kûday li bîranînê axivî û anî ziman ku komploya 9’ê Cotmehê li dijî gelê Kurd hate kirin.
Kûday diyar kir ku Mehmet Halît Oral yek ji wan kesayetan bû ku çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” da destpêkirin û got, “Em ê her tim xwedî li mîrateya wan derkevin.”
Girseya gel kulîlk danî ser gora Oral û bi xwendina duayan bîranîn bi dawî bû.

