Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Mûnzûr: Em 15’ê Sibatê bikin roja azadiya fîzîkî ya Rêber Apo
Rojava

Mûnzûr: Em 15’ê Sibatê bikin roja azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

Ferzende Mûnzûr ragihand ku di sala 27'an a komployê de divê azadiya Rêber Apo bê pêkanîn û got, "Çawa ku 15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd weke rojeke reş hate ragihandin, 15'ê Sibata 2025'an jî divê veguhere roja ronahiyê ya gelan."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Sibat 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Endamê Rêveberiya Înîsiyatîfa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ ya Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr karên Înîsiyatîfê, komploya navneteweyî ji ANF’ê re nirxand.

Ferzende mûnzûr bi bîr xist ku pêngava azadiyê ya navneteweyî 2 sal li pey xwe hişt ku bi dirûşma ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ destpê kir û got, “Pêngava azadiyê li şeş parzemînan destpê kir. Bandor li raya giştî ya cîhanê kir. Ji her beşên civakê tevlîbûn li pêngavê bû. Ji aliyê hiqûqî, siyasî, dîplomasî, girseyî, fikrî ve ji gelek aliyan ve kar hate meşandin. Di karê hate kirin de em careke din dibînin ku Rêber Apo veguheriye kesayetekî welê ku cîhan hembêz kiriye. Ji ber ku paradîgmaya wî çareseriyê ji pirsgirêkên mirovahiyê re dibîne, yekbûna gelan, jiyana azad a gelan ku xwe dispêre wekheviya jin û mêr pêşkêş dike. Her ku ev fikir belav dibe, asta çalakiyan jî zêde dibe. Şert û mercên tecrîdê yên ku Rêber Apo di nav de tê ragirtin ji cîhanê re hate ragihandin ku vê yekê mirovahî hejand, kir ku wijdanê mirovahiyê bikeve nava liv û tevgerê. Kesayetên alîgirê azadî û demokrasiyê li ber tecrîdê rabûn. Tevlîbûna 69 xelatgirên Nobelê li pêngavê bandoreke girîng bû. Meşa bi beşdariya bi milyonan mirovî, bi taybetî jî meşa li Kolnê deng veda. Bi vî rengî pêngav hîn berfireh bû. Lewma vê yekê encameke erênî bi xwe re anî. Kir ku CPT, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) û saziyên pêwendîdar bikevin nava liv û tevgerê, cihê nîqaşê jî be salek dem dan. Komîteya li dijî ceza yan jî kiryarên biçûkxistinê yan jî li derveyî mirovahiyê, zalimane û êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî bang li Tirkiyeyê kir ku tecrîdê bi dawî bike. Tirkiye ku bi vî rengî kete bin zexteke piralî, bi bandora vê pêngavê re neçar ma ku hevdîtinê bi Rêber Apo re bike. Ya herÎ girîng jî çalakiyên xwendina fikrên Rêber Apo bûn. Pirtûkên Rêber Apo gihîşt çar aliyên cîhanê, her kesî xwend û têkildarî paradîgmaya wî bû xwedî nêrîn. Yên ku Rêber Apo xwendin, xwe weke şagirtên Rêber Apo pênase kirin.

‘YÊN KU TEVLÎ KOMPLOYÊ BÛN DIVÊ HELWESTA XWE SERERAST BIKIN’

Karên dîplomasî, siyasî, hiqûqî û aliyên din ji aliyê afirandina cihêrengî û dewlemendiyê ve girîng e. Li cîhanê û Rojhilata Navîn xwegihandina wan saziyan girîng e ku bi pirsgirêkên mirovahiyê re eleqedar dibin. Li gel çalakiyên rojekê, çalakiyên girseyî yên bi rojan dewam dikin wê gelekî girîng bin. Paradîgmaya Rêber Apo ne tenê ji bo gel, ol û mezhebekê ye; ji bo gelan, çandan, cihêrengiyan, ol û mezheban e. Lewma ji civateke bi tenê wêdetir girîng e bigihêje kesayetan, civakan, oldaran, hunermendên li tevahiya cîhanê. Welatên ku tevlî komploya navneteweyî bûn, bi taybetî jî divê li ser Yewnanistan, îtalya, Rûsya, DYE û Îsraîlê zext bê kirin ku helwesta xwe nû bikin, sererast bikin. Li her welatekî weke bajarên Berceto, Fossalto, Palermo, Parma û Napoli yên Îtalyayê divê welatîbûna rûmetê ji Rêber Apo re bê dayin. Li gorî qanûnên navneteweyî her girtî xwedî wî mafî ye ku piştî ragirtina 25 salan ji nû ve bê darizandin, sûdê ji mafê hêviyê werbigire. Yek ji welatên ku mohra xwe daniye binê vê biryarê Tirkiye ye. Lewma ji bo mafê hêviyê bi cih bê anîn divê têkoşîn dewam bike.”

PARADÎGMA GIHÎŞT HER MALÊ

Ferzende Mûnzûr ragihand ku di sala 2’yemîn a pêngavê de wan ji xwe re kirin esas ku xwe bigihînin partiyên siyasî û got, “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Asûr, Çerkes û Tirkmen me serdana 33 partiyên siyasî kirin. Hemû partiyên siyasî jî ragihandin ku ew tevlî pêngava azadiyê dibin û dixwazin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Zanin ku di paradîgma, nexeşrê, têkoşîna Rêber Apo de wê azadiya wan pêk were. Di nava nêzîkatiyeke welê de ne ku zanin Rêber Apo têkiliya dostaniya gelan dipejirîne û ji bo çareseriya pirsgirêkan hêza diyarker e. Li gel rûspî û serokeşîran her wiha me hevdîtin bi keşîşên Ermen û Suryan re jî kirin. Ne şaş e ku mirov bibêje Rêber Apo ne tenê rêberê gelê Kurd e, ew rêberê gelan e. Ya herî girîng jî zemînên nîqaş, panel û semîneran hate afirandin ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bigihêje her malê.”

Ferzende Mûnzûr diyar kir ku par 9’ê Sibatê kampanya îmzeyan destpê kir, ku 4’ê Nîsanê bi dawî, bû encamên wê jî 8’ê Nîsanê hate eşkerekirin û got, “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyê 3 milyon 669 hezar û 90 îmze hatin komkirin. Li gel zexta rejîma Baasê jî Elewî, Îsmaîlî, Durzî, heta bi Hama û Hûmsê tevlîbûn li kampanyayê bû. Me xwest îmzeyên hatin komkirin radestî Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan bikin, lê belê ji ber ku derfetê me nebû em biçin wan welatan ku ew sazî lê ne, me bi raya giştî re parve kir. Tevlîbûna gelan dilsoziya wan nîşan dide. Li asta cîhanê saziyên sivîl, partiyên siyasî, rewşenbîr, saziyên hiqûqî, tenduristiyê, bi sed hezaran name şandin. Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyê hezar û 300 parêzeran name ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re şandin û jê xwestin, dawî li tecrÎdê bîne û mafê hêviyê bixe dewrê.”

‘BERXWEDANA RÊBER APO WÊ DERBASÎ NAVA DÎROKÊ BIBE’

Ferzende Mûnzûr destnîşan kir ku Rêber Apo li Îmraliyê di nava şert û mercên zehmet de têkoşîneke mezin dimeşîne û bi vî rengî dewam kir, “Tirkiyeyê xwest bi rêya sîstema Îmraliyê îrade, mejî û ruhê Rêber Apo lawaz bike. Lê belê Rêber Apo di nava 26 salan de di felsefe û lêgerînên xwe yên azadiyê de gavên nû avêt. Bû xwedî wê temsîliyetê ku mirovahiyê temsîl dike. Lewma berxweedana wî, sekna wî ya her kêliyê ji bo gelê Kurd û alîgirên mirovahiyê bû çavkaniya sûdwergirtinê. Berxwedana Rêber Apo wê dîroka mirovahiyê ronî bike. Rêber Apo di nava şert û mercên zehmet jî de be ji aliyê fikrî ve timî diafirîne. Paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê di nava şert û mercên zehmet de afirand. Berxwedana Rêber Apo, têkoşîn û berhemên wî yên afirandiye bêhempa ne. Têkoşîna Rêber Apo kir ku gelê Kurd û gelên cîhanê bikevin nava liv û tevgerê. Rêber Apo ku alternatîfên çareseriyê di her hevdîtinê de pêşkêş dike, her tim bûye alîgirê aştiyê û helwestek ji bo çareseriya pirsgirêkan pêşkêş kiriye.”

‘KOMPLO WÊ WERE TÊKBIRIN’

Di dawiya axaftina xwe de Ferzende Mûnzûr got, “15’ê Sibatê ji bo tasfiyekirina hêviya azadiyê ya gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd hate kirin. Komploya navneteweyî negihîşt armanca xwe. Rêber Apo ê li cîhanê weke rêberekî fîlozof ê gelan tê naskirin. Her wiha têkoşîna şikandina tecrîdê ya 26 salan a gelê Kurd li cîhanê deng veda, bû cihê hurmetê. Komplo ji aliyê siyasî, hiqûqî û mirovî ve cihê xwe nîne, ku ji bo tasfiyekirina nirxên mirovahiyê û gelê Kurd hate kirin. Lewma di sala 27’an a komployê de em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn. Ji aliyê madî û manewî ve em seferber bibin û 15’ê Sibatê veguherînin roja azadiya Rêber Apo.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sûrîye û Desentralîzasyon
Nûçeya Pişt re ROJEVA 11’Ê SIBATA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelatgirên Nobelê ji bo Rêber Apo ji saziyên navneteweyî re name şandin

Jody Williams a ku di sala 1997’an de Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt û Dr.…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîlê piştî hişyarkirinê careke din li Yemenê xist

Artêşa Îsraîlê piştî ku ji bo veguhestina sê bendergehên li Yemenê hişyarî da, êrîşeke hewayî…

Ji aliyê Stêrk TV

Malbata girtiyê siyasî: Dewlet bila dev ji ferzkirina poşmaniyê berde

Birayê Marûf Turkan ê ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ye, Metîn Turkan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîdên Ragihandina Azad li Kobanê û Qamişlo hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?