Duşem, 24 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Newala Qesaba bîra me û Egîd dîroka têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gelê Kurdistanê di her şert û mercî de xwedî li şehîdên xwe derketiye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran wê pêkanînê li keştiyên li gorî rêgehê tevnegerin, ferz bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êşa me giran e, lê em bi hêvî ne û serbilind in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolîn derbarê êrîşa li ser karkerên Kurd hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wanê ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Divê ti kes bawerî bi notên sixte neyîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di taziyeya Parka Koşuyoluyê de xemgînî û têkoşîn di nava hev de bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek nîşanî sererastkirina yasaya Rizgarbûyên Êzidî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arkaş: Ger îro li Îmraliyê hatibe danîn, ev bi saya ciwanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel bi dirûşmeyan çû qada bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Nabe ku ev pêvajo ji hesabên siyasî re bê fedakirin, qanûna çarçoveyê divê bi lez bê derxistin’
Rojane

‘Nabe ku ev pêvajo ji hesabên siyasî re bê fedakirin, qanûna çarçoveyê divê bi lez bê derxistin’

Serokê baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku ji bo mayindebûna pêvajoya aştiyê divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin û got, "Nabe ku ev pêvajo ji hesabên siyasî re bê fedakirin. Ji bo mayindebûna aştiyê divê gavên hiqûqî tavilê bêne avêtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

“Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ku bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo re destpê kir, bi gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd re derbasî qonaxeke nû bû. Di vê qonaxa krîtîk a pêvajoyê de bal li ser Meclîsê ye ku qanûna çarçoveyê derxîne.

Serokê Baroya Wanê parêzer Sînan Ozaraz li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

‘KOMÎSYONA MECLÎSÊ GAVEKE GIRÎNG BÛ, LÊ BELÊ TÊRA TEMAMKIRINA PÊVAJOYÊ NAKE’

Ozaraz diyar kir ku ji destpêka pêvajoyê ve weke Baroya Wanê ew bi rengekî çalak beşdar bûne û destnîşan kir ku bûyerên piştî banga Rêber Apo qewimîn ji bo Tirkiyeyê deriyê serdemeke dîrokî vekirine.

Ozaraz ragihand ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi avêtina gavan samîmiyeta xwe ya li ser pêvajoyê nîşan da û got, “Divê dewlet jî bi heman biryardariyê sererastkirinên hiqûqî bêyî derengxistinê bixe meriyetê. Rêxistinê piştî bangê merasîma şewitandina çekan lidar xist, îradeya vekişandina hêzên xwe nîşan da. Ev yek ji bo bidawîkirina pêvajoya şer a bi salan gaveke gelekî girîng û dîrokî bû.

Dewletê tenê komîsyon ava kir. Rapora komîsyonê bêguman bersiv neda bendewariya her derdorê. Gelek sernavên wê ji aliyê me ve jî hatin rexnekirin. Lê belê li gel vê yekê girîng bû ku yekemcar li binê sîwana Meclîsê nîqaşeke bi vî rengî berfireh hate kirin. Em nikarin vê ji nedîtî ve bên.

Lê belê divê em êdî rapora komîsyonê û nirxandinên wê li pey xwe bihêlin. Bendewariya niha ya civakî amadekirina raporên nû nîne, bendewarî avêtina gavên şênber e. Rêya vê jî ew e ku qanûna çarçoveyê demek beriya demekê bikeve rojeva Meclîsê.”

‘DIVÊ PÊVAJO JI HESABÊN SIYASÎ RE NEYÊ FEDAKIRIN’

Sînan Ozaraz anî ziman ku têkildarî qanûna çarçoveyê agahiyên kêm li nava raya giştî belav bûye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Îro her kes qala qanûna çarçoveyê dike lê belê naveroka wê hîn diyar nebûye. Tabloyeke bi vî rengî hîn nîne. Li gel vê yekê em dibînin ku pêvajo gelekî giran dimeşe. Halbûkî weke ku me ji destpêkê ve anîn ziman, xusûsa herî girîng ew bû ku pêvajo bi biryardariyê heta dawiyê bê meşandin. Ji ber ku pêvajoyên bi vî rengî yên dîrokî her ku dirêj dibe, bi metirsiya destwerdanên cuda re rû bi rû dimînin. Îhtimala sabotajê zêde dibe, hêviya li nava civakê lawaz dibe. Ji ber vê jî mekanîzmayên hiqûqî yên ku dema şer bi dawî bike û çekan bi mayinde ji rojevê derxîne divê bêyî derengmayinê bêne afirandin.

Bêguman li Rojava, Îranê di hevsengiyên herêmî de guhertin hene. Ev hemû dikarin bandorê li pêvajoyê bikin. Lê belê li gel van hemûyan divê Tirkiye wê îradeyê nîşan bide ku aştiya xwe bi xwe ava bike.

Ev pêvajo ne ew pêvajo ye ku ji hesabên hilbijartinê, ji nîqaşên rojane yên siyasetê yan jî ji gumana dengan re bê fedakirin. Ji ber ku meseleya ku em li ser diaxivin ne tenê çareseriya meseleyeke siyasî ye; zemîneke nû ya civakî ye ku paşeroja gelan bi îradeya jiyana bi hev re li ser bingeha welatîbûna wekhev bê avakirin.”

‘QANÛNA ÇARÇOVEYÊ NE TENÊ ÇEK, HER WİHA WÊ DEMA NÛ JÎ PÊNASE BIKE’

Ozaraz destnîşan kir ku qanûna çarçoveyê divê tenê weke sererastkirineke teknîkî neyê dîtin û anî ziman ku qanûna bê amadekirin wê bibe zemîneke hiqûqî ya yekemîn a pêvajoya civaka demokratîk. Ozaraz got, “Weke ku di banga Birêz Ocalan de bi şênberî hate gotin, armanca destpêkê avakirina aştiyê û piştre jî avakirina civaka demokratîk e. Tişta em jê re civaka demokratîk dibêjin jî tenê li ser zemîneke dûrî ji şer dikare pêk were. Mirov bi vî rengî dikarin nêrînên xwe bi rengekî azad bînin ziman, li qada siyasî cih bigirin û daxwazên xwe bêyî bitirsin bînin ziman.

Lewma qanûna çarçoveyê wê ne tenê metneke terikandina çekan be. Di heman demê de wê bibe metneke hiqûqî ya destpêkê ku derbasbûna Tirkiyeyê ya li pêvajoya demokratîkbûnê pêk bîne.”

‘GARANTIYÊN DESTÛRA BINGEHÎN DIVÊ BÊNE AFIRANDIN’

Sînan Ozaraz ragihand ku piştî qanûna çarçoveyê divê guhertinên destûra bingehînî bikevin rojevê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir, “Piştî ku çek bi temamî ji rojevê hate derxistin, endamên rêxistinê ji bo karibin tevlî siyaseta demokratîk bibin, yên li sirgûnê karibin vegerin welatê xwe, ji bo Kurd bi destûra bingehîn bêne naskirin divê mafên wan ên çandî û kolektîf bêne garantîkirin.

Di heman demê de divê Tirkiye rêgezên dewleta hiqûqê ya demokratîk bêkêmasî bi cih bîne. Eger îro hîn jî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih nayên anîn, hingî diyar e ku di mijara demokratîkbûnê de pirsgirêkên cidî dewam dikin.

Ji ber vê jî divê dewlet bi qanûna çarçoveyê tenê nesekine. Di heman demê de di bicihanînê de jî guherîneke mejî yê demokratîk bixe meriyetê. Heta ku serweriya hiqûqê nebe esas, welatîbûna wekhev neyê garnatîkirin û mafên bingehîn ên gelê Kurd bi destûra bingehîn neyên ewlekirin, mirov nikare qala aştiyeke mayinde bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 10’Ê TÎRMEHA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Saritaş: Nêzîkatiya dûrî muzakereya demokratîk dibe ku firsenda dîrokî ji holê rake
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘AKP çareseriya pirsgirêkan naxwaze, dixwaze pirsgirêk hîn kûrtir bibin’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got, di pêvajoya piştî hevdîtina bi Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 11’Ê ADARA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li 6 bajaran serdegirtina malan: 15 kes hatin binçavkirin

Li Amed, Mêrsîn, Stenbol, Edene, Kirikkale û Muglayê di serdegirtina malan de 15 kes hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Wanê ji bo şehîdan taziye hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Newala Qesaba bîra me û Egîd dîroka têkoşîna me ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Gelê Kurdistanê di her şert û mercî de xwedî li şehîdên xwe derketiye’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îran wê pêkanînê li keştiyên li gorî rêgehê tevnegerin, ferz bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?