Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê civak xwedî li hunermendan, hunermend jî xwedî li civakê derkeve’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma muzîkê ya BaBa Zula: Em bi aştiyê re ne, divê desthilatdarî gavê biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Ramazan Tan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Aştî bi tevlîbûna jinan mayinde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Newroza Reqayê: Dagirker wê teqez bêne têkbirin
Rojava

Newroza Reqayê: Dagirker wê teqez bêne têkbirin

Li Stada Şaredariyê ya li bajarê Reqa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiya Newrozê bi coş dewam dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Bi sedan kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn ku bi dirûşma “Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ hate lidarxistin.

 

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl bixêrhatina beşdaran kir û got: “Em Newrozê cejna vejîn, azadî, sembola serketina heqiyê li gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Çerkez û Tirkmen pîroz dikin.”

Hêvîn Îsamîl diyar kir ku ew ê têkoşîna demokrasiyê berdewam bikin û wiha pê de çû: “Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê dê li kêleka gelê xwe yê berxwedêr têkoşîna demokasî, civakî ya aştiyane berdewam bikin da ku li hemberî zilm û qeydan civakeke azad û hevgirtî ava bikin. Em ê ji bo rakirina tevahî cureyên cudakariyê li ser esasê felsefeya neteweya demokratîk bixebitin.”

Hêvîn Îsamîl di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Em her sal bikin Newroza li hemberî dagirkeriyê û her bihosteke xaka dagirkirî rizgar bikin. Dagirkerî wê teqez têk biçe. Newroza îsal dê bibe qonaxeke nû ya têkoşîna ber bi avakirina Sûriyeyeke pirreng a nenavendî ve.”

Di dewama pîrozbahiyê de bi navê Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Reqayê hevserokê meclisê Xalid Berkel axivî. Berkel Newroz li tevahî pêkhateyên herêmê pîroz kir û wiha got: “Her sal di 21’ê Adarê de serdema berxwedan û çanda azad li hemberî hemû cureyên zilm û zordestiyê nûjen dibe. Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û hevalên xwe bi dengekî bilind got na ji zilm û teslîmbûyînê re, ji ber ku teslîmbûyîn xiyanet e û berxwedan jiyan e. Dema ku çanda berxwedanê geş dibe, hingî felsefe û ramanên rêberê neteweya demokratîk nûjen dibe.”

Xalid Berkel Rêber Abdullah Ocalan û parêzvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir.

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Buseyna Ebdo diyar kir ku di Newrozê de îradeya gelan a ji bo azadî û aştiyê nûjen dibe.

Buseyna Ebdo bal kişand ser berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: “Berxwedan û sekna gelê me ji dagirkerên Tirk û tevahî dijmnên gelên azadîxwaz re îsbat kirin ku her tim îradeya gelan bi ser dikeve û planên dijmin têk diçin.”

Buseyna Ebdo di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Em ê Newroza 2024’an bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêbertî. Azadî û demokrasiyê bi pêkanîna azadiya wî ve girêdayî ne. Meşaleya Kawayê Hesinkar di rihê me de pêxistî ye. Em hêvî dikin ku Newroz bibe destpêka qonaxeke nû ya têkoşîn, hezkirin û aştiyê heta ku Sûriyeke demokratîk a nenavendî mîsoger bikin.”

Pîrozbahî bi çalakiyên hunerî dewam dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN REQA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KJK’ê bang li jinan kir: Pêşengiyê ji têkoşîna li dijî dagirkeriyê bikin
Nûçeya Pişt re Li Hesekê û Dirbêsiyê Newroz: Gerîla hatin silav kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li gel hevdîtinên li ser agirbestê jî gefa Îsraîlê ya li ser Refahê dewam dike

Li gel hişyariyên ji qada navneteweyî û hevdîtinên bi Hamasê re li ser agirbestê têne…

Ji aliyê Stêrk TV

Di şer’an de destwerdanên agahdarkirinê

"Kaos pêlekan e." Gotina navdar a Petyr Baelish ji romana A Song of Ice and…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Karmendan li hemberî pêşniyara zemê ya kêm dev ji kar berda

Di hevdîtinên hikûmeta AKP’ê yên têkildarî Peymamên Kar ên Komî de ji karmend û teqawidan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şandeya Jinan a ji Bakurê Kurdistanê serdana YPJ’ê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star: Yekîtiya me dê hewldanên fitneyê têk bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê êrişa li ser navenda meclîsê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êrîşî avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?