Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku 27’ê Sibata 2025’an bi banga Rêber Apo destpêkê kir û bi gavên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê gihîşt asta heyî, bi nîqaşên li ser “qanûna çarçoveyê” re derbasî qonaxeke nû bû. Parêzer Mehdî Ozdemîr mijar nirxand û nêrînên xwe yên li ser pêvajoyê û nîqaşên têkildarî “qanûna çarçoveyê” bi ajansa me re parve kir.
Ozdemîr diyar kir ku pêvajoya nû zemîneke civakî sû siyasî ya demokratîk ferz dike ku nasnameyên cuda nas dike û got, “Di pêvajoya civakî û siyasî ya nû de ku nasnameyan qebûl dike, pêwîstî bi wê yekê heye ku astengiyên li pêşiya aştiyê ji holê bêne rakirin û pergaleke hiqûqî ya yekpare bê avakirin. Reformên ku serweriya hiqûqê garantî dikin bi nêzîkatiyên demkî nayên kirin, divê bi perspektîfeke ku pirsgirêkên rasteqîn ên Tirkiyeyê ji xwe re dike esas bêne amadekirin. Girîng e mercên heyî rast bêne nirxandin û nexşerêyek bê afirandin ku bersivê dide pêwîstiyan.
Qanûna çarçoveyê divê metneke yekpare be ku bibe garantiya pêvajoyê bi xwe. Çareseriya pirsgirêkeke weke meseleya Kurd ku bi dehan salan nehate çareserkirin û aliyên xwe yên siyasî û civakî hene, bêyî serweriya hiqûqê û bicihanîna dadgeriya serbixwe nepêkan e. Ji bo gavên demokratîkbûnê yên ku tevkariyê li aştiyê bike, mecbûr e ku mewzûat li ser bingeha mafên mirovan jinûve bê sererastkirin û di serî de mafê hêviyê hemû mafên bingehîn bêne garantîkirin.”
‘KÊMASIYA BINGEHÎN A RAPORA KOMÎSYONÊ NÊRÎNA WÊ YA EWLEKARÎPEREST BÛ’
Ozdemîr ragihand ku komîsyona meclîsê piştî hevdîtinên demdirêj ên bi derdorên cuda yên civakê raporeke girîng amade kir û anî ziman ku li gel vê yekê nêzîkatiya giştî ya raporê kêm ma.
Ozdemîr got, “Bêguman ev hêja ye. Lê belê kêmasiya bingehîn a raporê ew e ku cewhera meseleyê bi rengekî rast teşhîs nekir. Ziman û nêzîkatiya raporê bi esasî nîşaneya feraseta dewletê ye ku meseleyê weke pirsgirêka ewlekariyê dibîne. Halbûkî meseleya Kurd pirsgirêkeke asayîşê nîne. Ev meselemeseleya naskirinê, nasname, welatîbûna azad û muxatabiyê ye. Nîqaşên li ser qanûna çarçoveyê li şûna ku di çarçoveya serweriya hiqûqê, welatîbûna wekhev û mafên bingehîn bimeşe, li ser kategoriyên ewlekariyê yên cihêkar û teng tê meşandin ku ev yek pirsgirêkeke girîng e.”
‘MESELEYA KURD MIJARA HIQÛQA DESTÛRA BINGEHÎN E, NE YA HIQÛQA CEZA YE’
Ozdemîr destnîşan kir ku meseleya Kurd bi esasî pirsgirêkeke siyasî û destûra bingehîn e, lewma çareseriya wê nabe ku bi hiqûqa ceza bê nirxandin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Ev mesele meseleya statuya kolektîf û hiqûqa destûra bingehîn e. Pirsgirêkeke bingehîn e ku mafên komî yên weke welatîbûna wekhev, zimanê dayikê, temsîla siyasî û muxatabiyê eleqedar dike. Dema ku we çareserî di çarçoveya hiqûqa ceza de nirxand, hingî hûn ê şaşitiyeke kategorîk a cidî bikin. Hingî hûn ê daxwazên kolektîf ên civakî û siyasî veguherînin prosedurên înfaza şexsî. Nêzîkatiyeke bi vî rengî çareseriyeke rasteqîn bi xwe re nîne.”
‘DIVÊ JI AŞTIYA NEGATÎF DERBASÎ AŞTIYA POZÎTÎF BIBE’
Ozdemîr diyar kir ku têgeha aştiyê ne tenê tê wateya rawestandina şer û got, “Aştiya negatîf bêdengbûna çekan, bidawîbûna tundiyê ya yekser e. Aştiya pozîtîf jî tinekirina kêmasiyên tevlîbûna demokratîk, bêedaletî û newekheviyê ye ku wê tundiyê xwedî dike. Dema ku ji aliyê hiqûqê ve bê nirxandin aştiya negatîf dikeve çarçoveya hiqûqa ewlekariyê û ceza; aştiya pozîtîf jî mijara hiqûqa mafên bingehîn û destûra bingehîn e. Çareseriya esasî ya meseleya Kurd jî tenê bi serweriya hiqûqê û avakirina dadgeriya serbixwe dibe.
Derbasbûna ji aştiya negatîf ber bi aştiya pozîtîf ve, ne tenê sererastkirina rewşa yên ku çek danîne li hiqûqa ceza ye. Meseleya esasî ew e ku weke welatiyên wekhev li jiyana civakî û siyasî vegerin. Tişta ku em jê re entegrasyon dibêjin bi cewherî meseleyeke statuya hiqûqê ye. Ev yek bi qanûneke teng a bêçekbûnê nikare pêk were. Ji ber ku eger pergala ku kesên çek danîne pergaleke hiqûqê be ya ku wan sûcdar dibîne, zimanê wan bi sînor dike û siyasetê bi kiryarên qeyûm asteng dike, hingî ew kes wê ne li aştiyê lê belê li rewşeke nediyar a nû vegere.”
‘HIQÛQ DIVÊ BIBE PARÇEYEK JI ÇARESERIYÊ, NE PARÇEYEK JI PIRSGIRÊKÊ’
Mehdî Ozdemîr destnîşan kir ku divê qanûna çarçoveyê bi rengekî yekpare bê amadekirin û herî dawî got, “Ji ber vê yekê sererastkirina bê amadekirin divê bi perspektîfeke berfireh bê nirxandin ku welatîbûna wekhev, perwerdeya bi zimanê dayikê, azadiya fikrî û rêxistinbûnê, demokrasiya xwecihî û serxwebûna dadgeriyê garantî bike. Naxwe wê pêvajoyeke welê derkeve holê ku tenê çek bêdeng bûye, lê belê pirsgirêkên binyadî çareser nebûye û ev rewş jî wê pêvajoyeke nediyar a nû bi xwe re bîne.
Bi qasî firsendên li pêşiya me yên ji bo reformên hiqûqî yên tevkariyê li aştiyê bike, divê em astengiyên heyî jî bi baldarî binirxînin. Hiqûq di vê pêvajoyê de divê bibe parçeyek ji çareseriyê ne ji pirsgirêkê. Pêvajoya danîna çekan wê ne dawî be, lê destpêk be.
Aştiya mayinde jî dema ku meseleya Kurd ji pirsgirêkeke ewlekariyê wêdetir weke meseleya demokrasî, welatîbûna wekhev û mafên bingehîn hate nirxandin hingî wê pêk were.”

