Şemî, 13 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Koçak: Konseya Ewropayê bi tevahî bibe cihê nîqaşê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kir: Em ji tevkariya pêvajoyê re amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên wan ên di Newrozê de wekî sûc hatin dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirxûsê leşkeran êrîşî protestoya GES’ê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora ÎHD û OHD: Di girtîgehên Edeneyê de binpêkirinên mafan ên sîstematîk hene

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karavana Dayikan bi banga aştî û piştevaniyê ji du rêgehan ber bi Berlinê ve bi rê dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser girtiyên jin dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nurgul Sadak hate kuştin, Ayşe Irmak Koparan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ozgur Ozel: Divê temamiya sereraskirinên qanûnî bên kirin
Rojane

Ozgur Ozel: Divê temamiya sereraskirinên qanûnî bên kirin

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bi Hevserokê Giştî yên DEM Partiyê re hevdîtin kir. Ozgur Ozel piştî hevdîtinê daxuyanî da û diyar kir ku ew paketeke demokrasiyê amade dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Adar 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ku di Şandeya Îmraliyê de cih digirtin, bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel re hevdîtin kirin. Hevdîtin, li Navenda Giştî ya CHP’ê hat lidarxistin. Şandeya DEM Partiyê ji hêla Sekretera Giştî ya CHP’ê Selîn Sayek Boke, Cîgirê Serokê Giştî Gokçe Gokçen, Cîgirê Serokê Giştî yê ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Ensar Aytekîn ve hate pêşwazîkirin.

DEM Partiyî, piştre jî derketin qada Ozel lê rûdine. Ozel, DEM Partiyî li pêşiya eywana civînan pêşwazî kir. Piştî silavdayinê jî civîn dest pê kir. Piştî civînê, daxuyaniya hevpar hat dayin.  

HEVDÎTINÊN BAŞ

Tulay Hatîmogûllari di daxuyaniyê de got: “Me îro hevdîtinên gelek baş kirin. Me hem geşedanên li Tirkiyeyê hem jî komkujiyên li dijî Elewiyan ên li Sûriyeyê nirxandin. Me, têkildarî banga birêz Abdullah Ocalan de agahdar kirin û çendek rêzehevdîtin dan destpêkirin. Dê hevdîtinên me bidomin.”  

Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku piştî banga Abdullah Ocalan dest bi hevdîtinan kirine û wiha domand: “Ji 1’ê Cotmehê heta niha wekî birêz Bahçelî jî di civîna koma xwe de gotibû; têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û çekberdana PKK’ê pêvajoyên diyalogê hebûn. Di van pêvajoyên diyalogê de rûpeleke nû vebû. Ev rûpel, bi banga Îmraliyê vebû. Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re rûpeleke nû vebû. Mijara esasî ya bangê ew e ku pirsgirêka Kurd ji çarçoveya pevçûn û tundiyê were derxistin û li ser zemîneke qanûnî, siyasî û demokratîk were çareserkirin. Muxatabê vê bangê li rexekî rêxistina birêz Ocalan e, li rexekî hemû dînamîkên siyasî û civakî yên li Tirkiyeyê, li rexekî îktîdar û muxalefet jî di nav de hemû partiyên siyasî û di heman demê de dewlet bi xwe ye. Bi taybet jî ji bo ev pêvajo derbasî zemîneke qanûnî û hiqûqî bibe, bêguman girîng e ku hinek şert û merc bên avakirin. Em bi birêz Ozel û şandeya pê re li ser van mijaran şêwirîn. Dixwazim destnîşan bikim bê ka di vê pêvajoyê de rola parlamentoyê ji bo aştiya civakî çiqasî mezin e. Ji bo xurtkirina zemîna vê bangê, gelek girîng e ku pêvajoya bêpevçûniyê dest pê bike. Birêz Ocalan, banga xwefesihkirinê li PKK’ê kir. PKK’ê jî bersiveke erênî da. Bi avakirina şert û mercan re dê bikarin kongreya xwe bicivînin û agahî dan ku dê têkildarî mijarê pêvajoyê bidin destpêkirin. Dixwazim bi taybet jî li ser pêvajoya bêpevçûniyê bisekinim. Ji ber ku ji bo pêvajoya xwefesihkirinê çêbibe, divê zemîna vê veguherîna demokratîk bi xurt were amadekirin.”

Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllari ev tişt anî ziman: “Destpêkirina pêvajoya bêpevçûnê girîng e. Mijara duyemîn, di serî de ev hevdîtin gavê ku ji vir û şûnde dê li ser zemîna parlamentoyê bên avêtin in. Anku di vê pêvajoyê de gelek girîng e ku qanûnîbûn dest pê bike. Hevdîtinên behsa xeberê yên ez qala wan dikim di hundirê vê de ne. Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê zemîna veguherîna demokratîk baş were amadekirin. Di serî de partiya muxalefetê ya sereke, peyamên erênî yên muxalefetê yên heta niha hatine dayin gelek biqîmet in. Ev pêvajo, pêvajoyeke gelek girîng e. Hewce ye pêvajoya aştiyê, ev hewldane bi tu awayî neyên pûçkirin. Ev yek gelek biqîmet e. Lewma, divê hemû derdor xwedî lê derkevin. Di vê mijarê de erk û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê îktîdar û dewletê.”

Tulay Hatîmogûllari, piştgiriya wan a bi bangê re bi bîr xist û wiha pê de çû: “Di hevdîtina îro de ji me re hate gotin ku CHP ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amadekariya paketeke demokratîkbûnê dike. Ev, xebateke gelek biqîmet e û ji bo amadekariyan careke din spasiya wan dikim. Ev gelek girîng e. Ev serdem, ew serdemeke ku divê meclis, siyaset û hemû zemînên demokratîk înîsiyatîfê li xwe bigirin.”  

Tulay Hatîmogûllari, herî dawî jî bertek nîşanî komkujiyên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan tên kirin, da.

OZEL: PEYWIRA GEL WÊ TEVKARIYÊ LI PÊVAJOYÊ BIKE

Piştre jî Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel axivî. Ozel, got: “Komên me ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel, raye ji gel xwestin. Gel jî rayeya xwe bi vî rengî da. Heke pêvajoya şer were terikandin, heke rêxistin çekên xwe berde, heke xwe hilweşîne, heke dayik êdî negirîn, heke êdî şehîd neyên, heke êdî dayikên Kurd û Tirkan negirîn, heke xwîn êdî nerije, heke êdî zarok êtîm nemînin, peywira gel daye me jî ew e ku mirov ji bo vê pêvajoyê alîkar be.”

Bi domdarî Ozel, ev tişt anî ziman: “Jixwe heke bibî  parlamenter, heke rayeyê ji gel bigirî û çi dibe bila bibî li dijî pêvajoyeke wiha derkevî, wê demê tu ji bo rijandina xwînê û barandina hêsiran dibêjî; ‘tu çareseriyên min nînin, ez li wir nînim.’ Em ne mirovên vê siyasetê ne. Di mijara pirsgirêka Kurd de em xwedî helwesteke çêker in. Ji bo çareserkirina wê em ê hewl bidin. Zemîn ku dere? Zemîn, parlamento ye. Di vê mijarê de di civîna komê ya hefteya din de min bang li birêz Nûman Kurtulmuş kir ku înîsiyatîfê li xwe bigire. Ez dixwazin dîsa dubare bikim.

Dema li parlamentoyê di vê mijarê de xebat hatin destpêkirin, em ê peywira xwe bicih bînin û peywira gel daye me bicih bînin. Em ê vê yekê bi muxatabên xwe yên din ên li parlamentoyê re parve bikin. Hedefa me hem Kurd in hem Tirk in hem Elewî ne hem Sunî ne.. hedefa me civakeke azad û demokratîk a ku hemû etnîk nasname an jî bawerî xwe de wekhev dibînin e. Ji bo vê jî divê tevahiya sererastkirinên qanûnan bên kirin. Hewceye di vê mijarê de mirov meseleyê bike du beş. Ya yekemîn, sererastkirinên qanûnî yên nû yên kêmasî tê de hene. Ya duyemîn jî, bi adilane û demokratîk cîbicîkirina qanûnên heyî ye. Hewceye di vê mijarê de bi biryardarî gav bên avêtin. Ev yek dê bi xêra tevahiya Tirkiyeyê be. Heke em vî karî ji hedefên siyasî yên partiyeke siyasî re bihêlin, em tevek dê winda bikin.”

Ozel, anî ziman ku di pêvajoya 2013-2015’an de muxalefet li derveyî pêvajoyê hatiye hiştin û wiha got: “Naxwazim roja îro neyînî bikim lê îktîdar bi taybet jî AKP hewl dide CHP’ê li derve bihêle û bi bêqîmetkirina fikrên wê rêya xwe bidomîne. Ez li vir careke din hişyariyê didim, em ê winda bikin, dê Tirkiye winda bike. Heke pêvajoya 2013-2015’an wekî dihat xwestin bihata birêvebirin, ji wê rojê heta niha dê hêsirên dayikan û xwîn nerijîbûya… Lewma divê ji berê ders bên girtin. Lêgerîneke çareseriyê ya li derveyî zemîna TBMM’ê dê rast nebe.”

Ozel, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Paketek a me ya demokratîkbûnê heye ku em li ser 7-8 serenav û mijarên esasî dixebitin, gelek qanûnan û ji zêdetirî 20 beşan de em xebatê dimeşînin. Heke ev paket bikeve meriyetê, dê di mijara meseleya Kurd de pêşketinên gelek mezin çêbibin. Bi taybet jî dê îmaja Tirkiyeyê ya li cîhanê biguhere, ji bo aboriyê gelek sûdewer be û îndeksa me ya heyî gelek pêşde bibe… Wê demê dê tu kes ji vê pêşketinê mehrûm nemîne. Lê heke were redkirin û neyê cîbicîkirin, dê çareserî pêkan nebe. Ji ber ku tu çareseriyên demokratîkbûnê di hundirê xwe de nehewînin, dê nebin çareseriyên mayinde. Dê li Tirkiyeyê tu kes xêra vê nebîne.  

Heke em ji vê pêvajoyê bên dûrxistin, heke pêvajo bê têkbirin û heke ev pirsgirêk di vê serdemê de neyê çareserkirin; dê AKP weke partiya ku ji bo berjewendiyên xwe yên partiyê ev pêvajo têkbirî di rûpelên dîrokê de cih bigire. Dê Tirkiye li pêşiya xwe binêre. Li şûna ku li benda pêvajoya Tirkiye li pêşiya xwe dinêre bisekinin, divê em tevek xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Ji bo vê jî sê pêşniyarên me hene; demokrasî, demokrasî û domokrasî. Ji bilî vê tu pêşniyarên me nînin.”

Piştre jî pirsên rojnamegeran hatin bersivandin. Ji bo pirsa “Gelo banga Abdullah Ocalan ji bo HSD’ê jî derbasdar e yan na?”, Tuncer Bakirhan ev bersiv da: “Jixwe em nikarin bibin muxatabê meseleya têkildarî HSD’ê de. HSD li Sûriyeyê hatiye avakirin û di nava hevkêşeya Sûriyeyê de ye. Rêveberiyeke nêzî 12 sal in bi gel û baweriyên din re hatiye avakirin heye. Lewma jî DEM Partî nikare di mijara çekberdana HSD’ê de tiştekî bibêje. Jixwe di bangê de pir zelal e bê ka bang ji bo kê hatiye kirin. Lewma jî ev pirs girîng in lê ya herî girîng ew e ku mîna birêz Ozel jî got, mirov nîqaşê li ser vê pêvajoya ku dê dawî li mirinan bîne bisekine. HSD dikare têkildarî xwe biryaran bide ku xwe weke avadaniyeke siyasî ya serbixwed dinirxîne. Lewma tiştekî rast nîne em der heqê wan de nirxandinekê bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ÎHD: Divê tavilê dawî li binpêkirinên li Girtîgehên bi Tîpa R bêne anîn
Nûçeya Pişt re Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê sererastkirinên qanûnî û hiqûqî bên kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Werin em bi hev re banekî hevpar ava bikin

Wê li Bazîdê konferansa "Girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd" were lidarxistin. Hevberdevkê Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Huseyîn Sûgûç ê YPG’î serdanên sersaxiyê yên girseyî

Ji bo Huseyîn Sûgûç (Andok Dildar) ê YPG'yî ku sala 2014'an li Bakur û Rojhilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiyên ‘Dawî li tecrîdê bîne’: Dawî li bêhiqûqiyê bîne

Di çalakiyên ‘Dawî li tecrîdê bîne’ ya li avahiyên AKP’ê tên lidarxistin de banga, “Dawî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Koçak: Konseya Ewropayê bi tevahî bibe cihê nîqaşê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 13’Ê HEZÎRANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kir: Em ji tevkariya pêvajoyê re amade ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Stranên wan ên di Newrozê de wekî sûc hatin dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?