Yekşem, 8 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna hevpar rêyeke din a gelan nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Mirinên li cihê kar encama sîstema neçavdêriyê ku sermiyan diparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Kaya: ‘Heke kesekî din bimirê, wê hesabê vê yekê kî bide?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Polonyayê di êrişa çekdarî de 9 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Piraniya kesên ji Ewropayê têne dersînorkirin Tirkiyeyî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Meşaleyeke azadiyê ya li bin siya çiyê dibiriqe: Şehîdd Agirî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tuncer Saglam wê sibê bi merasîmeke girseyî were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YCK-KURD ji bo kongreya damezrandinê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dîroka xwe dinivîse

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sine şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclisa Jinan a Nûda û Frauenkollektive şahiya hevpar a 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan sempozyuma ‘Bîra Civakî û Travmayê’ li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî êrîşên zayendî meşiyan: Xweparastinê berfireh bikin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ÎHD: Divê tavilê dawî li binpêkirinên li Girtîgehên bi Tîpa R bêne anîn
Rojane

ÎHD: Divê tavilê dawî li binpêkirinên li Girtîgehên bi Tîpa R bêne anîn

Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehên bi tîpa R rapora xwe bi raya giştî re parve kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di civîna çapemeniyê de ya li navenda giştî hate lidarxistin, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê (MYK) Nûray Çevîrmen rapora li ser encama serdanên li girtîgehên bi tîpa R ên li Metrîs, Menemen û Xarpêtê eşkere kir.

GIRTIYÊN NEXWEŞ BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ TÊNE HIŞTIN

Di raporê de hate destnîşankirin ku di asteke metirsîdar de mafên mirovan ên girtiyên nexweş têne binpêkirin. Hate bibîrxistin ku nexweşê MS Abdulkadîr Kûday ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dihate ragirtin, li gel daxwazên berdanê nehate berdan û di 2’ê Cotmeha 2024’an de jiyana xwe ji dest da. Her wiha hate gotin, Y.D. ê ku pirsgirêkên xwe yên derûnî hebûn, ji ber ku diranên wî tine bû xwarin ket qirika wî û jiyana xwe ji dest da.

ASTENGIYA LI PÊŞIYA XIZMETÊN TENDURISTIYÊ Û PÊWÎSTIYÊN BINGEHÎN

Di raporê de hate destnîşankirin ku li girtîgehên bi tîpa R’ê derfetên xizmetên tenduristiyê gelekî kêm in, girtî neçar dimînin ku ava xwarinê ji kantînê bikirin, bi rêk û pêk derman ji wan re nayê dayin û personelên tenduristiyê kêm in. Hate gotin, li Tîpa R a Xarpêtê doktor timî têne guhertin û 24 saetan piştgiriya tenduristiyê nayê dayin.

ŞERT Û MERCÊN FÎZÎKÎ LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN E

Li gorî raporê li Tîpa R a Metrîsê li odeyan pergala germkirinê û hewastandinê kêm e. Mehên havînê jî ku hewa germ e, tenê bi vantîlatorên ji kantînê têne kirîn girtî îdare dikin. Her wiha ji ber ku jorê paceyan teng e û bi têlê hatine girtin, hewa bi têrkerî nakeve hundir. Girtiyên ku kursiya astengdaran bi kar tînin, ji ber ku nikarin bi hêsanî xwe bigihînin serşok û tiwaletê zor û zehmetiyan dikişînin.

JI AKTÎVÎTEYÊN CIVAKÎ BÊPAR TÊNE HIŞTIN

Girtî ji hemû aktîvîteyên civakî bêpar hatine hiştin. Kurs, atolye, aktîvîteyên sohbetê û sporê nayên kirin, tenê li Tîpa R a Metrîsê girtiyan kêm caran dibin odeya kişikê. Her wiha tê gotin, hikumxwarên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn li hucreyên yek kesî têne hiştin.

DAXWAZ

ÎHD’ê xwest, binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan tavilê bêne bidawîkirin û xwest, ev gav bêne avêtin:

Di Qanûna Înfazê ya bi hejmara 5275’an de ku berdana girtiyên nexweş asteng dike, xalên pêwendîdar bêne guhertin.

Divê dawî li erka yekdestiya biryardanê ya Saziya Tipa Edlî ya li ser girtiyên nexweş bê anîn.

Astengiya li pêşiya navberdayina li rejîma înfazê ya hikumxwarên muebbetê yên girankirî bê rakirin.

Girtîgehên bi tîpa R li gorî pîvanên Desteyên Mandela yên Neteweyên Yekbûyî bêne birêkûpêkkirin.

Şert û mercên girtîgehan ên ku mafê jiyanê, tenduristiyê binpê dikin û li dijî rûmeta mirovahiyê ne, bêne sererastkirin.

ÎHD’ê diyar kir ku divê girtiyên nexweş li nexweşxaneyan an jî li gel malbatên xwe bêne dermankirin û destnîşan kir ku ragirtina wan li girtîgehan bûye cezakirineke duyemîn. Bang hate kirin ku li gorî mafên mirovan, girtîgeh bi rengê ku tenduristiya derûnî û fîzîkî ya mirovan biparêze jinûve bê sererastkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komkujiya Elewiyan li gelek bajaran hate şermezarkirin: Ev qirkirin e
Nûçeya Pişt re Ozgur Ozel: Divê temamiya sereraskirinên qanûnî bên kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEDAŞ’ê bi ser gund de girt û gefa qutkirina elektrîkê xwar

DEDAŞ li Kurdistanê bûye yek ji amûrên zordariyê ya dewleta Tirk. DEDAŞ’ê li navçeya Bismil…

Ji aliyê Stêrk TV

Xebatên Mitînga Hêvî û Azadiyê bêyî navber dewam dike

Beriya Mitînga Hêvî û Azadiyê ku wê li Amedê were lidarxistin, li seranserê bajer amadekarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Nepal û Tibetê hejmara miriyan gihîşt 676’an, 3 hezar kes winda ne

Di karesata lehiyê ya li sînorê Nepal-Tîbetê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna hevpar rêyeke din a gelan nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên Apoyî: Pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Mirinên li cihê kar encama sîstema neçavdêriyê ku sermiyan diparêze

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sevda Kaya: ‘Heke kesekî din bimirê, wê hesabê vê yekê kî bide?’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?