Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Bila girtiyên nexweş Elçe û Oral bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Hasan Biçakçi merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmergeyan: Alîkariya darayî ya Koalîsyona Navneteweyî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 5 bajaran daxwaza edaletê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk hat pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Têkoşîna Riza Altun dê her dem rê nîşanî me bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > ‘Parastina Hewsel û Dîcle parastina jiyan û siberojê ye’
Civak & Ekolojî

‘Parastina Hewsel û Dîcle parastina jiyan û siberojê ye’

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê got, “Parastina Hewsel û Dîcle ne tenê parastina qadekê; parastina nefesa vî bajarî, jiyan û siberojê ye. Ev wezîfeya parastinê ne tenê ya rêveberan, berpirsyariya hemû pêkhateyên bajêr e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî dagirkirina Baxçeyên Hewselê û Geliyê Çemê Dîcleyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku herêm bi texrîbata ekolojîk rû bi rû ye û ji ber molozên tên avêtin herêm gav bi gav tê tunekirin.  

Daxuyanî wiha ye:

“Têkildarî propagandaya reş a ev demeke li ser Baxçeyên Hewselê û Geliyê Çemê Dîcleyê tê kirin, pêwîstî bi daxuyaniyekê çêbû. Li Baxçeyên Hewselê û Geliyê Çemê Dîcleyê zêdetirî 8 hezar sal in bê navber çandinî lê tê kirin. Di dîroka 12 hezar salî ya bajarê me de cih digirin û di Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCO’yê de ne. Ev der, ji aliyê hin komên berjewendîperest ve bi rêyên ji dûrî nirxan tê texrîbkirin.

Mixabin, Baxçeyên Hewselê û Geliyê Çemê Dîcleyê ku li navçeya me ya Sûrê ne, ji ber hilberîna xwe ya çandiniyê, cihêrengiya xwe ya biyolojîk, bîra xwe ya çandî û cihê jiyana hevpar a gel xwedî nirxek bêhempa ne û niha di bin xetereyeke cidî de ne. Ev mîrateye ku ji bilî çalakiyên çandiniyê yên li ser qada 2 hezar û 800 donimî, ‘depoya oksîjenê’ ya bajêr e û niha gav bi gav tê tunekirin. Her wiha ev bihûşta xwezayê ya ku penageha gelek mamikên wekî ji zêdeyî 180 cureyên çûkan, kêzik, ajalên bejî, seyên avê, kûsî Firatê, rovî, sansûr, simore û jûjîyan e, hema hema rû bi rûyê hilweşîneke mezin a mirovî ye. Ji bilî avahiyên neqanûnî yên li dora faunaya xwe ya dewlemend, bihûşta me ya xwezayê ji ber zibil û dermanên ku di warên çandiniyê de tên bikaranîn, di xetereya windabûnê de ye.

Tevî hemû tevdîrên ku me girtine, hema hema her roj bi rêyên qaçax û veşartî moloz li Baxçeyên Hewselê û perava Çemê Dîcleyê têne darêtin û gav bi gav dîwarên beton bilind dibin. Ev hilweşandina ku ji aliyê destê mirovan ve tê meşandin, ekosîstema herêmê xirab dike; cureyên zindî yên wekî masî û çûkan kêm dike. ‘Kargehên’ biçûk ên ku bi efûyên îmarê yên ku berê hatibûn derxistin û wekî encama belgeya ‘tomarkirina avahiyê’ ya ku ji aliyê Midûriyeta Parêzgehê ya Jîngeh û Bajarvaniyê ve hatibû dayîn hatibûn vekirin, di demê de veguherîne qadên bazirganiyê yên mezin. Mixabin di dema 8 salên qeyûman de ji bo bi dehan kargehên wekî qehwexane, eywanên dawetan, platformên kişandinê, kafe, xwaringeh, çayxane, xwarin û taştêyê yên ku niha dibin sedema qirêjiyê, lîsansên kargehê hatine dayîn. Perava çem bi temamî bi moloz û betonê hatiye dagirtin. Kirêtiya dengî ya ku çêbûye û zêdebûna hatin û çûyînên ziyaretvanên herêmî û biyanî yên herêmê, di warê madî û manewî de gihiştiye asteke xeternak.

Li hemberî van hemû pirsgirêkên berhevkirî, wekî îradeya hilbijartî ya bajêr, em mecbûr in ku li gel ax, av û hewaya xwe, hemû bermahiyên çandî û nirxên bajarê xwe biparêzin. Bertekên civakî yên zêde nîşan didin ku gel daxwaz dike ku talana ekolojîk were rawestandin. Em dizanin ku divê li hemberî sûcên bajêr tevbigerin û em ji bo bicihanîna berpirsiyariya xwe ya li hemberî van sûcan bi biryar in.

AMADEKIRINA PLANA ÇALAKIYAN

Di vê çarçoveyê de; ji bo ku li hemberî rewşa Baxçeyên Hewselê û Geliyê Çemê Dîcleyê bê rawestandin, di Lijneya Koordînasyona Parêzgehê ya bi serokatiya Walî Mûrat Zorluoglû re mijar bi berfirehî gotûbêj kir û biryar hate dayin ku ji bo destpêkirina çalakiyê, planeke çalakiyê were amadekirin. Niha di nava walîtiyê de li ser mijarê lijneyeke koordînasyonê hatiye avakirin û xebatên xwe didomîne.

Wekî Şaredariya Bajarê Mezin, em careke din diyar dikin ku em ê helwesta xwe û biryardariya xwe ya li dijî kambaxkirina bihûşta xwezayê bidomînin, em ê serî li ber propagandaya reş netewînin û em ê nehêlin ku gel bi agahiyên çewt were manîpulekirin. Helwesta me li dijî ti ‘malbat’, ‘şîrket’ û hwd. kargehan nîne. Helwesta me li dijî wan kesan e ku bi kargehên biçûk dest pê dikin û sînorên xwe gelek caran derbas dikin û hewa, av û axa me qirêj dikin.

Berpirsyariya me ya dîrokî ya li hemberî vî bajarî deynê stûyê me ye. Sedema sereke ya propagandaya reş a li dijî nasnameya sazî ya Şaredariya Bajarê Mezin û hevşaredaran, xwesteka domandina rant û çerxa gendeliyê ye. Ev rantxwer, bi gotinên wekî “Ew camî û mizgeftan dirûxînin” rasterast derewan dikin û hest û hesasiyetên dînî yên gel îstismar dikin.

PARASTINA HEWSEL Û DÎCLEYÊ BERPIRSYARTIYA HER KESÎ YE

Em diyar dikin ku gelê me li ser hemû pêvajoyê agahdar e û em ê xebatên siberojê jî bi awayekî zelal û aşkere bi raya giştî re parve bikin. Parastina Hewselê û Dîcleyê, ne tenê parastina qadekê ye; parastina nefes, jiyan û siberoja vî bajarî ye. Ev erka parastinê ne tenê berpirsiyariya rêveberiyên herêmî ye, berpirsiyariya hemû pêkhateyên bajêr e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Trump hefteyek da Maduro ji bo Venezuelayê biterikîne
Nûçeya Pişt re Li dijî komkujiya Elewiyên li Sûriyeyê ji Dersimê banga îradeya hevpar
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dadgeha Bilind cezayên li Kozagaçli û Tîmtîk erê kir

Daîreya Ceza ya 3'yemîn a Dadgeha Bilind cezayê deh salan ê li Serokê ÇHD'ê Selçûk…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Buenos Airesê coşa Newrozê

Li paytexta Arjantîn Buenos Airesê pîrozbahiya Newrozê ya ku bi dirûşmeya, “Civaka Demokratîk û Aştiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Darbeya 12’ê Adarê, komkujiyên Gazî û Qamişloyê hatin şermezarkirin

Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê darbeya leşkerî ya 12'ê Adara 1971'ê, Komkujiya Gazî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Li Giyadînê mitînga ekolojiyê: Bê ax jiyan nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê: Li girtîgehên Îdir û herêma rojhilatê Deryaya Reş gelek binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

33’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Giyadînê ji bo têkoşîna hevpar a li dijî madena zêr a bi siyanur bang hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?