Li Efrîkaya Başûr kaneke terikandî hilweşiya. Di encamê de 14 madenkarên qaçax jiyana xwe ji dest dan. Polîsan diyar kirin ku li cihê bûyerê 8 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Bûyer li bajarê Rustenburgê qewimî ku bi 100 kîlometreyî li bakurrojavayê Johannesburgê ye. Berdevkê polîsan diyar kir ku herêma madenkar lê dixebitîn gelekî neewle ye, lewma kan hilweşiya ye.
Li gorî rayedaran, madenkarên qaçax dikevin bîrên madenê yên demeke dirêj e nayên bikaranîn, binesaziya wan nîne û li madenên hêja bi taybetî li zêr digerin. Ji ber ku li van bîran tedbîreke ewlekariyê nîne, rîska qeza û hilweşînê zêde ye.

