Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di axaftina xwe ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de bersiv da daxuyaniyên Serokê DYE’yê Donald Trump yên li ser Îranê. Pezeşkiyan diyar kir ku Îran “qurbaniya terorîzmê ye” û îdîa kir ku welatê wî ne êrîşkar e û tenê xwe diparêze.
‘ÇEKA NUKLEER TUNEYE, JI TEKNOLOJIYA NUKLEER A AŞTIYANE RE SÎNOR TUNEYE’
Pezeşkiyan destnîşan kir ku bernameya nukleer a Îranê bi armanca enerjî û pêşveçûnê ye û got, “Çeka nukleer tuneye, ji teknolojiya nukleer a aştiyane re jî ti sînordarkirin tuneye.”
Pezeşkiyan anî ziman ku Îranê êrîşî ti welatekî nekiriye û destnîşan kir ku welatê wî “serê xwe natewîne û dev ji mafên xwe yên bingehîn bernade.”
‘EM ZIMANÊ ZORDARÎ QEBÛL NAKIN’
Pezeşkiyan êrîşên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê rexne kir û anî ziman ku ambargo û zextên leşkerî nikarin Îranê neçarî radestbûnê bikin.
Pezeşkiyan got, “Em ji diyalog, dîplomasî û muzakereyan re amade ne, lê em zimanê zordarî qebûl nakin.”
Pezeşkiyan derbarê Tengava Hurmuzê de jî axivî û da zanîn ku ew ê rê nedin êrîşkariya li ser Îranê û hişyarî da ku berfirehbûna şer ewlehiyê nayne.
‘BI PAŞGUHKIRINA FÎLÎSTÎNÊ EM NIKARIN QALA AŞTIYÊ BIKIN’
Pezeşkiyan bûyerên li Fîlîstînê wekî “birîneke wijdana civaka navneteweyî” bi nav kir û got, heta ji bo Fîlîstînê dadwerî pêk neyê li Rojavayê Asyayê aştiya mayînde ne pêkan e.
Pezeşkiyan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê qet serê xwe netewînin, çok nadin erdê.”
Dema ku Pezeşkiyan diaxivî şandeya DYE’yê salon terikand.

