Li Kurdistanê kuştina jinê û tundiya li hemberî jinan roj bi roj zêde dibe. Herî dawî çawişê pispor Mûsa Gever li Geverê jin a pê re zewicî Gulşen Gezer, dayik û du xwişk-birayên wê bi çekê qetil kir. Bûyer li nava civakê bû sedema nerazîbûneke mezin. Piştî vê komkujiyê, kiryar bi heman çekê dawî li jiyana xwe anî.
Li gorî daneyên tundiya hêzên ewlekariyê, di nava pênc salan de 14 jin bi destê çawişên pispor, cerdevan an jî polîsan hatin qetilkirin.
Civaknas Dîcle Sayyîgît li ser van kuştinan û polîtîkayên necezakirinê axivî û anî ziman ku bûyerên salên dawî bi destê hêzên ewlekariyê û personelên leşkerî ve hatin kirin nabe ku weke bûyerên kêmdîtî bêne nirxandin.
Dîcle Sayyîgît ragihand ku tundiya li hemberî jinê nikare weke sûcên şexsî bêne dîtin û got, “Ev feraset bi qanûnan, normên civakî û çarçoveyên cuda têne ferzkirin û avakirin. Di heman demê de bi destê dewletê, bi hêza leşkerî û mîlîtarîzmê tê parastin û ji rêzê tê nîşandan.”
‘SÛCDAR NE TENÊ KIRYAR E’
Civaknas Dîcle Sayyîgît ragihand ku tevgerên jinan bi salan e işaretê bi vê tabloyê dikin û got, “Bi salan li bajarên Kurdan di operasyonên leşkerî de jin û bedena şervanên jin hatin teşhîrkirin, êşkence li wan hate kirin, biçûk hatin xistin û ev kiryar jî di bin navê ‘parastina welêt’ de hatin rewakirin. Halbûkî yek ji nîşaneyên herî girîng ên ku vê tundiyê ti carî rewa neke, hewldana malkirina vê tundiyê li civakê ye. Bi hincetên; dînbûna çawişekî pispor, tengaviya endamekî emniyetê yan jî meseleya navxweyî ya malbatê, meseleya namûsê tê xwestin ku kiryarên rasteqîn û hevkariya wan a sûc bê nixumandin. Halbûkî em zanin ku ev bûyer ne tenê di berpirsyariya kiryaran de ye. Para wê pergalê heye ku bi necezakirinê teşwîq dike, xelatê dide kiryar û êrişê dibe ser mafên jinan.”
‘NAYÊ XWESTIN KU LI SÛCDARAN BÊ PIRSÎN’
Dîcle Sayyîgît destnîşan kir ku personelên çekdar û leşkerî li gorî kiryarên li nava civakê xwedî mekanîzmayeke hîn xurt a parastinê ne û bi vî rengî işaret bi encamên vê yekê yên civakî kir: “Zirxê herî mezin ê personelên leşkerî ew e ku bi îdîaya; ji bo mayindebûna artêş, emniyet û dewletê wezîfeyê dike, pîroz tê nîşandan. Bi vî rengî hem bikaranîna çekê rewa dike hem jî nahêle ku tundiya li dijî jinê bê lêpirsîn û darizandin. Armanc ew e ku mekanîzmayeke qebûlê biafirîne ku tê de lêpirsîn neyê kirin. Bi feraseta ‘eger leşkerê min be, polîsê min be, nabe bê darizandin’ tevdigere. Bi vî rengî qada lêpirsînê ya civakê teng dike. Her wiha dike ku tundî bi rengekî organîzeyî bê qebûlkirin. Yek ji armancên bingehîn ên vê polîtîkayê bêbandorkirina beşên civakî ye ku têdikoşe.”
‘BI SAYA TÊKOŞÎNA JINAN EV YEK TEŞHÎR BÛ’
Dîcle Sayyîgît destnîşan kir ku kiryar û mekanîzmayên ku wan diparêzin bi saya têkoşîna bi salan a tevgerên jinan teşhîr bûye û işaret bi girîngiya têkoşîna rêxistinbûyî kir.
Dîcle Sayyîgît got, “Eger îro em dikarin van kiryaran nîqaş bikin, nasnameya wan teşhîr bikin û li ser van avaniyan biaxivin, ev yek encameke têkoşîna jinan e. Lê belê hîn gelek bûyer hene ku em pê nizanin. Ji ber vê yekê heta ku têkoşîna rêxistinbûyî neyê nîqaşkirin wê qirkirin û komkujiya li hemberî jinê bi destê mîlîtarîzmê bêne rewakirin.”

