Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: ‘Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘QSD azadiya gelan diparêze’
Rojava

‘QSD azadiya gelan diparêze’

Ji Partiya Yekîtiyê ya Ermen Yûsif Derwêş anî ziman ku QSD azadiya gelan diparêze û li gorî berjewendiyên gelan tevdigere.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Ji Partiya Yekîtiyê ya Ermen Yûsif Derwêş anî ziman ku divê pêşî li qetilkirina Ermenan bê girtin û got, “Yên ku ev komkujî kirin divê li dadgehên Sûriyeyê û navneteweyî bêne darizandin.”

Endamê Partiya Yekîtiyê ya Ermen Yûsif Derwêş peymana navbera Rêveberiya Şamê û QSD’ê û komkujiyên li hemberî Elewiyên li Sûriyeyê ji ANF’ê re nirxand. Yûsif Derwêş diyar kir ku hewl tê dayin ku Sûriye li gorî hevsengiyên navneteweyî ji nû ve bê avakirin û got, “Her kes wê hêza ku bûye desthilatdar nas dike. Xwedî rabirdûyeke ji terorê ye. Armanca wan a li ser desthilatdariyê jî hembêzkirina hemû gelan nîne, lê belê qala guhertinekê dikin. Di demeke kurt de têkilî bi hêzên navneteweyî re danîn. Her roj hevsengiyên siyasî diguherin û ew jî pozîsyona xwe li gorî vê diyar dikin.”

HEMÛ PÊKHATE DI NAVA QSD’Ê DE NE

Yûsif Derwêş destnîşan kir ku di navbera rêveberiya demkî ya Şamê û QSD’ê de cudahiyeke mezin heye û got, “QSD hêzeke leşkerî ye ku pêkhateyên cuda hemû di nav de hene. Xwedî armanc, fikir û hedefên hevpar in. Nêrîneke hevpar serwer e ku gelên cuda li hev kom bûne. Parastina gelan dike û li gorî berjewendiyên gelan tevdigere. Ji Ermenan heta bi Suryanan pêkhate hemû di nava QSD’ê de ne. Lê belê yên ku Şamê bi rê ve dibin parçebûyî ne, xwedî armanceke hevpar nînin, ji hev cuda tevdigerin. HTŞ xwedî wê hêzê nîne ku hemû koman kontrol bike.”

‘BERPIRSYARÊN KOMKUJIYA LI HEMBERÎ ELEWIYAN DIVÊ BÊNE DARIZANDIN’

Yûsif Derwêş qetilkirina Elewiyan a li bajarên peravê şermezar kir û got, “Yên ku Şamê bi rê ve dibin, diviyabû pêşî li qetilkirina Elewiyan bigirtana. Li şûna ku dest li van êrîşan bihata werdan, êrîş gihîştin asta komkujiyê. Zarok, exityar Elewî hatin qetilkirin. Eger em bi biryar in ku wê paşeroja Sûriyeyê ronî be, divê komkujî neyê kirin. Yên ku komkujî kirin divê li dadgehên Sûriye û navneteweyî bêne darizandin.”

ŞAMÊ FÊHM KIR KU BI TENA SERÊ XWE NIKARE SÛRIYEYÊ BI RÊ VE BIBE

Yûsif Derwêş rexne kir ku di ‘Konferansa Diyalogê ya Sûriyeyê’ de gelên Sûriyeyê nehate temsîlkirin û got, “Konferansa ku bi yek rengî, bi yek mejî hate kirin nehate qebûlkirin. Em ne bawer in ku mejiyê yekperest karibe krîza Sûriyeyê çareser bike. Peymana navbera QSD û Şamê jî nîşan da ku fêhm kirine, bi mejiyê yekperestiyê Sûriye nikare bê birêvebirin. Ya girîng misogerkirina paşeroja Sûriyeyê ye.”

PAŞEROJA SÛRIYEYÊ DI MODELA RÊVEBERIYA XWESER DE YE

Yûsif Derwêş destnîşan kir ku bi saya berxwedana QSD’ê û serketinên Rêveberiya Xweser lihevkirin bi rêveberiya Şamê re çêbû û got, “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xweserî heye. Xwedî hêzeke weke QSD’ê ye. Peymaneke bi vî rengî nebûya jî hêza xwe têra xwe dikir. Ji perwerdeyê heta bi aboriyê, ji dîplomasiyê heta bi siyaset û aliyê leşkerî rêxistinbûyî ye. Li gel vê yekê jî alîgirê yekparebûnê ye. Bi vê peymanê re mirov dikare bibêje paşeroja Sûriyeyê şênber bû. Li Sûriyeyê ji bilî gelê Ereb gelên din hemû tine dihatin hesibandin. Piraniya ji Kurdan welatî jî nedihatin dîtin, ji bo Ermenan jî Ermenistan weke cih dihate nîşandan. Bi peymanê re tê destnîşankirin ku wê hurmet ji mafên gelan re bê nîşandan bêyî cudahiya etnîkî û olî bê nîşandan. Afirandina rewşeke bi vî rengî bi saya bername, têkoşîn û berhemên Rêveberiya Xweser e. Paşeroja Sûriyeyê di modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye.”

BANGA JI BO SIYASETA DEMOKRATÎK

Yûsif Derwêş işaret bi girîngiya bêdengkirina çekan û avakirina siyaseta demokratîk li Sûriyeyê kir û got, “Divê em welatekî welê ava bikin ku hebûna gelan tê qebûlkirin û gel dikarin bi ziman û çanda xwe lê bijîn. Divê gel bibin xwedî mafên xwe yên xwezayî. Divê sûd ji tecrûbeya modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê wergirtin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kasim Firat: Dem dema lihevkirin û aştiyeke bi rûmet e
Nûçeya Pişt re Li Bendava Tişrînê 3 drone hatin xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KONGRA-GEL: Ji bo azadiya Rêber Apo em berê xwe bidin Strasbourgê

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL got, "Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî, ji bo nîşandana daxwaza 'Azadî…

Ji aliyê Stêrk TV

Jineke Êzidî tevî 3 zarokên xwe li Dihokê winda bûn 

Jina Êzidî ya ku tevî 3 zarokên xwe diçû bijîşk li ber deriyê kampa Beedrê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Di navbera Kurdan de şer rû bide, wê derba destpêkê li Başûr bikeve’

Siyasetmedarê Kurd Doktor Mehmet Emîn Pencewînîyî diyar kir ku wê êrîşa PDK'ê ya li gel…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Berxwedana 14’ê Tîrmehê agirê têkoşîna bi rûmet gur kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kesên ku vedigerin Efrîn ji ewlehiyê bi fikar in: Em hîn jî di nav tirsê de dijîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Derayê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xelkê Dêrikê bertek nîşanî guhertina navên bajar û gundn Rojava dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?