Sêşem, 1 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    FEDA û DAKB: Em ê li benda aştiyê nemînin, em ê aştiyê ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Îlonê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Azadî wê di rêya ku wan de pêk were’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em qebûl nakin ku hesasiyetên Elewiyan weke amûrekê bêne bikaranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KOMAW: Werin em bibin dengê aştî û paşeroja demokratîk!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kûrt: Malbatên ku berê nikaribûn taziyeya xwe deynin, êdî dibêjin ‘taziyeya me jî deynin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KJK: Divê gelê me yê Rojava perwerdeya bêyî zimanê dayikê ti carî qebûl neke!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Divê banga Rêber Apo şaş neyê bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê teqîn: 2 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girseya gel serdana bîranînên şehîdan ên li Mêrdînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rêzanê bi girseyî serdana taziyeya şehîd Brûsk hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Mehdî Zana peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 23 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Bi îdamê îradeya gelan nayê şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûltan Kara tevî giliyan jî nehate parastin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rapora MED TUHAD-FED û OHD’ê: 632 girtiyên nexweş hene, tehliyeya 359 girtiyan hat astengkirin
Rojane

Rapora MED TUHAD-FED û OHD’ê: 632 girtiyên nexweş hene, tehliyeya 359 girtiyan hat astengkirin

MED TUHAD-FED û OHD’ê rapora xwe ya 6 mehan a li ser 3 hezar û 500 serlêdanên ji 115 girtîgehan hatine amadekirin, ragihandin û diyarkirin ku 631 girtiyên nexweş hene û 359 girtî înfaza xwe temam kirin e lê hêj nehatine berdan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên di nava 6 mehan de li 115 girtîgehan hatine kirin, li Naenda Kongreyan a Çand Amedê aşkera dike. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. 

Beriya eşkerekirina raporê, Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak axivî û têkildarî pêvajoya amadekirina raporê agahî da. Çakmak, diyar kir ku yek ji cihên binpêkirinên mafên mirovan lê tên kirin girtîgeh in û got: “Em dibînin ku hêj jî di qada hiqûqê ya birêz Ocalan de tu qanûn nehatine guhertin. Me li cihên bêhiqûqî lê tê kirin xebat meşand. Em bang li rayedaran dikin ku bêhiqûqiyan bi dawî bikin.” 

Piştre jî Sekretera Komîsyona Girtîgehan Navenda Giştî ya OHD’ê Bêrîvan Bekçî rapor xwend. Bêrîvan Bekçî, wiha got: “Binpêkirinên li girtîgehan bi awayekî sîstematîk tên kirin û veguheriye krîzeke giran a mafên mirovan. Ji girtîgehan her roj bi sedan serlêdan ji bo me tên kirin û ev jî asta binpêkirinan nîşan dide. Êşkence û miameleya xerab, cezayên disiplînê yên keyfî, sirgun, astengkirina tehliyeyan, astengkirina tevlibûna çalakiyên civakî, binpêkirina mafê agahîgirtinê, mafê tenduristiyê û hwd. bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin û bi vê yekê re girtî terkî mirinê tên kirin. Ev rewş, ne rewşên îstînayî ne êdî bûne qaîde.” 

JI 115 GIRTÎGEHAN 3 HEZAR Û 500 SERLÊDAN 

 Bêrîvan Bekçî, da zanîn ku rejîma înfazê ya giran ku li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind di meriyetê de ne, hem ji hêla fîzîkî hem jî ji hêla derûnî ve bi xwe re îzolasyoneke giran aniye û wiha domand: “Bi sîstematîkkirina van sepanan re êdî girtîgeh veguherandina mekanîzmayên zextê yên rûmeta mirovan binpê dikin. Bêdengiya li dijî vê rewşê, zemîna mayindebûna vê rewşê bi xwe re tîne. Li seranserî welat ji 115 girtîgehan nêzî 3 hezar û 500 girtiyan serlêdan kirine.” 

 631 GIRTÎ TÊKOŞÎNA JIYANÊ DIDIN 

Binpêkirinên di raporê de wiha hatin rêzkirin: 

  “* 631 girtiyên nexweş ên serî li saziya me dan, li dijî sepanên rûmeta mirovan binpê dikin, têkoşîna jiyanê didin. 

* Mafên tedawî û peydakirina dermana bi awayekî sîstematîk tên astengkirin, girtî ji bo rastî sepana lêgerîna nava dev û di dema tedawiyê de kelemçekirina destan neyên, neçar tên hiştin ku neçin nexweşxaneyê. 

* Şert û mercên nebaş di demekî kin de mirovên saxlem jî dikarin nexweş bikin. Di rewşeke wiha de gelek girtiyên nexweş nayên tedawîkirin, tehliyeyên wan bi keyfî tên astengkirin. Saziya Tipa Edlî gelek caran raporên ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ yên ji daneyên zanistî dûr amade dikin û yên rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî bi hinceta deraqilî ya ‘ji bo civakê xetere ye’ nayên berdan. 

 TEHLIYEYA 359 GIRTIYAN HATE ASTENGKIRIN

* Gelek girtiyên siyasî yên dema înfaza xwe ya yasayî temam kirin, bi hincetên razber û derhiqûqî yên weke ‘poşman nîne’ nayên berdan. Lijneyên Îdare û Çavdêriyê, mîna mekanîzmayên darazê yên paralel dixebitin, bi biryarên keyfî tehliyeyên girtiyan taloq dikn û cara duyemîn cezayê didin girtiyan. Heta niha bi sedan girtiyan ji ber van lijneyan mafê xwe yê tehliyeyê winda kiriye, tehliyeya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran jî gelek caran hatine astengkirin. Hêj 359 girtiyên dema înfaza wan qediyaye ji ber van sedaman di girtîgehê de ne. 

 200 GIRTIYÊN JI ROJAVA Û ROJHILAT

 * Li girtîgehan nêzî 200 girtiyên ji Rojava û Rojhilat ku ji ‘statuya hemwelatiyê bêpar in’; ji temînkirina parêzeran heta hevdîtinên bi malbatan re, ji her mafên xwe yên sereke bêpar in. Ev kes, di hiqûqa navneteweyî de xwedî statuya ‘kesên bêwelat’ in û li gorî Peyana têkildarî Statuya Kesên Bêwelat a NY’ê jî di bin parastina taybet de ne. Lêbelê sepanên girtîgehê, van girtiyan nexuyayî nîşan dide û mafên wan ên parastin û jiyanê fiîlî ji holê radike. 

 327 GIRTIYÊN JIN

 * Li seranserî Tirkiyeyê 327 girtiyên jin ên li 16 girtîgehan tên ragirtin hene. Ev girtî, ji ber avadaniya mêrserwer a rejîma înfazê, hem rastî zexta zayendperestiyê tên hem jî rastî zextên polîtîk tên. Mafên wan ên weke çalakiyên civakî, berhemên hîjyenê, xizmetên tenduristiyê û hevdîtinên bi zarokên xwe re bi awayekî keyfî tên astengkirin; ev rewş ji bo girtiyên jin bi xwe re newekheviyê tîne. Di serî de CEDAW, mafên ji hêla peymanên navneteweyî ve hatine misogerkirin, li girtîgehên Tirkiyeyê bi aşkerayî tên binpêkirin; yasayên înfazê bi nêrîneke mêr esa sigire tên amadekirin. Ji hêla girtiyên jin ên siyasî ve jî pergala înfazê ji cezayê zêdetir, veguherîne qadên şikandina îradeyê û bêdengkirinê. Lewma jî pergala înfazê ya heyî ne tenê newekhev e, di heman demê de bi awayekî aşkera zayendperest û zextker e û weke mekanîzmayeke cezakirinê yê taybet a li dijî hebûna jinan e.  

400 GIRTÎ DI HUCREYÊN YEKKESÎ DE NE

* Nêzî 400 girtiyên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn, bi sala ye di hucreyên yekkesî de tên ragirtin, ji têkiliyên civakî bi temamî hatine îzolekirin. Ev sepan, ne tenê aliyê fîzîkî, her wiha yekparetiya ruhî jî serûbin dike; rûmeta mirovan bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin. Ev rewş, bi awayekî aşkera li dijî biryara DMME’yê ya sala 2013’an a Vînter û Yên Din / Qraltiyên Yekbûyî ye. Mafê hêviyê, kesan ne tenê li girtîgehê, di heman demê de kesan ji feraseta cezakirinê ya polîtîk a derve jî diparêze. 

AŞTIYA CIVAKΠ

Ev rejîma înfazê ya li dijî rêgezên hiqûqa gerdûnî, berhema feraseteke tolhildêr û cihêkar e. Aştiya civakî, herî zêde bi naskirina mafên girtiyan re dest pê dike. Girtîgeh ne tenê eynika rabûrdiyê, her wiha eynika pêşerojê ye jî. Polîtîkaya înfazê ya îro li dijî girtiyên jin, nexweş û siyasî tê meşandin, nîşaneya derketina ji rêgezên dewleta hiqûqê û zîhniyeta tolhildêr e. Ji bo li gorî ruhê pêvajoya bi banga birêz Abdullah Ocalan dest pê kirî be, divê gava ewil li girtîgehan were avêtin. Wekheviya di înfazê de, rêzgirtina li rûmeta mirovan, naskirina mafê hêviyê û bidawîkirina sepanên hiqûqa dijminatiyê ya li dijî girtiyên siyasî, ne tenê meseleyeke edaletê ye, di heman demê de ji bo avakirina zemîna aştiya civakî jî mecbûriyeteke. 

Daxuyanî, bi dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partî li Wanê li ser ‘pêvajoyê’ bi baro û hiqûqnasan re civiya
Nûçeya Pişt re Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn: Bila cihê gora wan were eşkerekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Daxwaz ‘rakirina kontrola edlî’ ya têkildarî 19 rojnamevanan hate redkirin

Di rûniştina dawî ya darizandina 19 rojnamevanên li Amedê, daxwaza ji bo rakirina tedbîra kontrola…

Ji aliyê Stêrk TV

Sara Xelîl: Em her tim bi ser dikevin

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl anî ziman ku bi hezaran mal…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroz li Depê li warê Mazlûm Dogan hate pîrozkirin

Li navçeya Dep a Xarpêtê Newroz bi dirûşma "Newroza Azadî û Demokrasiyê" hate pîrozkirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

FEDA û DAKB: Em ê li benda aştiyê nemînin, em ê aştiyê ava bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hejmara Îlonê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Azadî wê di rêya ku wan de pêk were’ derket

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Em qebûl nakin ku hesasiyetên Elewiyan weke amûrekê bêne bikaranîn’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KOMAW: Werin em bibin dengê aştî û paşeroja demokratîk!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?