În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Cîzra Botanê bi serdana girseyî berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Rapora Sûriyeyê nû ya NY’ê: Êrîşên Tirkiyeyê di çarçoveya sûcên şer de ne
Rojava

Rapora Sûriyeyê nû ya NY’ê: Êrîşên Tirkiyeyê di çarçoveya sûcên şer de ne

Komîsyona Lêkolînê ya NY’ê ya Sûriyeyê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û êrîşên li ser sivîlan û binesaziya sivîlan di çarçoveya sûcên şer de ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Adar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komîsyona Lêkolînê ya Navdewletî ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê Sûriyeyê de li Ofîsa Cenêvê ya Neteweyên Yekbûyî civîna çapemeniyê li dar xist. Komîsyonê rapora Sûriyeyê ya ji 1’ê Tîrmehê – 31’ê Kanûna 2023’yan eşkere kir.

Rapor li ser bingeha lêkolînên qadê, hevdîtinên yek bi yek bi 528 kes û rêxistinên sivîl ên cuda re û dîmenên li ser satelaytê hat amadekirin. Rapor di 55’emîn Civîna Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya ku di 26’ê Sibatê destpê kir û heta 5’ê Nîsanê berdewam bike, bê nîqaşkirin.

‘JI 2020’AN VIR VE TUNDIYA HERÎ DIJWAR DIQEWIME’

Di raporê de hişyarî dan ku ji sala 2020’an ve pêleke tundûtûjiyê ya nedîtî li Sûriyeyê heye. Berpirsên Komisyonê diyar kirin ku aliyên şer li Sûriyeyê bi êrîşên li ser sivîlan ûbinesaziyên sivîlan sûcên şer pêk anîn.

Serokê komîsyonê Paolo Pinheiro di civîna çapemeniyê de axivî û got, “Ji meha Cotmehê û vir ve şer û pevçûnên li Sûriyeyê di van 4 salên dawî dedijwartir bûne û gotin ku ji bo kontrolkirina pevçûnên li ser xaka Sûriyeyê pêwîstî bi hewldaneke navdewletî ya bibiryar heye û wiha got: “Pêdiviya Sûriyeyê bi agirbestekê heye.”

Pinheiro anî ziman ku tehemula gelê Sûriyê ji mezinbûna şer re nemaye û got, “Îro ji sedî 90’ê gelê Sûriyê di nava xizaniyê de dijîn. Di pevçûnên li gelek herêmên Sûriyeyê de qanûnên navneteweyî tên binpêkirin û sûcên şer tên kirin.”

PINHEIRO: ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ SÛCÊ ŞER IN

Seroka Komîsyonê Pinheiro diyar kir ku dewleta Tirk ji meha Cotmehê û vir ve êrîşên xwe yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiriye û wiha domand: “Tirkiye di êrîşên xwe de binesaziyên sivîl hedef girtin. Ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser santralên elektrîkê bi hefteyan nêzî milyonek kes bê av û ceyran man û ev yek jî binpêkirina qanûnên mirovî yên navneteweyî ye. Di êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov de sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Êrîşên bi vî rengî rğ wateya sûcên şer.”

SÛCÊN ŞER ÊN TIRKIYEYÊ DI RAPORÊ DE CIH GIRTIN

Endamên komîsyonê piştî civîna çapemeniyê rapora xwe ya ji 36 rûpelan pêk tê pêşkêş kirin. Di raporê de, li ser rewşa siyasî û aborî ya Sûriyeyê û binpêkirinên mafên mirovan ên ji ber şer û pevçûnên li wî welatî diqewimin, êrîşên hewayî yên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên ku heta niha berdewam dikin, rawestiya.

Di raporê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk ji meha Cotmehê û vir ve êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiriye û got, “Tirkiyeyê di navbera 5-9’ê Cotmehê de li navendên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, her wiha binesaziyên ceyran û petrolê xistin. Di van êrîşan de zêdeyî 200 cih hatin hedefgirtin. Di van êrîşan de kampeke koçberan jî hate hedefgirtin. Ji ber van êrîşan xizmetên ku ji bo gelê herêmê dihat kirin qut bûn. Di 5’ê Cotmehê de Tirkiyeyê li Amûdê û Qamişloyê li dijî 2 santralên elektrîkê êrîşên hewayî pêk anî. Van êrîşan bû sedema qutbûna elektrîkê û bandor li pompeyên avê yên bi elektrîkê kirin. Van êrîşan bi hefteyan nehişt ku nêzî mîlyonek kes bigihîjin avê. Komîsyonê nekarî li nêzî van santralan ti hedefên leşkerî tespît bike. Bi van êrîşan xwarin, vexwarin û tenduristiyê yên gelê herêmê bûn hedef.”

RASTERAST SIVÎLAN HEDEF GIRTIN

Di raporê de êrîşên dewleta Tirk ên di dîrokên cuda de bi balafirên bêmirov pêk anîne û hate destnîşankirin ku di van êrîşan de rojnameger û nûnerên Rêveberiya Xweser jî di nav de sivîl bûne hedef.

Di raporê de hat ragihandin ku ev êrîşên dewleta Tirk dibe ku di çarçoveya sûcên şer de bin û ev tişt hatin gotin: “Êrîşên li dijî binesaziya sivîl ên weke santralên ceyran û avê binpêkirina qanûnên navneteweyî ye. Ev êrîşeke rasterast e li dijî sivîlan û dibe ku bibe sûcê şer.

Êrîşên hewayî yên di 20’ê Hezîranê, 23’ê Tebaxê û 23’ê Mijdarê de bi êrîşên balafirên bêmirov ên ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatine kirin ve girêdayî ye. Agahiyek nehat dayîn ku diyar bike ku yek ji mexdûrên van êrîşan di pevçûnan de cih girtiye. Ji ber vê yekê hincetên têr û maqûl hene ku em bawer bikin ku ev bûyer êrîşên rasterast li dijî sivîlan in û dibe ku bibin sûcên şer.”

SÛCÊN XWE BI PERGLÎ DIDOMÎNIN

Di raporê de bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li herêmên dagirkirî yên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê û hate destnîşankirin ku sûcên şer û mirovahiyê yên li dijî Kurdan ji aliyê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (OSO) û hêzên girêdayî wê ve dewam dikin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku li herêmên di bin kontrola komên çekdar ên girêdayî OSO’yê de ne sivîl bi awayekî sîstematîk ji azadiya xwe bêpar tên hiştin, rastî êşkence û tacîzê tên û bi darê zorê ji cih û warên xwe tên derxistin. Di raporê de her wiha hate gotin ku gelek kesên li herêmên dagirkirî hatine binçavkirin ji aliyê rayedarên Tirk ve rastî lêpirsîn û îşkenceyê hatine.

TIRKIYE BERPIRSYAR E

Di raporê de ku balê dikişîne ser berpirsyariya Tirkiyeyê ya ji binpêkirinên mafên mirovan û sûcên şer ên li herêmên dagirkirî pêk tên, wiha hate gotin: “Tirkiye berpirsyar e ku li herêmên di bin kontrola bi bandor a Tirkiyeyê de nîzam û ewlehiya giştî pêk bîne. Divê Tirkiye li hemberî hemû kesên li van herêman erkên xwe pêk bîne. Ger rayedarên Tirk hay ji binpêkirinên li herêmê hebin û ji bo rawestandina van binpêkirinan destwerdanê ti tiştî nekin, hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan û navneteweyî binpê dikin. Tirkiye mecbûr e li herêmê pêşî li îşkence û muameleya xerab bigire. Divê Tirkiye derbarê van bûyeran de lêkolînê bike.”

Komîsyona Lêkolîna Sûriyeya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî (NY) beriya niha di raporên xwe de bal kişandibû ser sûcên şer ên dewleta Tirk li Sûriyeyê kirine.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN CENEVRE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Koreya Başûr greva bijîşkên ciwan bû sedema kaosê
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk gundên Dihokê bombebaran kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan

Ciwanên bajarê Dirbêsiyê bi meşekê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ayşegul Dogan: Li vî welatî her tişt bi şer re girêdayî ye

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ragihand ku ew do çarçoveya hevpariya têkoşînê de planên nû…

Ji aliyê Stêrk TV

Buroya Hiqûqê yê Sedsalê: Divê li Îmraliyê hevdîtinên bi parêzeran re pêk were

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi wesîleya salvegera hevdîtina dawî ya parêzeran bi Rêberê Gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

PYD: Divê mafên Kurdan bibin beşek ji avaniya destûrî ya Sûriyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê teqîn: Kesek mir, kesek jî birîndar bû

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Ebdî bû şêwirmendê serokkomar

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rojava perwerdehiya bi zimanê Kurdî fermî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?