Hate ragihandin ku Îran wê di hefteyên pêş de ji sîstema parastina hewayî (MANPADS) a Çînê 300 heta 400’î werbigire.
Li gorî 3 çavkaniyên nêzî mijarê ku ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivîn, peymana bi 60 heta 70 milyon dolarî, piştî şerê bi DYE û Îsraîlê re weke yek ji gavên herî girîng ên Tehranê yên ji bo xurtkirina kapasîteya xwe ya parastina hewayî tê nirxandin.
Di nûçeyê de hate gotin, fuzeyên parastina hewayî yên li milan QW-12 û FN-16 ên malê Çînê ji wan sîsteman e ku wê Îran bikire.
Çavkaniyan diyar kirin ku peyman bi rêya şîrketa Zhongqing Baoshang International Investment hatiye kirin ku li Hong Kongê ye û navberiyê ji herdu aliyan re dike.

