În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Kobanê hate pîrozkirin
Rojava

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Kobanê hate pîrozkirin

21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Kobanê bi daxuyaniyekê hate pîrozkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê li Dibistana Şehîd Hogir daxuyaniyek da çapemeniyê û 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir.

 

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê Sozdar Mehmûd ve bi Kurdî ji aliyê Mamoste Cemîlê Hacî ve jî bi Erebî hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Weke tê zanîn ku 21’ê Sibatê Roja Zimanê dayikê ya Cîhanê ye. Bi armanca piştevanî û parastina rengîniya çandî û pir zimanî di sala 1999’an de ji aliyê UNECSO’yê ve hatiye ragihandin. Ev yek tê wateya ku ji holê rakirina rengîniya çandî û pir zimaniyê sûcê zihniyeta desthilatdariyê ye. Mixabin heta roja îro ji aliyê zihniyeta şovenperest ve li dijî gelek neteweyan sûc li mirovahiyê tê kirin. Di sedsala 21’ê de gelek netewe ji mafê xwe yê zimanî û çandî bêpar in û li ber tunebûnê ne. 

Saziyên cîhanî yê çandî di vê rojê de bi daxuyaniyan diyar dikin ku çiqas piştgirî dane zimanên din. Lewma zimanê dayikê hebûn, rûmet, nasname û pêşeroja netewan e. Divê hemû netewe bikaribin zimanê xwe yê dayikê di her qadên jiyanê de bi kar bînin. Ji xwe li gelek welatan ev yek pêk tê, lê belê dewletên li Kurdistanê dagirker in nahêlin ev yek pêk were. Berevajî vê ji bo parastina pêşxistina gelek zimanan astengî hene û gelek ziman têne pişaftin û ji holê tên rakirin. Yek  ji van zimanan jî zimanê Kurdî ye. Di rastiya xwe de di parastin, pêşxistin û bikaranîn zimanê Kurdî de astengiyên cur bi cur hene, kiryarên pişaftinê bi rê û rêbazên cuda didomin. Di peymanên navneteweyî de perwerdehiya zimanê dayikê wek mafê mirovan ê bingehîn hatiye dest nîşan kirin, lê ji bo Kurdan û gelek kêm-neteweyên din ên li Rojhilata Navîn perwerdehiya bi zimanê dayikê tuneye. her wiha gelek zext li ser gelek zimanan hene, mînaka herî şênber nêzikatiyên li dijî zimanê Kurdî ne. Bi taybetî jî li dijî çand û zimanê Kurdî dewletên ku Kurdistan dagir kirine, bi siyasetên xwe yên qirêj zimanê Kurdî wekî zimanekî nenas pênas dike.

Piştî dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û qirkirina gelê Kurd ji herêmê, ji bo rakirin û tunekirina ziman û çandê li dewsa wê zimanê Tirkî hate ferzkirin. Di dema êrîşan de ji bilî wêrankirin û guhertina demogirafîk bi dehan hezaran xwendekarên ku li dibistanan ku bi zimanê Kurdî dixwendin û bi deh hezaran pirtûkên çandî, belavok, rojname û kovar bi zimanê Kurdî ji holê hatin rakirin.

Em jî weke Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê têkoşîna xwe li dijî pişaftin û kiryarên bi armanca tunekirina zimanê Kurdî bimeşînin.

Bi taybetî jî ji bo qedexeya perwerdehiya bi zimanê dayikê tu sedem û hincetan qebûl nakin. Bêguman ji bo pêkanîna vê yekê jî divê hemû mirov saziyên civakî  wekî peywireke mirovahiyê çi bikeve li ser mile wan bikin û li her qada jiyanê têkoşîna xwe bilind û xurt bikin.

Bi van ramanan em Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di serî de ji bo neteweya Kurd û hemû neteweyan pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêxistina Stêrk roja zimanê dayikê ya cihanî pîroz kir
Nûçeya Pişt re Li Efrînê 2 mehan 4 kes hatin kuştin, 94 kes hatin revandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Selçûk Kozagaçli dubare hate binçavkirin

Serokê Rûmetê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagali, bêyî ku 24 saet li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêxistinên hiqûqê li ber biryara têkildarî doza Poyraz Esen rabûn

Di dosya Poyraz Esen de ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê bi gumanbarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Peymana parastinê ya navbera Awûstralya û Endonezyayê

Awûstralya û Endonezyayê peymaneke nû ya parastinê eşkere kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê, Amûdê û Tirbespiyê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Partiyên li Kobanê piştgirî dan Başûrê Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?