Rojnamevan Şêrwan Şêrwanî ji 22’yê Nîsanê ve dijî bê mafiyê di girtîgeha Hewlêrê de, dest bi greva birçîbûnê kiriye û heya niha dewam dike.
Rojnameva Şêrwanî dixwaze mafê serdankirinê û destûrdayîna vegera bo malê di bin çavdêriya polîsan de, li gel veguhestina wî ya ji bo Girtîgeha Çaksaziya Mezinan a Silêmaniyê were dayîn, lê ev daxwazên wî heya niha nehatine pejirandin.
Birayê Şêrwan Şêrwanî, Barzan Şêrwanî derbarê mijarê de ji Rojnewsê re axivî û got, “Îro 22 rojin birayê min Şêrwan di rojiya birçîbûnê de ye. Îro tenduristiya wî bi tevahî xerab bûye û nekariye pêdiviyên xwe bi cih bîne, pir bi zehmetî dikare bilive û serê wî dizivire. Laşê Şêrwan Şêrwanî tûşî bêhêziyeke mezin bûye û tansiyona wî pir daketiye. Berpirsên girtîgehê jê re gotine heya tu dawî li çalakiya xwe ne ênî, em nahêlin bijîşk te bibînin.’’
Barzan Şêrwanî di dewamê de got; “Çi bê serê Şêrwan, hikûmeta Herêmê jê berpirsiyar e, piştre jî Rêveberiya Çaksaziya Mezinan a Hewlêrê, ji ber ku ew li pêşiya hemû mafên Şêrwan dibin asteng. Her weha wezaret, hemû rêveber û Desteya Mafên Mirovan berpirsên sereke ne di rewşa Şêrwan de.”
Hêjayî gotinê ye rojnamevan Şêrwan Şêrwanî di 7’ê Cotmeha sala 2020’an de li gel hejmarek rojnamevan û çalakvanên Badînanê hate girtin. Piştî çend mehan ji girtina wan, Dadgeha Taybet a Hewlêrê di 16’ê Sibata sala 2021’ê de bi tometa “têkdana ewlehiya nîştimanî” ceza li wî birî. Piştre çend dozên li pey hev ji bo Şêrwanî zêde kirin û bi çend xalên cuda dema girtina wî dirêj kirin.

