Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan anî ziman ku tundiya li Îranê ya li dijî jinê xwe ji îdeolojiya gerontokratîk û serweriya mêr a dewletê xwedî dike û got, “Jin êdî xwe mexdûr nabînin, jin pêşengiyê dikin, têdikoşin.”
Ayten Kaplan diyar kir ku qedexeya PKK’ê ya 33 sal berê li Elmanyayê kete meriyetê, jiyana saziyî, çandî û siyasî ya urdan kir hedef û anî ziman ku divê qedexe bê rakirin û Elmanya di pêvajoya aştiyê ya nû de bi berpirsyariyê rabe.
Çaglar Demîrel li ser Komîsyona Şopandin û Çavdêriyê ya Aştiyê ya Jinê axivî û destnîşan kir ku komîsyon ji aliyê çareserkirina rewşa xitimandî û rêvebirina pêvajoyê ve rola pêşeng a jinan destnîşan dike.
Dr. Pinar Dînç bal kişand ser talana ekolojîk a li Kurdistanê û got, “Bi pêvajoya aştiyê re behsa ocaxên madenê, îhaleyên nû yên hatine vekirin û korîdorên enerjiyê tê kirin. Ez vê weke xeteriyeke girîng, nuqteya kor a ekolojîk a aştiyê dibînim.”
Gelo dewlet bi girtina deriyên girtîgehan dixwaze ku siyaseta derve hem ji aliyê hestî ve hem jî ji aliyê rêxistinî ve tim ji rojeva ‘’bendewariya tehliyekirinê’’ re mehkûm bike û bi vi awayî enerjiya siyasetê ya damezrîner û veguherîner bi dawî bike?

