Çarşem, 14 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Ewropa ji bo piştgiriya serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, rêzeçalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkaran li gelek bajaran dest ji kar berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kanadayê êrişên li ser Helebê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Senatorê DYE’yî: Divê hesabê sûcên li Helebê bê pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mele Şevket Çakir: Tirkiye ji bo tinekirina nasnameya Kurd Sûriyeyê dixe nava êgir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji xwendekarên Zanîngeha Koye çalakiya ji bo Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hemra Apaydin li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Neam Bedel: Ya HŞT’ê li Helebê kir dûrî exlaqê mirovahiyê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ di 25’ê Çileyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê melayên ku bêrêzî li hemberî şervanên jin kirin, hatin gilîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Helebê û pêvajoyê daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên ku ber bi Enqereyê ve dimeşin gihîştin Rihayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê jin barê aştiyê hilgirin û edaletê kontrol bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çete bombeyan li gundên li derdora Bendava Tişrînê dibarînin
Çete bi çekên giran bombeyan li Dêr Hafirê dibarînin
SÎHA ya dewleta Tirk cara duyemîn bombe li Meskeneyê barand
Derdora Bendava Tişrînê tê topbarankirin
Li 2 gundên Dêr Hafirê malên sivîlan hedef hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Rojeva Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê xweparastin e
Jin

Rojeva Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê xweparastin e

Endama Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Mekiye Hiso got, bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re jin hîn bêhtir bi girîngiya xweparastinê hesiyan e û diyar kir, li bajarên Sûriyeyê wê giraniyê bidin ser rêxistiniyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê ku 8’ê Îlona 2017’an bi beşdariya 200 jinên ji tevahiya Sûriyeyê li Minbicê kongreya xwe ya damezrandinê lidar xist û hate ragihandin, 7 sal in bênavber ji bo rêxistiniya jinên Sûriyeyî kar dike. Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê di 20’ê Gulanê de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê kongreya xwe ya 2’yemîn lidar xist û 250 jinên Sûriyeyî weke delege tevlî bûn.

Endama Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Mekiye Hiso li ser armanc û rêxistiniya meclîsê ji ANF’ê re axivî.

Mekiye Hiso anî ziman ku jinên Sûriyeyî bi armanca têkoşîna hevpar û xurtkirina têkoşînê Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê ava kirin û got, “Weke jinên Sûriyeyî karê me yê sereke misogerkirina azadiya jinê ye. Ji bo nasnameya jinê bê naskirin û parastin em têdikoşin. Ji Rojava heta Sûriyeyê û Rojhilatê Kurdistanê, êşa jinan hemûyan yek e. Lewma me ji xwe re kir esas ku bi fikrê ‘bi yekîtiyê hêz diafire’ tevbigerin.”

Mekiye Hiso destnîşan kir ku afirandina civakeke ku jin lê azad e armanca wan a bingehîn e û got, “Afirandina civakeke ku xwe dispêre azadiya jinê, demokratîk, bi edalet û wekhev, armanca me ya esasî ye. Dema ku em bi jinên li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dicivin dibin heyranê rêxistiniya jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Haya xwe jê çêdibe ku jin a rêxistinbûyî dikare civakeke nû biafirîne. Îqna bûn ku jin a ne xwedî xweparastin û rêxistiniyê wê tine bibe.”

DIBIN DENGÊ JINAN

Mekiye Hiso ragihand ku ji bo li Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bibin xwedî mafê axaftinê ew têdikoşin û got, “Ji bo bibin dengê jinan em têdikoşin. Gelek rûniştin li ser krîza Sûriyeyê têne lidarxistin, lê belê jinên Sûriyeyî di nav de nîne. Dema ku çarenûsa civakê tê nîqaşkirin jinan tevlî van nîqaşan nakin. Sedemeke bê encammana li Astana û Cenevreyê tevlînekirina jinên Sûriyeyî li van rûniştinane. Rûniştinên ku jinên Sûriyeyê di nav de nîne tenê krîzê giran dike, çareseriyê pêk nîne. Lewma ji bo jinên Sûriyeyî di destûra bingehîn de bibin xwedî mafê gotinê em têdikoşin.”

LI BAJARÊN SÛRIYEYÊ BIRÊXISTININ

Mekiye Hiso anî ziman ku Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê ku navenda wê li Reqayê ye, li bajarên Minbic, Heleb, Hesekê (Kampa Holê) û Qamişloyê ofîsên xwe hene û got, “Li Kampa Holê jinên ji her bajarekî Sûriyeyê hene. Em bi jinên koçber ên Sûriyeyî re yekser eleqedar dibin. Weke wezîfe ji xwe re dibîne ku jinên bi zorê tevlî DAÎŞ’ê bûne eleqedar bibin. Ji bo van jinan ji mejiyê serwer ê tundiyê yê DAÎŞ’ê dûr bixînin em têkiliyên xwe xurt dikin. Ji bo karibin tevlî civakeke bi tenduristiyeke baş bibin em piştgiriya xwe ya manewî kêm nakin. Meclîsa me li Kampa Holê konek veda. DAÎŞ’iyan konê me şewitandin, gef xwarin, lê belê me careke din kon vedan û ji perwerdekirina jinên Sûriyeyê heta bi pêwîstiyên wan me piştgirî dan. Ji bilî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Sûriyeyê ofîsên me nîne, lê belê bi rêya jinên endamên meclîsa me em jinên Sûriyeyî bi rêxistin dikin.”

JINÊN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ DIBIN ÇAVKANIYA SÛDWERGIRTINÊ

Mekiye Hiso bal kişand ser vê gotina bi diyaloga jinên Sûriyeyî re, “Ji bo jinên Sûriyeyî yên li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin mafê biryar wergirtinê hem balkêş tê, hem jî dibe sedema kelecanê. Asta pêşketina li xweparastinê ji jinên bi sedan sal in dîlgirtî ne dibe hêvî. Hebûna me ya li qadan, serînetewandin û parastina jinê bala wan dikişîne.”

Mekiye Hiso destnîşan kir ku li dijî sîstemeke navendî ya antî demokratîk ew têdikoşin û got, “Me ispat kir ku jinên Kurd, Ereb, Ermen, Asûr, Tirkmen û Çerkez, neteweyên cuda dikarin bi hev re bijîn. Ji bo ev jiyan bê xurtkirin pêwîstî bi rêxistiniyeke hîn xurt heye. Temamkirina hev a gelên li Sûriyeyê wê bi pêşengiya jinan pêk were. Ji bo cîhaneke demokratîk, wekhev û bi edalet, azadiya jinê şert e.”

TÊKOŞÎNA AZADÎPARÊZIYA JINÊ WÊ BÊ XURTKIRIN

Mekiye Hiso bal kişand ser plan û projeyên xwe û got, “Li bajarên Sûriyeyê me ji xwe re kir armanc ku ofîsên Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê vekin. Em ê xwe bigihînin jinên Sûriyeyî yên koçberî derveyî welat bûne û rêxistiniya xwe xurt bikin. Ji bo karibin xwe bigihînin jinên li Idlib, Ezaz, Bab, Efrîn, Cerablûs, Serêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin em ê bikevin nava hewldanan. Ji sala 2017’an û vir ve me xwe gihand bi sed hezaran jinên Sûriyeyî, diyalog bi wan re danîn lê belê em ê bi biryardariya xwe gihandina hemû jinên Sûriyeyî têkoşîna xwe mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO, ROJEV

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Xezeyê 53 kesên din hatin kuştin
Nûçeya Pişt re Ji koma ‘Hezar ciwan ji bo Fîlîstînê’ 10 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bafil Talebanî: Em girêdayî parastina maf û çanda resen a Êzidiyan in

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî Cejna Rojiyên Êzî pîroz kir û got, “Em girêdayî parastina maf…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên jin li Wan, Colemêrg û Stenbolê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê çalakî kirin

Milîsên Jinên Agir û Rojê ragihandin ku ew ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Çiyayê Şengalê şewat derket

Li rojavayê Çiyayê Şengalê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Rêveberiya Xweser a Şengalê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YRA: Êrişa li dijî rojnamevanan hewldana ji bo tarîkirina rastiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?