Sêşem, 29 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ROJIN: Em hevgirtina xwe xurt bikin
Jin

ROJIN: Em hevgirtina xwe xurt bikin

ROJIN, nerazîbûn nîşanê terora dewleta Tirk a li ser rojnamevanan da û bang li saziyên çapemeniyê kir û got, “Hevgirtina xwe ya bi rojnamevanên Kurd ên ku neçar dimînin di siya êrîşên dewleta Tirk de bixebitin re xurt bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN) der barê êrîşên dewleta Tirk ên li ser rojnamevanan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

ROJIN got, “Êrîşên dewleta Tirk a li dijî rojnamevanên ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê radighînin didome. Dewleta Tirk di 19’ê Kanûna 2024’an de li herêma Bendava Tişrînê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên nûçe dişopandin bi balafirê bêmirov ê bombebarkirî qetil kir û cardin li heman herêmê di 16’ê Çileyê de jî sivîl û rojnamevan hedef girt. Dewleta Tirk li dijî gelên ku li Bendava Tişrînê li hemberî êrîşên dagirkeriyê çalakiya nobetê lidar dixin êrîş pêk anî. Di encama vê êrîşê de jî kesek qetil kir û 10 kes jî birîndar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di nava kesên birîndar bûne de nûçegihan Leyla Ebdê, rojnamevan Hîvda Hebûn û xebatkarê çapemeniyê Dijwar Elîşêr hene. Rojnamevan Ciwana Cûma ku li herêmê bû û ji bo Ronahî TV’ê nûçe çêdike, bi rêya malperên îstîxbarata Tirk gefa êrîşên SÎHA’yê lê hat xwarin. Weke ROJIN em careke din van êrîşan şermezar dikin û hevgirtina xwe bi hempîşeyên xwe re radigihînin. Dewleta Tirk wê hesabê êrîşên xwe yên li hemberî rojnamevanan bide.”

‘DIXWAZE SÛCÊN XWE Û KOMKUJIYÊN SIVÎL VEŞÊRE’

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin:

“Gelek hempîşeyên me diçin bendava Tişrînê da ku şerê li wir ê di navbera dewleta Tirk-çeteyên SMO û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin. Dewleta Tirk ku bi rojan e bombeyan li herêmê bi ser gelê sivîl dibarînin, di van êrîşan de bi zanebûn rojnamevanan hedef digire. 

Em dizanin ku tenê armancek dewleta Tirk a hedefgirtina rojnamevanan heye, ew jî veşartina sûc û komkujiyên sivîl ên li wê derê dike ye. Rejîma Enqereyê ji bo tiştên li Bendava Tişrînê diqewime veşêre û rastiyê tine bike, êrîşî rojnamevanan dike. 

Dewleta Tirk hê hesabê qetilkirina rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Bendava Tişrînê nedaye û hê jî rojnamevanan hedef digire! 

Em ji mekanîzmayên navneteweyî yên ji parastina jiyana rojnamevanan berpirsyar in dipirsin, sedema ku dewleta Tirk bi rengekî kêfî rojnamevanan qetil dike û dike hedef çi ye? Li hemberî van êrîşên li hemberî sivîlan û rojnamevanan hûn ê kengî bikevin nava tevgerê? Sedema bêdengiya we ya li hemberî terora dewleta Tirk ku bi hedefgirtina sivîl û rojnamevanan li gorî Peymana Cenevreyê sûcê şer dike, çi ye?   

Dewleta Tirk ê ku li dervî sînorên xwe rojnamevanan qetil dike, li welêt jî rojnamevanan digire û binçav dike. Vê sibehê li Wan û Stenbolê bi ser malên gelek rojnamevanan de girtin û ew binçavkirin. Di serdegirtina malan de 4 rojnamevan ên bi nav Reyhan Hacîoglu, Necla Demîr, Rahîme Karvar û Ahmet Guneş hatin binçavkirin.

Sedema hedefgirtina rojnamevanan li Bendava Tişrînê çi be, li Tirkiyeyê binçavkirina 4 rojnamevan jî heman sedem e. Rejîma Erdogan ku li dijî rojnamevanan şer ragihandiye, ji bo bêdengkirina hemû rojnamevanên ne alîgir her tiştî dike. Li gelemperiya cîhanê di sala 2024’an de 104 rojnamevan hatin qetilkirin. Cihê ku herî zêde binpêkirina mafan û êrîşên li dijî rojnamevanan lê tên kirin Tirkiye ye. 

BANGA LI SAZIYÊN ÇAPEMENIYÊ HAT KIRIN

Em bang li Rêxistinên Pîşeyî yên Çapemeniyê yên Navneteweyî, bi taybetî jî Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ), Koalîsyona Jin a di Rojnamevaniyê de (CFWIJ), Navenda Ragihandin û Azadiya Medyayê ya Ewropayê (ECPMF) dikin ku bi rojnamevanên Kurd ên neçar mane di bin siya êrîşên dewleta Tirk de bixebitin, hevgirtina xwe xurt bikin. Êrîşên qirkirinê û sûcên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê bi taybetî bendava Tişrînê ragihînin!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Afrîkaya Başûr ev du meh in bi sedan madenkar di binê erdê de ne
Nûçeya Pişt re Koçberên ji Efrînê ji NY’ê re name şand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bîranîna Komkujiya Gar a Enqereyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernadin

Li pêşiya Gar a Enqereyê, 104 kesên di êrişa li ser Mîtînga Ked, Aştî û…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Abdullah Ocalan wê peyamên girîng bide

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, diyar kir ku Rêber Apo ji Şandeya Îmraliyê re gotiye:…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stûttgartê bi sedan name ji CPT’yê re hatin şandin

Li Stûttgartê jinan bi sedan nameyên li dijî tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Amûdê 60 şehîd bi merasîmekî hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Zirganê ji bo perwerdehiya bi zimanê Kurdî meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?