Hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku sala 2019’an piştî ku qeyûm di Tebaxê de li şaredariyê hate tayînkirin, hate girtin û piştî bidawîbûna cezayê lê hatibû birîn hate berdan, li ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk axivî.
Mizrakli diyar kir ku aştiyeke mayinde tenê bi girtina bi destê hev a aliyan nabe û destnîşan kir ku pêvajoya hiqûqê “gava destpêkê ye” û demokratîkbûn jî gava duyemîn e.
Selçûk Mizrakli ku nû hate berdan, li ser çavdêriyên xwe yên li rewşê got, “Tişta ku niha dibîınim; bendemayinek heye. Bendemayinek li nava tevahiya civakê heye. Rewşeke welê heye ku di navbera hêvî û bêhêvîtiyê de diçe û tê.”
Mizrakli got, “Weke doktorekî ez ê bi mînakeke doktoriyê destpê bikim. Di karê doktoriyê de beriya emeliyatê ez ji nexweş re dibêjim bê emeliyateke çawa ye, piştî emeliyatê pirsgirêkên bi çi rengî derdikevin holê, ev pirsgirêk jî bi texmînî heta kengî derbas dibe, çawa dikare bê derbaskirin, rîskên gengaz û feydeya wê vedibêjim. Dema ku vê vedibêjim, nexweş bi giranî dibêjin, ‘Baş e ku te ev ji me re vegot. Ji ber ku te qala van kir, em neketin nava fikaran, me karîbû xwe rehet bikin’.
Di vê meseleyê de jî nikarim pêvajoya aştiyê ji pêvajoya demokratîkbûnê cuda bikim. Aştî rewşa başiyê ya civakî ye.”
Hevşaredarê berê yê Amedê diyar kir ku aştî jî bi gotina, “Em rabin, me li hev kir, bi destê hev bigirin û vaye êdî aştî çêbû” pêk nayê û axaftina xwwe bi vî rengî dewam kir, “Ji ber ku hişekî aştiyê heye. Bi taybetî dema ku mirov sernavekî bingehîn ê weke pirsgirêka Kurd binirxîne, ev mesele naşibe jidayikbûneke neh meh û deh rojan. Dem jê re divê; pêvajoyeke welê ye ku smebol, ziman û hişê aştiyê bi rûbirûbûn û destnîşankirina heqîqetê dimeşe.
Baş e, ev di atmosfereke çawa de dibe? Di atmosfera demokrasiyê de. Bi demokrasiyê mirov dikare vê mekanîzmayê hîn bixebitîne û erêkirina civakî di vê mijarê de biafirîne.”
Selçûk Mizrakli diyar kir ku kevirê destpêkê yê rêya ber bi aştiyê ve diyar bûye û ev jî weke hiqûqê pênase kir. Mizrakli got, “Kevirê duyemîn jî demokratîkbûn e” û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Hem ji bo aştiyê, hem ji bo başiya civakî hem jî ji bo dîtina paşeroja civakê û xwedî îradeyê, pêwîstî bi demokrasiyê heye. Eger civak weke ku li dîwarê Meclîsê tê nivîsandin, ‘Serwerî bê şert û merc a milet e’ wê demê yekane saziya ku wê serweriyê pêk bîne demokrasî ye; rê û rêbazên demokratîk e.”
Selçûk Mizrakli destnîşan kir ku tenê cihekî wan heye, ew jî zemîna têkoşîna demokratîk e û got, “Lewma divê ti kes ji cihê me, ji sekna me bi fikar nebe. Kî li vî welatî bi neheqî li zor û zehmetiyê rast bên, li zilmê rast bên, em ê bibin berdevkê wan.”
Mizrakli destnîşan kir ku dema civak bibe weke mekanîzmayeke rêxistinbûyî, bedeneke rêxistinbûyî ev yek wê demokrasiya rasteqîn be û got, “Siberojên bedew bi ked û îradeya me hemûyan dibe.”

