Gundê Sînemokê yê li quntara çiyayê Qendîlê li gel bedewiya xwe ya sirûştî her wiha bi avaniyên xwe yên dîrokî jî balê dikişîne. Li vî gundî ku li kêleka gundê Suredê û li pala çiyayê Qendîlê ye, li dora avaniyên xwe yên kevn û nû gelek bax û bexçeyên ji darên fêkî hene.
Li Sînemokê ku derdora wê weke daristaneke ji darên fêkî ye, avaniyên berê balê dikişînin. Gundî di mijara parastina van avaniyan de ku ji şopa çand û dîroka wan e, bi hesasiyet tevdigerin. Ev avanî ji bo extiyarên gund ji bîranînên girîng pêk tên.
Dema avabûna gund baş neyê zanîn jî li gorî gotinên extiyaran rabirdûya Sînemokê digihêje heta sed salî. Ji extiyarên gund Mam bi van gotinan qala rabirdû û jiyana li gund kir:
“Ez li gundê Sînemokê ji dayik bûm. Bav û kalikê min jî li vê derê ji dayik bûn. Gundekî berê û qedîm e. Dîroka Sînemokê dûr û dirêj e. Temenê min têrê nake ku bê bîra min bê gund kengî ava bû.”
Li ser navê gund, Mam qalla çîrokekê dike ku ji mezinên xwe bihîst, lê nizane bê rast e yan na: “Li Sînemokê dawetek hebû. Ji bo wê dawetê dengbêjek ji Rojhilat hatibû. Kete bin bandora bedewiya jinên gund û piraniya stranên li dawetê got, li ser bejn û xemla jinên gund bû. Piştî vê jî navê gund bû Sînemokê. Bi vî rengî navê gund belav bû.”
Her wiha tê gotin ku li gorî devoka Mukriyan, Sînemok tê wateya ‘Sînga çiyê’.
Sînemok gundekî biçûk û şîrîn e. Li gund zêde mal nîne, gel debara xwe bi bexçevanî, çandinî û sewalkariyê dike. Li gund medrese, nexweşxane û dibistan nîne. Li gund berê berhemên cuda yên çandiniyê dihatin çandin, kar bi hevkarî û komînal dihate kirin.
‘JI BO CIWAN NEÇIN DERVEYÎ WELAT DIVÊ HIN TIŞT BÊNE KIRIN’
Bi ketina nava gund re pêşwaziya dilgermî û mêvanperweriya gund balê dikişîne. Têkilî û hezkirina kûr a gundiyan a bi jiyanê re bandorê li têkiliyên civakî jî dike. Bi taybetî extiyarên gund tecrûbeya xwe ya jiyanê di rûyê xwe de nîşan didin.
Hanîfe Mîne ya li gundê Sînemokê dimîne, li ser dema xwe ya li gund û têkiliyên civakî axivî: “Nifûsa li bajaran zêde bû, çûn û hatina gund kêm bû. Têkiliyên civakî berê xurtir bû, kar bi hev re dihate kirin. Gelekî bedew bû. Niha bi giranî li bajaran bi perwerde û kar re mijûl dibin. Lê belê li gund em bi giranî karê çandiniyê dikin.”
Hanîfe Mîne li ser xeteriyên li hemberî çand û jiyana gund fikar û bendewariyên xwe bi vî rengî anî ziman:
“Ez dixwazim Kurdistan her tim bedew be. Ji bo ciwanên me neçin derveyî welat bila kar bê kirin. Bila zarokên me li welatê xwe bin, li vê derê tiştek hebe ku bikin û neçin xerîbiyê. Her carê ji ber çûyîna zarokan dilê dayikekê dişewite. Ji ber zor û zehmetiyên çûyîna derveyî welat ciwan jiyana xwe ji dest didin. Dayik nikarin bigihêjin cenazeyê zarokê xwe. Eger li vê derê tiştek hebe kes naçe derveyî welat.”
Mam Hecî Resûl jî ku li nêzî gundê Sînemokê dimîne, anî ziman ku di sala 1968’an de li quntara çiyayê Qendîlê ji dayik bû û li ser wateya Qendîlê ji bo gelê Kurd got, “Qendîl di her dem û qonaxa dîrokê de ji bo çar parçeyên Kurdistanê bû kelehek. Gelê Kurd serketinên xwe hemû li Qendîlê pêk anî. Ji ber vê yekê rola Qendîlê gelekî mezin e. Ji van gundan gelek pêşmergeyên qehreman, naskirî û mirovên têkoşer derketin. Em çiqasî qala dîroka van gundan bikin kêm e. Hêvîdar im ku têkoşîna azadiyê, projeya aştiyê wê bi ser bikeve û Rêber Apo azad bibe. Bi vî rengî karibe hîn bêhtir xizmetê ji doza gelê Kurd re bike.”
Yek ji aliyên bedew ên jiyana li gundê Sînemokê zarok in. Zarok bi coş û rûyê xwe yê li ken gund zindî dikin û hêviya jiyaneke bedew nîşan didin.
Zarokên bi navê Roza û Sînar jî qala jiyana xwe û têkiliya bi gundiyan re kirin. Roza ya 13 salî got, “Gund ji bajar xweştir e. Av û hewa gund hênik e. Dar û şînkahî gelek e. Gundî bi hev re gwîzan kom dikin. Gundiyên li vê derê hemû baş in. Divê em gund û zimanê xwe biparêzin.”
Sînar jî anî ziman ku ji ber dibistan qediya ji bo alîkariyê hat gel pîrika xwe û alîkariyê pê re dike. Sînar diyar dike ku jiyana gund ji ya bajêr gelekî xweş û bedewtir e.

