Duşem, 28 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Sultanbeyliyê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de em ê daxwazên xwe bipeyivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Em Kurd ji rêveberiya demokratîk re namzet in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navek, du jiyan: Agir Adar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakas: Berdana girtiyên nexweş nabe bibe mijara bazariya polîtîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê li biryargehên partiyên Kurd xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Çarenûsa Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş nayê zanîn, berpirsiyar Komara Îslamî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şêniyê 83 salî yê Qendîlê: Hesret û hêviya me azadiya Rêber Apo ye
Kurdistan

Şêniyê 83 salî yê Qendîlê: Hesret û hêviya me azadiya Rêber Apo ye

Ji şêniyên Binarê Qendîlê Kak Mihemmed Xidri yê 83 salî diyar kir ku ew bi hêvî ye ku Rêber Apo vegere Kurdistanê û got: "Dixwazim Rêber Apo azad bibe û vegere nav Kurdan û êdî Kurd êşê nekişînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Îlon 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di jiyana gelekî de rewş û bûyer, hest û hezkirinek heye ku dilsoziya welat bi her awahî dide nîşandan. Her wiha her çiqas Rêberek gelê xwe bi salan nedîtibe ji, cardin di nava 4 dîwaran de bijî jî ji ber ku xwe xistiye nava dilê milyonan Kurdan her tim di dilê gelê xwe de bi giyana azad dijî. Rêber Apo di dîroka tevgera azadî û gelê Kurd de xwedî mîrateyek wisa ye ku xwe spartiye xewna mirovan, jiyana mirovan ya bedew.

Şêniyê gundê Lewcê ye Binarê Qendîl Kak Mihemmed Xidir (83), rixmê ku Rêber Apo qet nedîtiye jî bi awayek balkêş di xewna xwe de Serok Apo dît û xewna xwe ji ajansa me re parve kir.

XELK LI BENDA RÊBER APO NE KU DERKEVE DERVE

Kak Mihemmed Xidir ev tişt anî ziman: “Ez xelkê binarê Qendîlê ji gundê Lewcê me. Min xewnek li ser Rêber Apo dîtiye. Cihekî mezin bû, qadeke mezin wek qada futbolê bû. Min bala xwe didayê xelkek zêde li qadê kom bibû. Nêzî 2 hezar kes hebûn. Hin ji wan bi çek bûn û hin ji wan jî bê çek bûn. Ez çûm min silav da wan û wan jî bersivê silavê min dan. Min ji wan pirs kir ewqas mirov li vir çi dikin?

Li qadê qesrek mezin û xweşik hebû, Rêber Apo jî nav wê qesrê de bû. Xelk jî derdora wê qesrê girtine û li benda Rêber Apo ne ku derkeve derve. Ez jî bêhnekî sekinîm û li benda Rêber Apo bûm ku derkeve derve.

Di dawî de Rêber Apo derket derve û destek cilê zer lêbûn, mirovek gelek xweşik bû. Hespek li wê derê girêdabûn, Rêbertî li wê hespê siwar bibû û derket derve. Hat ber me derbas bû. Hin ji xelkê li hev civiyabûn, min ji wan re got; Rêber Apo bi hespa xwe derket û çû, xelk jî belav bûn û çûn.”

‘BILA ÊDÎ KURD ÊŞÊ NEKIŞÎNIN’

Kak Mihemmed, anî ziman ku ew dixwaze êdî Rêber Apo vegera nava gelê xwe û Kurd bigihêje maf û azadiya xwe. Kak Mihemmed, diyar kir ku ew bi hêviya ku Rêber Apo vegere nava Kurdistanê dijî û wiha domand: “Dixwazim Rêber Apo azad bibe û vegere nav Kurdan û êdî Kurd êşê nekişînin. Ez dibêjim ev bi aqil û bi fikrê ye. Ez dibêjim înşallah wê bê berdan. Siwarbûna hespê pîroz e, înşallah tê berdan û vedigere nav Kurdistanê û mafê her kesî wê bê dayîn.

Gava ku ez Rêbertî bibînim, ez ê bixêrhatinek gelek nerm û germ lêbikim. Ez ê jê re bêjim: Ya rebî bixêr hatî û wa hûn ji zindanê derketine. Hemû mîletê reben birçîbûn, tîbûn, westandin dîtiye, înşallah ev car em ê bi we re xweşiyê bibînin û mafê xwe bigrin.”

Kak Mihemmed Xidir ê 83 salî di emrê xwe ya peşmergetî ye de şahîdiya gelek pevçûnên di navbera hizbên Kurdî de kiriye. Kak Mihemmed Xidir behsa serpêhatiya çiyayê Qendîl û şerê ku li vî xakê aliyê van hêzan ve hatî jiyîn kir. Her wiha derbarê têkoşîna tevgera azadî û gerîla de nêrînên xwe anî ziman û bal kişand ser rûdanên pêvajoye banga Aştî û Civaka Demokratîk.

‘EM NAXWAZIN GERÎLA JI VIR DERKEVE’

Kak Mihemmed Xidir wiha berdewam kir: “Baweriya min ev e, ger ku gerîla ji Qendîl derkeve em ê zirarê bikin. A yekemîn gerîla gelek şehîd daye. Partiya gerîla partiyek mezin e.  PKK’ê berpirsiyarê vê Qendîlê ye, xelk jî baweriya xwe bi gerîla heye. Ger ku gerîla vê derê vala bike, kes newêre li ser wan cadeyan tevbigere. A niha her kes bi dilê xwe tevdigere û rehete. Derveyî hêza gerîla hêz werin em warê ewlehiya jiyana xwe de metirsîdar in. Ji ber vê em naxwazin PKK’ê û gerîla ji vir derkeve. Em dixwazin PKK’ê li vir be û em bi vê yekê kêfxweş û şanaz in.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QENDÎL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’
Nûçeya Pişt re Îranê li biryargehên partiyên Kurd xist
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sebahat Tuncel: Em ê bi hev re jiyana demokratîk ava bikin

Aktivîsta TJA’yê Sebahat Tuncel got: “Metîngeriya li ser jinan bi metîngeriya li ser xwezayê re…

Ji aliyê Stêrk TV

YCWK’ê li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî kir

YCWK’ê ragihand ku ji bo bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîla TV têkildarî çalakiya fedayî ya li Enqereyê dîmenek taybet weşand

Gerîla TV têkildarî çalakiya fedayî ya ku 23’yê Cotmehê li Enqereyê hatî lidarxistin, dîmeneke taybet…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Îranê li biryargehên partiyên Kurd xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?