Duşem, 25 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li jin a 80 salî lêgerîna tazî hate ferzkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ev jî bû: Axaftina bi Kurdî li gardiyanan jî hate qedexekirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şenoglû: ‘Paradîgmaya Civaka Demokratîk’ pêwîsetiyeke civakî ye, ne tenê pêşniyareke teorîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê Ozgur Ozel bi DEM Partiyê re bicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga têkoşînê di çalakiyên piştgiriya CHP’ê de

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê: Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya xurtkirina aştî, edalet û hevgirtina civakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamosteya Kurdî Foruzan Îslamî li Ûrmiyeyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endezyarê jeolojiyê: JES wê zirarê bide gel û çavkaniyên avê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo du şehîdan li Amedê sersaxî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-F: Em ê hesabê Gulden Komurcu bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bazîdê ji bo Gulden Komurcu meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi YPJ’ê li Kolombiyayê çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Jiyana Zeyneb Celaliyan di metirsiyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em li dora statu û azadiya Rêber Apo hêza xwe bikin yek!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şêniyên Qamişloyê: Parastina welat parastina hebûnê ye
Rojava

Şêniyên Qamişloyê: Parastina welat parastina hebûnê ye

Şêniyên taxa Enteriyê ya bajarê Qamişloyê, behsa girîngiya xweparastinê kirin û diyar kirin ku parastina welat parastina hebûnê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Şerê Gel ê Şorşgerî li beramberî tevahî şert û mercan xwe û civaka xwe parastine. Dî dîroka mirovahiyê de ji bo ku mirov bikaribe nifşê xwe pêş bixe û bi tenêbûnê re rû bi rû nemîne xwe parastin kiriye mercekî sereke yê jiyanê ye. Bi pêşketina jiyanê re xweparastin hîn bêhtir bi awayek sistematîk pêşket. Mînake herî ber bi çav ku ji tevahî cîhanê re bûye nimûne, gelê Kurd e. Rûxmî hemû êş û azarên ku li ser wan tên meşan din, lê hêmana bingihîn a jiyana wan parastin e.

Di heman çarçoveyê de li bajarê Qamişlo gel li taxan ji seatên êvarî hata sibehê parastina xwe dikin û dibin alîkar ji hêzên xwe yên leşkerî re. Welatiyên ku parastinê dikin, ji ajansa me ANF’ê re axivîn û behsa girîngiya xweparastinê kirin.

‘PARASTINA WELAT PARASTINA HEBÛNÊ YE’

Salih Omer ê ji taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo ye diyar kir ku komînên taxa Enteriyê giştî û bi hev re parastiya kolanên xwe dikin û got, “Di van demên dawî de ku êrîş li ser gelê me yê Efrîn-Şehba bi dijwarî hat kirin.  Em weke gelê Qamişlo me xwest piştgiriyê bidin hêza xwe û parastina taxên xwe bi xwe bikin. Bi hemû îrade û berxwedaniya xwe me dest bi parastina xwe û gelê xwe kir. Tişta herî girîng di jiyanê de parastine, eger mirov parastina xaka xwe neke, wê nikaribe parastina xwe jî bike. Parastina welat parastina hebûnê ye. Divê em şev û roj li ser piyan bin, da ku jiyanek bi ewle û bê şer ava bikin. Gelê me bi giştî ketiye nav seferberiyê, ji bo gelê me yê Şehba, me jî wek taxa Enteriyê pêşniyar kir ku her êvara em kolanên xwe biparêzin û ji her tiştî re hişyar bin.”

‘YAN MIRIN YAN SERKETIN’

Omer, destnîşan kir ku dijmin çiqas şer bike jî wê tu carî nekaribe îradeya gelê Kurd bişkîne û wiha domand, “Berxwedan roj bi roj mezintir dibe. Jiyana ku bê parstin be ew jiyan bê wate ye. Ji destpêka mirovahê ve xweparstin erka herî bingehîne. Ji ber wê em dibêjin xweparstin di vê rewşê de ji bo me ji av û xwarinê girîngtire. Em wek gelê Kurd di her xak û kolanekî de parastina me ya bingehîne, em şervanên xwe yê di çeperên şer de parastina welatê xwe dikin, silav dikin û berxwedaniya wan ya dîrokî pîroz dikin. Em ji wan re dibêjin em ê her tim li pişta we bin. Di dawiyê de em dibêjin, dijminê hov çidike bila bike Kurd wê hebin û tune nabin. Wê ji zarok hata kal û pîrên me parastina xwe û gelê xwe bikin. Yan mirin yan serkettin.”

‘ARMANC DESTEKDAYÎNA HÊZÊN XWE NE’

Leyala Resûl jî jineke ku her êvara ji bo parastina gelê xwe derdikeve nobetê, diyar kir ku ew dema derdikeve parastinê pir kêfxweş dibe. Leyla Resûl wiha got, “Em di rewşek nexweş de ne pêwîste em hinekî bi tevger bin da ku dijmin nikaribe êrîş me bike. Dema em derdikevin nobetê jiyana zarok û xelkên me bi ewle dibe. Ji ber em her tim hişyar in. Bi vê yekê em alîkariyê didin hêzên xwe jî ku pir newestin û li kolanan nemînin. Em ji seat 12:00’an derdikevin nobetê hata berbanga sibê em vedigerin malên xwe. Mirov dema parastina xaka xwe dike wê bikaribe parastina gelê xwe jî bike. Em vê yekê bi armaca hişyarî û destekdayîna hêzên xwe dikin. Di dawî de ez hêvê dikim ku hemû komîn û gelê me di nav vê seferberiyê de cihê xwe bigre û welatê xwe biparêze.”

‘ME JÎ CIHÊ XWE DI SEFERBERIYÊ DE GIRT’

Hikmet Şakir jî ji bo parastina xak û gelê xwe derdikeve nobetê û da zanîn ku ji bo piştgirtiya hêzên QSD’ê û hemû hêzên leşekrî bi Rêveberiya Xwerser re ketin nav seferberiyê de. Hikmet Şakir, wiha axaftina xwe dewam kir, “Dema êrîş li ser gelê me yê Şehba hatin kirin û ji neçarî koçber bûn, Rêveberiya Xweser seferberî ragihand, her kes di vê seferberiyê de cihê xwe girt. Weke şêniya taxê jî em tevî vê pêngava parastinê bûn. Hemû hêzên me yên leşkerî ketin nav liv û tevgerê da ku gelê xwe biparêzin. Em jî weke gel bûn alîkar bi wan re û em xwe bi xwe parastina kolanên xwe dikin. DI her komînekê de nêzî 300-400 mal heye, tensîq hat kirin û her komînek taxa xwe bi şev diparêze.”

‘EM Ê HÊZA XWE YA LEŞKERÎ XURT BIKIN’

Şakir, anî ziman ku şerê gel ê şoreşgerî wê bi serkeve û tu carî rê nedin dijim ku êrîşî wan bike û wiha domand, “Me hazirtiyên xwe û her tiştî kir, me perwerdeyên çekan ji jin û mêran re vekir da ku em bikaribin bi hev re parastina xak û gelê xwe bikin. Her roj komîn 7 kesan hildibijêre ku parastinê taxê bikin ji 12:00 êvarê heya 5 sibehê. Em bi vê alîkariyê pir serbilind in, ji ber ku di van rewşên bi vî rengî de pêwîste em yek dest bin û hêza xwe giştî bikin yek da ku dijmin nikaribe êrîş me bike. Soza me bi Rêveberiya me ya Xweser re ew e ku jiyana me wê bi berxwedanî bidome hata em neghêjin asta serketinê. Erka ku dikeve ser milê me parstine û destekdayîn bi hêza me re ye. Em soz didin ku roj bi roj hêzên xwe yên leşkerî xurt bikin û xortên xwe tevahî tevlî vê têkoşînê bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD: Hevdîtinên ji bo agirbestê bê encam man
Nûçeya Pişt re Generalê Rûs li Moskowayê bi sûîqestê hate kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ciwanên Mexmûrê: Rêber Apo ji bo gelên li cîhanê jî bûye rêber

Ciwanên Wargeha Mexmûrê diyar kirin ku fikir û felsefeya Abdullah Ocalan li Kurdistan û cîhanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşa dagirkeriyê ya li ser Metînayê: Artêşa Tirk bê navber bombe li qadê dibarîne

Artêşa Tirk a dagirker li Metînayê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Artêşa Tirk bi helîkopter, balafirên…

Ji aliyê Stêrk TV

HBDH’ê berxwedêrên li zindanan bi bîr anî

HBDH'ê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Zindanan a Amedê û berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 1996'an bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ji ber bilindbûna rêjeya ava Firatê gelek gundên Kobanê di xeteriyê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rojava hilbijartinên Meclîsa Gel bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Parêzgarê Hesekê: Komeke din a dîlgirtiyan wê sibe bêne berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê, Qamişlo û Kobanê hilbijartina nûnerên Meclîsa Gel

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?