Duşem, 25 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Wê Ozgur Ozel bi DEM Partiyê re bicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga têkoşînê di çalakiyên piştgiriya CHP’ê de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîn ji bo meşa CHP’ê hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozel: Ji niha û pê ve navenda me ya giştî parlemento ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê ji Giravê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gimgimê nobeda SEJ’ê di roja 22’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mamosteya Kurdî Foruzan Îslamî li Ûrmiyeyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endezyarê jeolojiyê: JES wê zirarê bide gel û çavkaniyên avê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo du şehîdan li Amedê sersaxî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji baroyên Kurdistanê daxuyaniya ‘Bêhukmiya Teqez’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji koçberiyê ber bi Zagrosan ve rêwîtiya şoreşgerekî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bazîdê ji bo Gulden Komurcu meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi YPJ’ê li Kolombiyayê çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Jiyana Zeyneb Celaliyan di metirsiyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em li dora statu û azadiya Rêber Apo hêza xwe bikin yek!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî banga piştevaniya navneteweyî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şêra Osê: Destûr nûnertiya jina azad nake
Rojava

Şêra Osê: Destûr nûnertiya jina azad nake

Şêra Osê diyar kir ku pêwîste jin bi xwe di nivîsandina vê destûrê amade bin û zagonên xwe bi xwe binivîse û got: “Ev destûr nûnertiya jina azad nake.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bi hilweşandina rejima Baas a di 8’ê Kanûna 2024’an deriyek hêviya azadiyê ji gelê Sûriyeyê û jinên Suriyeyê re vekir. Lê hatina rêveberiya Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) a ku ket şûna rejîma Baasê li Sûriyeyê ti guhertin ava nekir. Berovajî wê rêveberiya HTŞ’ê gel ber bi komkujian ve bir. Beramberî vê yekê jî di 13’ê Adara 2025’an destûrek ku nûnertiya jinê nake ji aliyê rêveberiya HTŞ ve hat ragihandin. Derbarê wê mijarê de Endama Desteya Hevserokatiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Şêra Osê ji ANF’ê re axivî.

‘JI BO SÛRIYEYÊ NEXŞEYEK NÛ TÊ XÊZKIRIN’

Şêra Osê bal kişand li ser rewşa Suriyeyê ku di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û got, “Piştî hilweşandina rejîma Baasê li Suriyeyê nexşeyeke nû tê xêzkirin. Piştî ku gelê Suriyeyê û bi taybet jinan ewqasî êş kişand, bi hilweşandina rejîma Baasê re hêviyek ava bû. Rejîma Baasê li hember jinê her cureyê tundî pêk dianî. Jin ji her aliyê civakê dûr xistibû. Jin êdî gihiştibû asteke ku heta refa şeşan nema karîbû xwendina xwe dewam bike. Hişmendiya ku ‘şerm e jin derkeve derve û bi pêş bikeve’ di serê civakê de diçand. Lê piştî rejîma mêr-dewlet hat hilweşandin, ev yek ji bo jinan bi taybetî bû cihê kêfxweşî û hêviyê.”

‘JINAN BI TÊKOŞÎNA XWE DESKEFTIYÊN XWE BIDEST XISTIN’

Şêra Osê di nava axaftinê xwe de got, bi destpêkirina Şoreşa Rojava re ya ku bû çirûska jina azad, hêviya jinan şîn kir û axaftina xwe dewam kir: “Şoreşa Rojava ji bo jinan bû ruh. Ji ber ku pergala dewletê ya bi destê mêr hate ava kirin ruhê jin fetisand bû. Rastî jî jin xwedî wê hêza mezin a şoreşê bû. Jin bi têkoşîna xwe bi sedan destketî bidest xistin û li hember çeteyên DAÎŞ’ê sekinîn û DAÎŞ têk birin. Jin xwe di nav hemû qadên civakê de sembola serkeftinê hildan û jina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû nimûne ji tevahî jinên cîhanê re.”

DESTÛRA COLANÎ NAYÊ PEJIRANDIN

Şêra Osê destûra ku bi destê rêveberiya HTŞ’ê ya ku serkeşiya wî Colanî dike imza kiriye rexne kir û got: “Dema me şoreş bi navê jinê ava kir wê demê me soza berxwedan û parastina mafê jinê da. Em wek şoreşger bi vê yekê bawer bûn da ku wê her dem jin di qadên civakê de pêşengiyê bin. Jin ne jinên berê ne. Ev jinên ku Colanî dixwaze mafê wan winda bike jinên azadîxwaz in û pêşengên Şoreşa Rojava ne ya ku di bin navê Şoreşa Jinê de hat nasîn. Ji ber wê ti kes nikare mafê jinan têk bibe û ev destûr nayê qebûlkirin.”

‘PÊWÎSTE JIN CIHÊ XWE DI NIVÎSANDINA DESTÛRÊ DE BIGRE’

Şêra Osê da zanîn ku bi tevlîbûna jinan a di nava qadên civakê de guhertinek pir mezin li Rojhilata Navîn ava kir û bi ketina rejîma Baasê re jî hêviya jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn bêhtir mezin bû û wiha domand: “Ev hikûmeta nû ya bi fikrê olek radîkal dixwaze jinan careke din vegerîne mîna berê, lê bi tu awayê nikare. Mafê jin ji sedî 50 di destûra nû ya Sûriyeyê de heye. Ji bo vê destûrê, pergala hevserokatiyê yê herî giring e. Bila ev hikûmet bizane desturek bêyî mafê jin wê nikaribe gelê Sûriyeyê bi rêve bibe. Ji ber jin bingeha azadî û demokrasiyê ye.”

Şêra Osê bi bîr xist ku di nivîsandina vê destûrê de nêrînên jinê nebû û ev destûr nûnertiya jina azad nake û pê de çû: “Dixwazin jina azad bifetisînin. Piştî ewqas salên têkoşînê û heta roja me ya îro jin têkoşîn dike. Desturek bi vî rengî li ser jin derkeve wê neyê qebûl kirin. Pêwîste jin bixwe di nivîsandina vê destûrê cihê xwe bigre û zagonên xwe bixwe binivîse. Ji ber dema em dibêjin bila mafê me di destura nû ya Sûriyeyê de hebe ne tenê bi awayek nivîskî ye. Em pratîkî vê yekê dixwazin da ku civakek bi nêrîna jin ava bibe.”

Şêra Osê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku pêwîste nêrînên her pêkhateyek di Sûriyeyê de were girtin û ji nûve destûra Sûriyeyê were nivîsandin û got: “Pêwîste hemû jin ji her pêkhateyê vê destûrê qebûl neke û li hember vê siyasetê serî hilde û em qebûl nekin bi fikrê zilamê serdest car din bindest bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Peyama NPG’ê ya ji bo Newrozê: Ji bo azadiya Rêber Apo gerîla wê erka xwe pêk bîne
Nûçeya Pişt re Rojek nobedarên Bendava Tişrînê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şehîd Salih Muslim li ser gora xwe hate bîranîn

Endamê Desteya Hevserokatiya Rêveber a PYD'ê Salih Muslim di roja 40’an a şehadeta xwe de…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwanê ku li Tertûsê hat binçavkirin, li girtîgehê jiyana xwe ji dest da

SOHR’ê ragihand ku ciwanekî ku ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve hatibû binçavkirin, li girtîgehê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Rojava hilbijartinên Meclîsa Gel bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Parêzgarê Hesekê: Komeke din a dîlgirtiyan wê sibe bêne berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê, Qamişlo û Kobanê hilbijartina nûnerên Meclîsa Gel

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Sembola îrade û berxwedanê: Şehîdgehên Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?