Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Şerê me hebûna me îfade kir’
Rojava

‘Şerê me hebûna me îfade kir’

Çeteyên DAÎŞ’ê ji sê aliyan ve ber bi navenda bajarê Kobanê ve pêş ve dihat û dixwestin bajêr bi tevahî dagir bikin. Lê şervanên YPJ-YPG û gelê Kobanê jî bi derfetên xwe yên kêm li dijî hovîtiya serdemê şerekî bê eman meşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2024 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Şerê li dijî Kobanê çawa û kengî dest pê kir? Beriya êrîşa dijwar ya di meha Îlonê de kîjan êrîş pêk hatin? Di meha Îlonê de li bajarê Kobanê şer gihîşt kîjan astê? Li pişt perdeya van êrîşan de kîjan hêz hebûn?

Piraniya şerê Kobanê bi êrîşên di 13’yê Îlona 2014’an de tê bidestgirtin. Lê belê pêvajoya beriya vê dîrokê jî xwedî rûdan û bûyerên pir girîng in. Yên ku li herêmê êrîş dikirin kî bûn? Navê van rêxistinên çete û terorîst çi bû û kê palpiştiya wan dikir? Çima êrîşê Kobanê kirin?  Mirov nikarê şerê Kobanê bi dîroka Îlona sala 2014’an bide destpêkirin. Jixwe êrîşên yekemîn ên li ser Kobanê jî çeteyên DAÎŞ’ê pêk neanîn. Êrîşên li dijî herêmê ji hêla Çeteyên Cehat El-Nusra di sala 2012’yan de bi piştgiriya yekser ya dewleta faşîst û qirker ya Tirk ve hatin destpêkirin.  

Di 18’ê Tîrmeha 2012’yan de Rêxistina Îstîxbarata Tirk (MÎT) ji deriyê sînor ê Akçakale ya di navbera Kobanê û Pirsûsê de 4 seyareyên tije cebilxane ji çeteyên Cebhet El -Nusra re şandin. Çeteyan jî êrîşê Girê Spî kir û di wê êrîşê de gelek kes şehîd bûn, komkujiyên herî hovane pêk anîn. Di komkujiya li Girê Spî de yekser destê dewleta faşîst û qirker ya Tirk heye.  

Di 8’ê Mijdara 2012’yan de komên çete yên bi navê Cebhet El-Nusra û Xureba El-Şam ji deriyê sînorê yê Tirkiyê re bi awayekî fermî êrîş anîn ser bajarê Serêkaniyê. Şervanên azadiyê yên YPG-YPJ’ê li dijî van êrîşan berxwedaniyeke bêemsal raber kirin. Nehiştin ku Serêkaniyê bikeve di destên van çeteyan de. Lê bajarokên di navbera Tiltemir, Kobanê û Serêkaniyê de ketin destên çeteyan.  Tirkiyê bi hezaran çeteyên Cebhet El-Nusra ku li herêmên nêzîkî sînorê Rojava û Sûriyeyê di akademiyên leşkerî de perwerde dikir, bi awayeke fermî ji deriyên sînor şandin herêmê. Beşek ji wan çeteyan jî ber bi bajarê Reqayê ve şandin.  

Di 20’ê Hezîranê de çeteyên li Girê Spî berê xwe dane rojhilatê bajarê Kobanê. Wiha jî Kobanê hate dorpêçkirin. Di 4’ê Tebaxa 2012’yan de yekser êrîşê Şêxler a rojavayê Kobanê jî hate kirin.  

Pevçûn û şerê li Şêxler û gundewarên Kobanê zêdetirî salekê berdewam kirin. Li eniyên şer her ku diçû çeteyan hêza xwe zêdetir dikir û bi çekên giran hewl didan ku berxwedana li Kobanê bişkênin. Carna pevçûn pir giran dibûn. Çete bi çekên giran û hêzeke zêde êrîş dianîn.  Lê gelê Kobanê jî bi hemû hêza xwe kete rewşa awarte. Yên ku dikarîn şer bikin berê xwe dan eniyên şer, yên din jî piştgiriya şervanan dikirin. Ciwan, jin û zilamên temenmezin jî mil bi milê hev, bi çek û rextên xwe di sengeran de bêyî ku biwestin nobetdarî dikirin.

ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê ÇAWA HATIN HERÊMÊ?

Dewleta faşîst û qirker ya Tirk û hevalbendên wê dema ku dîtin, Cebhet El-Nusra hêza xwe ya êrîşê lewaz e, rêxistinbûna çeteya DAÎŞ’ê xistin dewrê. Ev çete ku dewama rêxistina terorîst ya El Qayîde ye, taktîka şerê xwe li ser propagandaya tirsandinê û êrîşên bi hejmareke zêde û bi lez dabû rûnişkandin. DAÎŞ bi piştgiriya dewleta faşîst a Tirk qadên Cebhet El Nusra jê dewr girt. Di Adara 2014’an de Minbic dagir kir. Ji wir jî berê xwe da navçeya Sirîn û Şêxler a rojavayê Kobanê.  Di mehên Tîrmeh û Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê Mûsul û Şengal jî dagir kirin. Beşek ji sînorê Sûriyeyê bi Iraqê re kete destên çeteyan. Ji wir jî berê hêza xwe da Sûriyeyê. Di demek kurt de êdî bajarên weke Reqa, Tebqa, Dêrezor û Girê Spî ji hêla çeteyan ve hatin dagirkirin. Ango ji %50 axa Sûriyeyê ji hêla çeteyan ve hate dagirkirin.

DI HEZÎRAN Û TÎRMEHÊ DE DAÎŞ’Ê BI DIJWARÎ ÊRÎŞ KIR

DAÎŞ’ê ji sê eniyan ve êrîşê gundewarên Kobanê kiribû, lê vala derketibû. Di Hezîrana sala 2014’an de careke din bi êrîşên dijwar hewl da ku dagir bike. Ew êrîş jî bê encam ma. Ji ber ku gel û şervanên YPJ-YPG’ê bi qehremaniyên mezin planên çeteyan yek bi yek têk birin. Piştî wê bi mehekê, ango di Tîrmehê de jî DAÎŞ’ê pêleke din ya êrîşê da destpêkirin. Çeteyan berê xwe dane gundê Zormixar, Zibêdiyê û Dibliyê ku dikevin rojavayê bajarê Kobanê. Di heman deme de êrîşê gundên Evdiko, Ebusira û Konaftar jî kirin. Bi giştî gundên rojhilat û bakurê Kobanê dane ber êrîşan. Di van êrîşan de jî dewleta qirker û faşîst ya Tirk alîkariyeke berçav ji çeteyan re kir. Cebilxane û lojîstîka çeteyan ji deriyên sînor derbasî cem çeteyan dikirin û birîndarên çeteyan jî dibirin nexweşxanayên Tirkiyeyê ku derman bikin. Kesên mafya, kujer, tecawizkar û diz ku ji her derê dihatin û dixwestin tevlî DAÎŞ’ê bibin, li ser Tirkiyê re xwe digihandin çeteyan.

ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎN

Hemû êrîşên çeteyan yên heya wê rojê, bi berxwedaniya gel û şervanên azadiyê li Kobanê hatin têk birin. DAÎŞ’ê ku para xwe ji mirovbûnê negirtiye, vê carê jî bi rêbazeke dijmirovî êrîş kir û di 12’yê Îlonê de bi çekên kîmyewî êrîşî gundê Evdiko kir û di wê êrîşê de 3 şervanên YPG’ê gihîştin asta şehadetê. Bêguman di vê êrîşê de jî dewleta qirker û faşîst ya Tirk roleke berçav lîst. Bi dronan tevgera şervanan şopand û agahî da çeteyan.

ŞEVA 14 Û 14’Ê ÎLONÊ

DAÎŞ piştî êrîşa Tîrmehê ku darbeyên giran ji şervanên YPG-YPJ’ê xwar, navber da êrîşên xwe. Xwe amede kir û terz û planên xwe li berçav derbas kir. Bi desteka ku ji faşîzma delweta Tirk wergirt, di 12’yê Îlonê de pêleke mezin ya êrîşê da destpêkirin. Di wê êrîşê de çekên giran û tankên ku li Mûsulê ji rejîma Iraqê girtibûn, êrîşê gundê Serzorî kir. Hemwext berê xwe da gundên Nebo, Qizalî û Bîrkêtika jî. Êrîş bi awayekî bênavber û ji pir aliyan ve li sertaserê gundên Kobanê pêk hatin. Gundên Xirsûs, Koneftar, Aşmê, Zêrik, Talîk û Caidê hatin dagirkirin. Êdî navenda bajarê Kobanê kete bin dorpêça çeteyan. Ji bo çete nekevin bajêr, şervanên YPG-YPJ û gelê Kobanê li ber xwe didan.  Çeteyên DAÎŞ’ê dema ku Reqa dagir kirin, plan kiribûn ku ji wir jî berê xwe bidin Heleb û Şamê, lê dewleta faşîst û qirker ya Tirk xwedî planên cuda bû. Faşîzma Tirk hedef dikir ku herêmên rizgarkirî yên Kurdan dorpêç bike û wiha jî dawî li Şoreşa Rojava bîne. Armanca sereke jî Kobanê bû. Ji ber Kobanê bibû cihê zayîna şoreşê.  

Dewleta faşîst û qirker ya Tirk bi her awayî alîkarî da çeteyên hov yên DAÎŞ’ê. Jixwe dîmen û fotoyên ku leşkerên Tirk li ser sînor bi çeteyan re hevdîtin dikin, hatin belavkirin û hevkariya wan îsbat bû. Dewleta faşîst ya Tirk ji deriyê sînor çete derbas dikir, çek û cebilxane dida wan.  

Çeteyên DAÎŞ’ê ji sê aliyan ve ber bi navenda bajarê Kobanê ve pêşve dihat û dixwestin bajêr bi tevahî dagir bikin. Lê şervanên YPJ-YPG û gelê Kobanê jî bi çekên xwe yên ferdî, bi cebilxaneya xwe ya kêm, ruxmî ku erzaqê wan jî nemabû û derman ji bo birîndaran tune bû, bi hemû hêz û baweriya xwe li dijî hovîtiya serdemê û çekên wan yên herî modern şereke bê eman meşandin.

HATINA GERÎLAYAN JI BO KOBANÊ BÛ HENASE

Şerê Kobanê êdî tenê di navbera çeteyên DAÎŞ û gelê Kobanê bi sînor nebû. Tirkiyeyê berê çeteyên DAÎŞ’ê dabû Kobanê û Kobanê êdî bibû navgîna şereke dîrokî. Şerê di navbera azadî û bindestiyê. Şerê di navbera nirxên mirovahiyê û hovîtiya serdemê, şerê di navbera ronî û tarîtiyê de. Hemû cîhanê bi baldarî û mereq li vî şerî temaşe dikir. Dem rawestiyabû û kêlî tenê bi Kobanê re diherikîn.  Li ser bangewaziya Rêber Apo, gerîlayên azadiya Kurdistanê yên HPG û YJA STAR’ê ji çiyayên başûr û bakurê welat berê xwe dane Kobanê. Her wiha bi sedan ciwanên ji çar aliyên cîhanê, yên ji gelên cuda bi ruheke sosyalîst û enternasyonalîst di eniya şerê Kobanê de cih girtin. Hatina gerîla ji bo Kobanê bû henaseyeke nû. Gelê Kurd li bakurê Kurdistanê sînorê Rojava girtin û nehiştin ku çeteyên DAÎŞ’ê ji wir derbasê Kobanê bibin, an jî dewleta faşîst ya Tirk cebilxane bide çeteyan. Jixwe her ku şer dijwar bû, yên li ser sînor bûn xwe li têlên hesin û eraziyê bi mayîn yê Kobanê xistin û hatin cenga hebûnê.  Erdoxanê faşîst di nirxandineke xwe de got; “Kobanê ha ket, ha wê bikeve”. Vê gotinê jî nerazîbûn û hêrseke mezin di nav gelê Kurd de ava kir. Erdogan û çeteyên xwe xeyal dikirin ku wê Kobanê bikeve û bi Kobanê re şoreşa Rojava têk biçe.  

BAKURÊ KURDISTANÊ BERSIVA ERDOGAN DA

Dema ku ev nirxandin pêş ketin, li seranserê bakurê Kurdistanê serhildanên pir girseyî rû dan. Kurdistan tev dakete qadan û lehiyeke ji hêrsê li dijî polîtîkayên qirêj ên faşîzma Tirk ku alîkariya dida çeteyan, gihîşte lûtkeyê. Lê faşîzma Tirk bi hêza çekdarî êrîşê gel kir û di encama bûyerên ku jê re bûyerên 6 û 7’ê Cotmehê tê gotin, bi dehan kesên sivîl şehîd bûn. Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo ku gelê Kurd ji doza wan ya mafdar dûr bixîne û weke tewanbar nîşan bide, bi hinceta serhildanên vê demê li dijî siyasetmedar û partiyên siyasî yên Kurdan dozên kumpasê vekiriye û dixwaze wiha tola binketina çeteyên DAÎŞ’ê ji gelê Kurd hilîne.

PALPIŞTIYA GELÊ KURD Û GELÊN CÎHANÊ

Çawa ku çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta qirker ya Tirk bi çaveke stratejîk li şerê Kobanê dinêrîn û wiha nêz dibûn, gelê Kurd û hemû azadîxwazên li cîhanê jî di ferqa girîngî û wateya vî şerî de bûn. Lewma yên di dilên wan de çirûska azadiyê hebû, yên ku êşa bindestî û zextan dizanîn berê xwe dan eniyê Kobanê. Ji bajarê Meşhedê yê Îranê, heya Avusturalya, ji Kanada heya Îtalya, ji welatên Asyaya navîn heya Efrîqayê bi sedan jinên ciwan û ciwan bi hêrseke mezin û baweriyeke kûr di eniyên Kobanê de şer kirin. Şoreşgerên Tirk jî cihê xwe di vî şerî de girtin. Jixwe gelê Kurd li tevahiya bajarên Kurdistanê û her derê cîhanê bi alîkariyên madî û çalakiyên girseyî li cem Kobanê ref girtin. Her wiha gelan 1’ê Mijdarê wek roja cîhanî ya Kobanê îlan kirin û di wê rojê de hemû cîhan bû Kobanê. Li Efxanîstan û bajarên Îranê, li Japonya heya welatên Ewropa û Emerîkayê her der bi alên kesk, sor û zer, bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Kobanê” hejiyan. Herî zêde jî jinan û ciwanan pêşengtî ji van çalakiyên birûmet re kirin û dengên xwe bi dengê Kobanê re kirin yek.

LEHENGÊN SERKEFTINA DÎROKÎ

Ger mirov serkeftinekê dinirxîne, ne mumkin e ku kesayetên dilmezin têde nebin. Kobanê di dîroka 26’ê Çileya 2015’an di seet 3:50’yan de hate rizgarkirin. Pir kes hebûn ku bi hesreta vê kêliyê xwîna xwe ya rewan rijandin ser axa Kobanê. Di wî şerê mezin de pir kes hebûn ku dîrok neqişandin û navê xwe di dil û mêjiyê her kesî de nivîsîn. Şehîdên nemir ên weke Arîn Mîrkan û Rêvana Rojava di kêliyên herî hesas ên şer de ku dijmin seet dijmart ku bi tevahî Kobanê bin bixîne, bi çalakiyên xwe yen fedayî ruhekî nû dan berxwedana dîrokî ya Kobanê. Bi çalakiya her du lehengan re ruhê Kobanê yê hêvîdar û azwer caneke dubare girt û berxwedanî xurtir bû.

Di vî şerî de gelek fermandarên leheng jî rol girtin. Fermandar Gulan, Artêş Gever, Gelhat, Masîro û Zehra bi çekên di destên xwe de hem pêşengtî ji şer re dikirin hem jî şerê man û nemanê bi rê ve dibirin. Ji bo şervaneke din şehîd nebe, ji bo çete malekê  pêşdetir neyên, ji bo pêwîstiyên eniyên şer pêk bînin, kêliyekê jî nedisekinîn û bi dileke mezin, mêjiyeke mezin û baweriyeke mezin şerê azadiya Kobanê ji pozîsyona parastinê derxistin û ber bi şerê azadiyê ve birin. Ew hem rêheval, hem taktîksiyen, hem fermandar hem jî cengawerên vî şerî ne.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kongra Star: Em ê jiyana azad misoger bikin
Nûçeya Pişt re Li hemberî dagirker û îxanetkaran gavek jî paşve neavêt
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TJK-F’ê banga tevlîbûna kampanya û çalakiyan kir

TJK-F’ê got: ‘’Em bang dikin ku ji bo kampanyaya nameyê û çalakiya ku wê di…

Ji aliyê Stêrk TV

Herî kêm 343 kesên ku ji bo Îmamoglû çalakî kirin, hatin binçavkirin

Li dijî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû, gelek kes beşdarî çalakiyên protestoyî…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 18’Ê ÇILEYA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Berxwedana 14’ê Tîrmehê agirê têkoşîna bi rûmet gur kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kesên ku vedigerin Efrîn ji ewlehiyê bi fikar in: Em hîn jî di nav tirsê de dijîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Derayê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xelkê Dêrikê bertek nîşanî guhertina navên bajar û gundn Rojava dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?