Sêşem, 3 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Malbata ku piştî hevgirtina DNA’yê 8 sal şûnde çû goristanê, rastî 3 cenazeyan hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku Rêberê me azad nebe, pêvajo nagihêje armanca xwe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulazer Akin piştî 30 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê daxwaza dîtina Rêber Apo ji Wezaretê re ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê wateya siyasî ya cihê nû yê li Îmraliyê bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê bi rayedarên Yenî Partiyê re hevdîtin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Gabarê êrişa li ser şehîdgehê: Kêl hatin şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê nerazîbûna li dijî budçeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan bi dawî bû: ‘Em ê bi hev re aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > TJA: Li Şengalê edalet pêk nehatiye, divê statuya gelê Êzidî were misogerkirin
Kurdistan

TJA: Li Şengalê edalet pêk nehatiye, divê statuya gelê Êzidî were misogerkirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê daxuyanî da û diyar kir ku 3’yê Tebaxê roja têkoşîna li dijî qirkirina jinana cîhanê ye û xwest ku çarenûsa jin û zarokên Êzidî yên winda bên eşkerekirin, sûcdar werin darizandin û statuya Şengalê were misogerkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) di salvegera 12’emin a qirkirina ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAİŞ’ê ve li Şengalê li dijî gelê Êzidî pêk hat daxuyani da.

Daxuyaniya ku li ber Abîdeya Azadiyê ya Parka Koşuyoluyê hate dayîn de endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdar bûn. 

Daxuyanî ji aliyê endama TJAyê Bahar Peker ve hate xwendin. Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî jî peyamek nivîskî şand. Di daxuyaniyê de jinan kefîyên spî avêtin li ser milê xwe, pankarta ku li ser ‘Komkujiya Jinên Êzîdî komkujiya mirovahiyê ye, em ji bîr nakin’ hate nivîsandîn vekirin û wêneyên Fermana 74an bilin kirin. Diruşmeyên ‘Bijî berxwedana Şengalê’, ‘Jin jiyan Azadî’ hate berzkirin.

‘JENOSÎD JI HÊLA IRAQÊ VE BI FERMÎ NEHATIYE QEBÛLKIRIN’

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî peyamek nivîskî şandin û peyam ji aliyê nivîskar Mîna Acer ve hate xwendin. Di peyama xwe de Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî diyar kirin ku li ser fermanê de 12 sal derbas bûye lê hin jî gelê Êzidî li kampan koçberin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî banga tevlîbûna kampanyaya ‘Ji bo Edalet û Azadiyê, Tu Jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê’ kirin û gotin: “Bi hezaran keç û jinên me yên dîlgirtî hîna nehatine rizgarkirin û ev jenosîd bi fermî ji aliyê Iraqê ve nehatiye qebûlkirin. 

‘EM Ê BI TÊKOŞÎNA HEVPAR BI SER BIKEVIN’ 

Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî, em rizgarkirina wan hêsîran wek erkekî ser milê xwe de dibînin. Ji ber ku ev armanca me pêk were, em pêwîstiyek mezin dibînin ku li kîderê bibe bila bibe, bi her rêxistina jinan re têkoşîneke hevpar bidin meşandin. Bi wesîleya salvegera fermanê, me bi dirûşma “Ji bo Edalet û Azadiyê, Tu Jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê” kampanyayek da destpêkirin. Em hêvî dikin ku hûn jî tevlî kampanyaya me bibin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi têkoşîneke hevpar bi ser bikevin. Tevî van hemû êş û astengiyan, wek civaka Êzîdî û bi taybetî wek jinên Êzidî, me bi felsefe û ramana Rêber Abdullah Ocalan xwe rêxistin kir. Me bi vî ramanî vîna xwe ya azad ava kir. Êşên xwe kirin hêza têkoşînê û em bûn xwedî parastin û rêxistina xwe.”

‘ŞENGAL EDALETÊ DIXWAZE’ 

Piştî peyama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, endama TJA’yê Çaglar Demîrel axivî. Çaglar Demîrel diyar kir ku ew komkujiya ku li dijî Gelê Şengalê pêk hat ne tenê li dijî gelê Şengalê û Êzidiyan bû ew komkujî li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pêk hat. ÇAglar Demîrel anî ziman ku dema çeteyên DAÎŞ’ê ketin Şengalê, ew gel li Iraqê ê nehat parastin û wiha axivî: “ Hê jî Şengal edaletê dixwaze. Koçberkirin, kuştin, komkujî û ya herî girîng jî ew kesên ku hatin revandin û dîlgirtin ku hê jî aqûbeta wan nayê zanîn. Ev tiştekî giran e. Hê jî aqûbeta wan jin û zarokên Êzidî yên ku ketin destê wan ne diyar e û nayê zanîn bê li ku derê ne. Divê li seranserê cîhanê hemû mirovahî li dijî vê komkujiyê rabe ser piyan.”

Di axaftina xwe de Çaglar Demîrel destnîşan kir ku Tirkiyê û Hikumeta Bexdayê hêjî komkujiya li dijî gelê Şengalê nasnekiriyê û wiha got:” Hinek welatan ev wekî jenosîd dît û qebûl kir. Lê belê hê jî Iraq, Tirkiye û welatên Rojhilata Navîn ev wekî jenosîd nedîtine û qebûl nakin. Ew qirkirina giran a ku li dijî Êzidiyan hate kirin, ne tenê li dijî Êzidiyan e, li dijî me hemûyan hatiye kirin. Ew qirkirin, li dijî gelê Kurd û li Rojhilata Navîn li dijî her kesî pêk hatiye.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” hatin berzkirin. Di bîranînê de 74 mûm hatin vêxistin û dengbêjan ji bo cangoriyan stran gotin

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dadgerê Êzidî Şengalî: Divê ji bo sûcên DAÎŞ’ê dadgeheke taybet bê avakirin
Nûçeya Pişt re Bîranîna li Şengalê bi dawî bû: Xweseriya Şengalê biparêzin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê

Di salvegera 1’an a merasîma çek şewitandinê de jinan li ber Meclîsê daxuyanî da û…

Ji aliyê Stêrk TV

Avesta: Herî zêde pêwîstiya jinan bi xweparastinê heye

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta ji Jin TV re axivî û bal…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Eyn Îsayê Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê hat lidarxistin

6’emîn Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê li Kampa Koçberan a li Eyn Îsayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Gabarê êrişa li ser şehîdgehê: Kêl hatin şikandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şirnexê nerazîbûna li dijî budçeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Muratakan: Gel ji ber gavên nayên avêtin, ji pêvajoyê bê bawer in

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Arzoxliyê nobeta li dijî projeya GES’ê di roja 12’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?