Yekşem, 23 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna gerîlayan: Em ê wan ti carî ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên şehîd li Sancaktepeyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo gerîlayên HPG û YJA Starê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRA’yê Necilmedîn Sînan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gel bi dirûşmeyan çû qada bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Rêber Apo misogeriya demokrasiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatin bîranîn: Em ê şopdarê şehîdên xwe bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdan wê taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya ji bo şehîdan di roja 3’yan de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Orhan: Divê hemû sazî li dijî hişbirê bi hev re têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TJK-F: Em ê hesabê Gulden Komurcu bipirsin
Jin

TJK-F: Em ê hesabê Gulden Komurcu bipirsin

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), derbarê Gulden Komurcu ya ku li navçeya Bazîda Agiriyê ji hêla hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin daxuyaniyek da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), derbarê Gulden Komurcu ya ku li herêma Drancy ya Fransayê dijî û li navçeya Bazîda Agiriyê ji hêla hevjînê xwe Mehmet Komurcu ve li ber çavên zarokên wê hatibû qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qetilkirina jinan ji pergala baviksalar, polîtîkayên bêcezahiştinê û nêzîkatiyên zayendperest ên civakê hêz digire û hat gotin: “Em ê hesabê Gulden bipirsin.” TJK-F’ê banga têkoşîna hevpar li jinan kir û gelê welatparêz vexwend meşa ku dê di 25’ê Gulanê de pêk bê.

Daxuyaniya TJK-F’ê wiha ye: Gulden Komurcu ya ku li herêma Drancy ya Fransayê dijî, piştî ku çû bajarê xwe Bazîda Agiriyê, ji hêla hevjînê xwe Mehmet Komurcu ve li naverasta kolanê, li ber çavên zarokên xwe bi çekeke agirîn bi rengekî hovane hat qetilkirin. Em qetilkirina Gulden Komurcu bi hêrs û nefret şermezar dikin û diyar dikin ku em ê hesabê wê bipirsin.

Gulden Komurcu ya ku dayika pênc zarokan bû, di 13 saliya xwe de ji hêla Mehmet Komurcu ve hatibû revandin û bi darê zorê hatibû zewicandin; di 14 saliya xwe de bûbû dayik û bi salan rastî tûndûtûjiya hevjînê xwe hatibû. Gulden Komurcu, mînakeke herî berçav a zewaca zarokan e û îfadeya wê hişmendiyê ye ku jinê wekî ‘malê’ mêr dibîne. Qetilkirina Gulden careke din nîşan da ku tundiya nav malê û qetilkirina jinan li her derê jiyana jinan dixe bin rîskê.

Cihên ku jê re dibêjin ‘malbata pîroz’, ew der in ku jin tê de mehkûmî tundî û mirinê dibin. Pîrozkirina van cihan, ji serî de asayîkirina qetilkirina jinan e. Divê bê zanîn ku li cihê jin ne azad be, tu pîroziya wê derê nîn e û nabe.

Li dijî qirkirina jinan, beriya her tiştî rêxistinbûna jinan û pêşxistina parastina cewherî mijareke jiyanî ye. Civaka ku parastina jiyana xwe radestî kesên din bike, jiyana wê ne di ewlehiyê de ye. Ji ber vê yekê, parastina jinan bi rêya rêxistinbûna wan ve girêdayî ye. Her wiha hestiyariya civakê ya li dijî qirkirina jinan jî pir girîng e. Divê neyê jibîrkirin ku ‘bêdengî’, hevparîkirina sûc e.

Yek ji sedemên sereke yên  astengnekirina qetilkirina jinan, polîtîkayên bêcezahiştinê ne. Kujer, ji van polîtîkayan, ji nêzîkatiyên zayendperest û ji pergala baviksalar wêrekiyê digirin. Mekanîzmayên dadweriyê yên ku bi hincetên pûç kujeran paqij dikin, bi vî rengî rê li ber qetilkirina jinan vedikin.

Wekî TJK-F, em li dijî van polîtîkayên qirkirinê, bêdadî, bêcezahiştin, tundî, destavêtin û zewaca zarokan; di çarçoveya pêngava ‘Dem dema jinê ye’ de têkoşînê bilind dikin. Bi diruşma ‘Ji bo Gulden Komurcu dad’, em bang li hemû jinên Kurd û aliyên demokratîk dikin ku di 25’ê Gulana 2026’an de, saet di 19:00’an de li navçeya Drancy ya Parîsê beşdarî meş û daxuyaniya me bibin. Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin û hesab bipirsin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şandeya Îmraliyê ji Giravê vegeriya
Nûçeya Pişt re Ozel: Ji niha û pê ve navenda me ya giştî parlemento ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

Yek ji kedkarên Çapemeniya Azad rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol di temenê 73 saliyê de jiyana xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Kanalên telegramê yên Gerîla TV û HPG’ê hatin asteng kirin

Rayedarên Gerîla TV ragihandin ku kanalên Telegramê yên Gerîla TV û HPG’ê yên bi zimanên…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Ziman û jiyana Kurdistanê heta îro bi saya dayikan hatiye parastin’

Di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de çalakî û panel hatin lidarxistin û di panelê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Rêber Apo misogeriya demokrasiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?