În, 24 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredara Îzmîtê û 19 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÇHD: Li Hejmara 6 a Marmarayê mekanîzmaya cezakirinê ya paralel hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayîka Kurdistanê û hemû şervanan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkildarî lêpirsîna Gulistan Doku 2 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dozgeriyê pêwîstî bi şopandina êşkenceya li dijî 2 Kurdên Rojhilatî nedît!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Korkmaz: Heta ku paradîgmaya piştî Lozanê ava bû neyê guhertin, demokratîkbûn pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bernameya bîranîna 12’emîn salvegera fermanê ya 10 rojan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîra Botanê kesek hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran kolberekî Kurd qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Romana têkoşînê: Rûken (Zohre Ocalan)

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi mûşekan êrîșî Kampa Dola Alane hat kirin: 4 kes birindar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roket li gundekî Helebceyê ket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DBP’ê: Jin kirdeya damezrîner a aştî û civaka demokratîk in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Balîsanê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê banga mezinkirina kampanyaya rêxistinên jin ên Êzidî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Dem hatiye ku lez ji pêvajoyê re bê dayin
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Dem hatiye ku lez ji pêvajoyê re bê dayin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar ikr ku êdî dema avêtina gavê ye ne ya gotinê ye û got, "Niha dem ew dem e ku lez ji pêvajoyê re bê dayin. Komîsyon gihîştiye dawiya pêvajoya nivîsandina rapora hevpar."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Sibat 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna heftane ya koma partiya xwe de bûyerên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogûllariyê diyar kir di di erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan de dewlet 72 saetan li qadê nebû û welatiyên di bin kavilan de terkî mirinê hatin kirin. Tulay Hatîmogûllariyê, anî ziman ku saziyên dewletê hem di dema erdhejê de hem jî piştre bêbandor bûn, îktîdarê naveroka van saziyan vala kiriye, tevî 3 sal derbasbûne jî hêj pirsgirêka cihê mayinê tê jiyîn û got: “We çi li bacên erdhejê kir? Bi van bacan dikare milyonek avahî bên çêkirin.”

Tulay Hatîmogûllariyê anî ziman ku niha avahiyên komî tên çêkirin û mifte tên teslîmkirin lê senedên vala bi mexdûrên erdhejê tên îmzekirin û got: “Anku dixwazin piştre li vir reqemekê binivîsin.”

Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllariyê işaret bi krîza aborî kir û got ku desthilatdar hewl dide xizaniya li welat veşêre lê nikare.

Tulay Hatîmogûllariyê nerazîbûn nîşanî girtina Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî û 76 ESP’iyên din da û got: “Ev girtin, girtinên keyfî ne, girtinên derhiqûqî ne. Dema em li dosyayan dinêrin, dibînin ka naveroka wan çiqas vala ye. Çalakiyên li dijî MESEM’ê ku keda zarokan lê tê xwarin hatine kirin, bîranînê komkujiya Pirsûsê, posterê Che Guevara û hwd. weke sûc hatine nîşandan. Di serdegirtinê de polîsan li ser dîwarên Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê nivîsên weke ‘em hatin lê hûn tune ne’ û nivîsên zayendperest nivîsandine. Em vê zîhniyeta jinan weke gef dibîne baş nas dikin. Em jin li vir in û dê her li vir ji bo we bibin derd. Divê hevalên me yên ESP’î demildest bên berdan. Di şexsê hevrêyên xwe de em silavên xwe ji hemû girtiyên siyasî re dişînin.”

Bi domdarî Tulay Hatîmogûllariyê işaret bi rewşa li Îran û rojhilatê Kurdistanê kir û got: “Îran, bi sala ye krîza siyasî, civakî û aborî tune hesiband. Îktîdareke ku hebûna xwe li ser kuştina bi hezaran mirovan ddomîne heye. Li hêla din jî hêzên emperyalîst ên hewl didin ji nakokiyên navxweyî sûd bigirin hene. Di navbera van her duyan de jî civakeke ku zext lê tê kirin û krîzeke giran a aborî dijî heye. Ev xak, nikare hilweşîneke din a mezin ragire. Ji hêla Îranê ve tofanek nêz dibe. Dê ev tofan bandorê li tevahiya Îranê û cihanê bike. Bila rayedarên îranî guh bidin van gotinan û her guleya ew ber didin gel dibe zemîna mudaxileyên derve.

Di 29’ê Çileyê de li Sûriyeyê di navbera HSD û rêveberiya Şamê de mutabeqetek hate mohrkirin. Niha jî ji bo ev mutabeqet pratîk bibe xebat tên kirin. Tişta dikeve ser milê civaka navdewletî ew e ku ji bo vê bibin alîkar. Berpirsyarî dikeve ser milê Tirkiyeyê jî. Divê Mutabeqeta 30’ê Çileyê neyê sabotekirin. Ev hem ji bo pêşeroja Tirkiyeyê hem jî ya Sûriyeyê pir girîng e.”

Tulay Hatîmogûllariyê got ku divê tam jî dema lezdayîna pêvajoya li Tirkiyeyê ye û got: “Divê komîsyon raporeke ku xwedî çarçoveyeke siyasî û hiqûqî ya aştiya li Tirkiyeyê bi rastî jî pêk tîne amade bike. Ji bo DEM Partiyê sê perspektîfên sereke yên pêvajoyê hene. Ya yekemîn demokratîkbûn e. Aştî, ne hedefeke piştî demokratîkbûnê dikare bê bîra mirov e. Divê bi demokrasiyê re hemwext bê meşandin. Lewma yek ji şertên sereke yên demokratîkbûnê jî rakirina sepana tayînkirina qeyûm e. Divê kesên hatine hilbijartin dîsa vegerin meqamên xwe û peywira qeyûman bê bidawîkirin. Divê rapora komîsyonê bikare pêvajoya aştiyê misoger bike, bi aşkerayî yasayên azadiyê û verastkirinên entegrasyona demokratîk pêşniyar bike. Aştî ew pêvajoye ku yên li çiyê, yên li sirgûnê, yên ji welatê xwe qut bûn, bi awayekî birûmet dîsa tev li jiyaneke demokratîk bibin.  Azadiya girtiyên siyasî yek ji parçeyên girîng a vê pêvajoyê ye. Perwerdeya bi zimanê dayikê ne lutif e, maf e. Heta ku înkara çandî bidome dê aştî aj nede. Misogeriya mayinde jî hemwelatiya destûra bingehîn û hemwelatiya wekhev e ku yekperestiyê red dike.

Li cihê hiqûq lê hatiye binpêkirin, aştî mayinde nabe. Li welatekî biryarên AYM û DMME’yê lê nayên bicihanîn, gotina aştiyê zêde baweriyê nade. Li cihekî girtiyên siyasî di hundir de, zemîneke saxlem ê aştiyê çênabe. Divê yên ji ber Lihevkirina Bajar hatine girtin û hemû hevşaredar bên berdan. Divê rapora komîsyonê têkildarî TCK, TMK û Qanûna Înfazê pêşniyara guherînên berfireh bike. Divê TMK êdî amûra krîmînalîzekirina siyaseta demokratîk nebe. Rejîma înfazê divê aştiya civakî xurt bike. Heta ku ‘mafê hêviyê’ yê birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din neyê naskirin dê zemîneke hiqûqî kêm bimîne. Her wiha divê were zanîn ku aktorê herî girîng ê pêvajoyê, birêz Abdullah Ocalan e û divê her kes li gorî vê tevbigere.

Aştî tê wê wateyê ku civak bêhnê bistîne. Bêyî azadiya fikr û xwedîfadekirinê, azadiya xwebirêxistinkirin û ya çapemeniyê aştî nabe…  hewceye teqez li ser mafên perwerde, tenduristî, ewlehiya civakî û hwd. xebat bên kirin. Hewceye mafên jin û zarokan bên parastin, li dijî tundî û îstîsmarê têkoşîneke bibandor bê meşandin.

Yên dixwazin pêvajoyê pêş bixin, divê hiqûq û azadiyê taloq nekin. Aştî ne amûrek e ku îktîdar an jî derdorên cuda bi kar bînin. Aştî, îradeyeke gel e ku bi demokrasiyê re dimeşe, bi hiqûqê hatiye misogerkirin û bi azadiyan bihêz dibe. Aştiyeke rast û birûmet, tê wateya ewlehiyê bi xwe. Heke bi rastî jî daxwaza wan lezkirina pêvajoyê be, divê guherînên berbiçav bên kirin. Navnîşan diyar e. Demokrasî, hiqûq û azadî ne. Tiştên ji bilî ve tenê navê taloqkirinê ye. Ji bo aştiyê ne dema gotinê, dema avêtina gava ye. Weke DEM Partî em bi aştî, demokrasî, serweriya hiqûqê re ne. Em li dijî tehekûm, înkar, zext û operasyonên darazê ne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Malbatên şehîdan: Êrişên li ser şehîdgehan li dijî nirxên mirovî ye
Nûçeya Pişt re Koçberên Serêkaniyê ji bo ‘vegerê’ çû serdana Waliyê Hesekê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de 28 leşker û milîsên Şamê hatin kuştin

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li hemberî…

Ji aliyê Stêrk TV

Emeliyata Onder hîna neqediya ye

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ragihand ku emeliyata Sirri Sureyya Onder ê ku ji ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Wanê: Rê û muxatabê çareseriyê diyar e

Şêniyên Wanê ji bo danûstandin û diyaloga çareseriya pirsgirêka Kurd işaret bi Meclîsê kirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Şaredara Îzmîtê û 19 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÇHD: Li Hejmara 6 a Marmarayê mekanîzmaya cezakirinê ya paralel hate avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayîka Kurdistanê û hemû şervanan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Têkildarî lêpirsîna Gulistan Doku 2 kesên din hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?