Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civîna heftane ya koma partiya xwe de ya li Meclîsê bûyerên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogûllari bi silavkirina Dayikên Aştiyê dest bi axaftina xwe kir û ji ber windahiyên li Yemen û Erebistana Siûdî sersaxî ji herdu gelan re xwest.
Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got, “Qanûna çarçoveyê derket lê wê kengî bi cih bê anîn, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe? Ev pirs ji pirsên sereke yên civakê ne. Divê di çarçoveya berpirsyariyên xwe de em bersivê bidin van pirsan. Binihêrin Rêveberiya Tevgerê 8’ê Cotmehê ragihand ku hêzên xwe yên li nava Tirkiyeyê û herêmên nêzî sînor vekişandiye û navê herêman da. Ev yek gaveke dîrokî ye û rûpeleke nû ye. Aştî bi bicihanîna berpirsyariyên aliyan pêk tê. Berpirsyariyen desthilatdarî û dewletê ji sozên bêdem re nabe bê hiştin. Doh jî Alîkarê Serokkomar Birêz Cevdet Yilmaz hin daxuyanî da û got, ‘Ji bo bicihanîna qanûna çarçoveyê divê li benda civîna MGK a asayî bisekinin’. Li gorî me ji bo avêtina gavan pêwîstî bi bendemayina li civîna MGK a asayî nîne.”
Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku ne tenê gelê Kurd, temamiya civakê êdî dixwaze ku gavên şênber bibîne û got, “Em zanin ku ji bo karên bi xêr divê mirov bilezînin. Girêdayî Koordînasyona Şopandinê û Desteya Bicihanînê wê çar komîsyonên jêrîn bihatina avakirin. Divê ev tavilê bêne avakirin, ne tenê bêne avakirin, gelekî girîng e ku dest bi kar bike.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ragihand ku Desteya Aştî û Siyasîbûnê ya ku Rêber Apo koordînatoriyê jê re bike divê bi lez dest bi kar bike û got, “Gotina Birêz Bahçelî girîng e ku gotibû, ‘Koordînatoriya siyasîbûnê mafê kesê li Îmraliyê ye’. Yek ji karên herî girîng ên ku pêvajoyê bi pêş ve bibe, avakirina mercê teknîkî, hiqûqî û siyasî ye ku Desteya Aştî û Siyasîbûnê bixebite. Ji ber vê jî divê Birêz Ocalan bi lez bibe xwedî mercên azad ên jiyanê û karkirinê. Ez li vê derê li pêşberî we careke din silav û hezkirinên xwe ji Îmraliyê re dişînim.”
Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser lawaziya rêveçûna pêvajoyê kir û got, “Binihêrin li Tirkiyeyê du sal in ne cenazeyê leşkerekî ne jî yê gerîlayekî hat. Ev yek tiştekî welê ye ku weke civak em pê gelekî kêfxweş in û destketiya Tirkiyeyê ye. Herî zêde dayika gerîla, dayika leşker bi qîmetê vê zane. Divê em 86 milyon mnirovên vî welatî bi qîmeta vê zanibin.
Aştî bêyî demokrasiyê nabe. Têkoşîneke girseyî ya hevpar ku aştî û demokrasiyê ji hev cuda nake, wê hem li vê xakê aştiyê ava bike hem jî demokrasiyê biafirîne. Em ji vê derê dibêjin; em ê bi yekbûnê bi ser bikevin, bi piştevaniyê bi ser bikevin, bi hev re bi ser bikevin.”

