– Geşedanên piştî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk wê bên şopandin.
– Meral Daniş Beştaş diyar kir ku divê pêvajoya aştiyê bi polîtîkayên ewlekariyê re neyê sînordarkirin û got, “Di qonaxa niha de xitimîneke cidî heye, pêvajo ji demê re tê hiştin.”
– Parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan diyar kir ku divê dewlet li beramberî gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd berpirsyariyên xwe yên hiqûqî û siyasî bi cih bîne, her wiha divê biryara MGK’ê were derbaskirin û statuya Rêber Apo were zelalkirin.
– Gerîlaya YJA Starê Nûdem Farqîn û gerîlayê HPG’ê Şiyar Destan Amara, diyar kirin ku şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bi fedakariyeke mezin û bi îrade têkoşiyan û gotin, “Wan siberoja me ronî kirin.”
– Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê çalakiyên xizmên windayan û girtiyan bên şopandin.
– Aygul Yagiş diyar kir ku kurê wî 6 sal in li dijî girêdana xwe ya bi tiryakê re têdikoşe û got, girtin jî ne çareserî ye, tiryak û qumar ciwanan dibe tengasiyê. Aygul Yagiş ev bang kir, “Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin.”
– Gaziyê bi navê Qehreman Rojava 1’ê Mijdarê pîroz kir û got, “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê encama berxwedana dîrokî ya şehîdan e. Em minetdarên şehîdên xwe ne.”

