Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Xelkê herêma Serhedê bi Newrozê xwedî li banga Rêber Apo derket
Kurdistan

Xelkê herêma Serhedê bi Newrozê xwedî li banga Rêber Apo derket

Di pîrozbahiyên Newrozê yên li herêm Serhedê de xwedî li banga dîrokî ya Rêber Apo hate derketin. Di Newrozan de tim û tim dirûşmên 'Bijî Serok Apo' û 'Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li navçeya Erdîşê ya Wanê, pîrozbahiya Newrozê li Fener Alayi pêk hat. Girseya gel bi kincên xwe yên reng bi reng serê sibehê li qadê li hev kom bû û dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ qîriya. Piştî deqeyeke rêzgirtinê bernameya Newrozê destpê kir û girseya gel li ber muzîkê govend gerand. Piştî axaftina hevserokên navçeyê yên partiyan û hevşaredaran agirê Newrozê hate dadan.

Hevseroka Wanê ya DEM Partiyê Gulşen Kûrt diyar kir ku ew xwedî li banga sedsalê derdikevin û got, “Divê Birêz Ocalan bi rengekî fîzîkî azad bibe.”

Hevserokê Bajêr ê DBP’ê Cemal Demîr jî got, “Peyama Birêz Ocalan peyama aştî, azadî û demokrasiyê ye. Çi dibe bila bibe em ê bi vê banga aştiyê re bin û piştgiriyê bidin.”

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî got, “Gelê me bi salan li hemberî zextê serî netewand û berxwedana xwe dewam kir. Îro li qadên Newrozê em bûn bi milyonan mirov. Newroz aştî ye, hêvî ye. Agirê Newrozê Jin, Jiyan, Azadî ye. Ji ber ku ev agirê Newrozê di bedena Zekiye û Rahşan de geş bû. Meşaleya aştiyê niha di destê Birêz Ocalan de bilind dibe. Em soz didin Birêz Ocalan; bi pêşengiya jin û ciwanan em ê banga aştiyê bi aştiyeke bi rûmet tacîdar bikin.”

Parlamenterê Wanê Sînan Çîftyurek jî jî diyar kir ku divê dewleta Tirk bi hincetan nekeve nava helwesteke gavneavêtinê.

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulderen Varli jî got, “Piştî êşên ewqasî giran li pêşiya me pêvajoyeke nû ya aştiyê heye. Divê her kes piştgiriyê bide vê.”

AGIRÎ / PANOS

Li navçeya Panos a Agiriyê Newroz li qada Otogar Termînalê bi beşdariya bi sedan kesî hate pîrozkirin. Parlamentera Agiriyê Necla Demîr axivî û got, “Di vê 21’ê Adarê de em ê teqez xwe bigihînin aştî û azadiyê. Em di wê baweriyê de ne ku bi avakirina aştî û azadiyê em ê bi ser bikevin. Sala 2025’an wê bibe sala azadiyê ya gelê Kurd. Li Îmraliyê di 27’ê Sibatê de ji bo gelan peyama aştî û azadiyê hate dayin. Em xwedî li vê peyamê derdikevin û em ê li her qadê bilind bikin.”

Parlamenterê Wanê Mahmût Dîndar jî ragihand ku ji bo bicihanîna bangê wê her tiştên pêwîst bikin.

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate dadan. Li qada pîrozbahiyê girseya gel li ber stranan govend gerand.

MÛŞ / GIMGIM

Li navçeya Gimgim a Mûşê girseya gel serê sibehê herikî qada Newrozê. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Li qadê heta bernameya Newrozê qediya dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin qîrîn.

Hevşaredarê Gimgimê yê DEM Partiyê, Parlamentera Mûşê Sumeyye Boz û Parlamenterê Colemêrgê Onûr Duşunmez tevlî pîrozbahiyê bûn.

Parlamenter Sumeyye Boz destnîşan kir ku Newroza 2025’an ji bo aştî û azadiyê xwedî wateyeke dîrokî ye.

Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Onûr Duşunmez jî diyar kir ku divê gel li dora sekn û helwesta Rêber Apo bicive.

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate dadan. Bi sedan kes li ber stranan govend gerandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Newroz li Sêweregê bi coş hate pîrozkirin
Nûçeya Pişt re Li Îdirê coşa Newrozê: Qad xemilî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyeyê 4 kesên ji Efrînê revandin

Komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk 4 kesên ji Efrînê revandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê kirin

Bi girseyî çûn serdana şîna gerîlayê HPG’ê Barzan Numaş (Fîraz Arjîn) ê ku li Masîro…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 3’Ê COTMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?