Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Xelkê Şengalê li hemberî her xeteriyê divê rêxistiniya xwe xurt bike’
Kurdistan

‘Xelkê Şengalê li hemberî her xeteriyê divê rêxistiniya xwe xurt bike’

Hevserokê Şaredariyên Gel ên Şengalê Xwedêda Îlyas û Endama Kordînasyona TAJÊ Riham Hesen li hemberî dijwarbûna şerê li Kurdistanê û planên li dijî îradeya gelan ji Şengaliyan xwestin ku xwe ji her rewşê re amade bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Çile 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li herêmê her ku diçe gefên li dijî îradeya gelan zêde dibin. Êriş û komkujiyên li taxên Kurdan û berdewamiya gefên dewleta Tirk û komên çete yên ser bi Colanî dewam dikin. Zêdebûna gef û êrişên komên çeteyên DAIŞ’î li gel Şengaliyên ku di fermanê re derbasbûne bûye sedema fikarên cidî. Endamên rêveberiya Şengalê Hevserokê Şaredariyên Gel ên Şengalê Xwedêda Îlyas û Riham Hesen hem metirsiyên heyî nirxandin, hem jî bi rêya ANF’ê bangên girîng li xelkê Şengalê kirin.

‘DIBE ŞEREKÎ DIJWAR RÛ BIDE’

Xwedêda Îlyas da zanîn ku tîşta a niha diqewime şerê berjewendiyan ê hêzên hegemonîk ên cîhanî ye û wiha axivî: ‘‘Şerekî cîhanî heye û ev ji sala 1990’î ve tê meşandin. Her kes ji bo berjewendiyên xwe şer dike û amadekariyeke şer heye. Dixwazin vî şerî li Rojhilata Navîn bi encam bikin, lê ev bi Rojhilata Navîn re jî bi sînordar namîne. Dewletên weke Ewropa, Emerîka, Îsraîl û Brîtanya şerê Ûkraynayê derxistin ji bo Rûsya ji Rojhilata Navîn derbixin û berjewendiyên xwe li herêmê mîsoger bikin. Tİfaqên berê hatibûn îmzekirin yên weke Sykes Picot jî êdî têrê nakin û niha behsa nexşeya Dawidî tê kirin. Şer li Filîstîn, Libnan, Sûriye, Yemen û Îranê dest pê kir. Ev jî dide nîşan ku em ê di şerekî dijwar re derbas bibin.’’

‘DIVÊ EM JI HER REWŞEKÎ NÛ RE AMADE BIN’

Îlyas ê ku behsa îhtîmala rûdayîna şereke dijwar dide, ji gel jî dixwaze xwe ji rewşeke şer re amade bikin û axaftina xwe wiha didomîne: ‘‘ Divê em amadekariya xwe bikin. Nabe ku em bêjin tiştek nabe. Divê em amadekariya xwe weke êrişeke mîna ya 2014’an pêk were, bikin. Ev qas biçekbûna dewletan wisa vala nîne. Em bang li gelê xwe dikin, amadekariya xwe ya her tiştî bike. Me dît ku ji bo Îsraîl çend parêzgehên Sûriye bigire, Sûriyeyiyan bi çend taxên Helebê re mijûl kir. Divê em pêşbînî bikin wê şereke çawa rû bide û xwe jî li gorî wê amade bikin ku rê nedin dewleta Osmaniyan vê rewşê ji xwere venegûherînin fersedekî. Weke nimûne niha li Îranê xwepêşandan heye, Emerîka dixwaze bikeviyê. Emerîka ketiye ku derê siyaseteke parçekirinê meşandiye. Gel ne di xema Emerîka, Îsraîl û Fransa de ye.’’

‘PERGALA RÊBER APO YA 50 SAL IN AVA KIRIYE XWE DISPÊRE HÊZA GELAN’

Xwedêda Îlyas di dewama axaftina xwe de bal kişand ser pergala ku xwe dispêre fikrê Rêber Apo û got: ‘‘Divê berxwedana ku em bikin, xwe bispêre fikrê Rêber Apo yê ev 50 sal in çandek ava kiriye.  Pergaleke xwe dispêre îradeya gelan ava bûye û xwe naspêre siyaseta derve. Ev dikare bibe xeta sêyemîn û xwe bide qebûlkirin jî. Nêzîkî 50 salan e ev şervan axa Kurdistanê, gelê Kurd û hemû kêmneteweyan bi vê fikrê diparêzin.’’

‘BERXWEDANA 300 ŞERVANÊN HELEBÊ DERBASÎ DÎROKÊ BÛ’

Xwedêda Îlyas şehîdên berxwedana Helebê jî bi bîr anî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘‘Em şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi bîr tînin ku bûn îradeya gel û paşvenekişiyan. Ew bûn îradeya gelê me yê Êzidî jî. Bi qasî ku me şopandiye 51 hezar çekdarên DAÎŞ’ê ên ser bi Ehmed Şera û dewleta Osmaniyan li dijî 300 ciwanên ji bo azadî, demokrasi û bihevre jiyanê têdikoşin, şer kirin. Hevalê Ziyad û hevalên wir dîrok nivîsandin û îradeya xwe teslîm nekirin. Heta hevalê Ziyad ku xwe feda kir, gotina xwe ya dawiyê ew bû rexnedayîna xwe ji gel re dida. Divê em îradeya civaka Êzidî jî xurt bikin û nehêlin careke din, teslîmê tu kesî bibin. Dewlet parçebûna me dixwaze û heya niha tiştek ji bo Şengalê nekiriye. Divê Şengal li pey şehîdên xwe biçin. Em divê xwedî li van şehîdên xwe derbikevin. Divê xelkê me yê Êzidî xwe kom bike, ji ber kes ji derve nayê me napêreze’’

‘BERXWEDÊRÊN HELEBÊ SERÎ JI ZILMÊ RE NE TEWANDIN’

Endama kordînasyona TAJÊ Riham Hesen jî behsa berxwedana şervan û gelê Helebê kir û got: ‘‘Niha şerekî gelekî dijwar û qirêj tê meşandin. Ev şer ne tenê leşkerî ye, li dijî gel û çandan e. Li hemû parçeyên Kurdistanê şer tê meşandin. Niha li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Rojhilatê Kurdistanê gelê Kurd di komkujiyan re tên derbaskirin. Ji ber me weke civaka Êzidî heman tişt jiyan kiriye, em êşa wan baştir hîs dikin û dizanin. Berdewamiya fermana 2014’an niha li Helebê ye. Lê ew jî li berxwedan û serî ji zilmê re ne tewandin. Hevalên weke şehîd Ziyad û şehîd Amara canê xwe dan. Bi ew îradeya ji fikir û felsefeya Rêber Apo girtine, li ber xwe didin û ev îrade ne hate şikandin. Dilê me li gel wan lê dide. Wê sînorên heyî nekarin me ji hev qut bikin û emê heya dawiyê jî bihevre bin. Dijminê me jî yeke û hovîtiya wan ya li dijî me jî yeke. Koka vê hovîtiyê digihije dewleta Tirk û Emerîkayê. Armanc qirkirina gel e û tu rêzek ji ol û baweriyan re nagirin. Tu hurmeteke wan ji îradeya mirovahiyê re nîne. Dixwazin îradeya gelan tune bikin. Lê îradeya herî mezin gel bixweye û şerê gel ê şoreşgeriye ku niha li Rojava û Rojhilat tê meşandine.’’

‘DIVÊ EM WEKE ŞENGAL XWE JI HER REWŞEK RE AMADE BIKIN’

Riham Hesen ji Şengaliyan xwest, xwe li dijî her îhtîmalekî rêxistin bikin ku rewşeke weke 2014’an rû nede û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘‘Şengal li ciheke stratejîk e û ne diyar e ku sibe ev şer veneguhêzin Şengalê. Divê em weke Şengal jî xwe ji her rewşek re amade bikin, rihê pêvajoyê rast bixwînin û her ferdekî civaka me xwe rêxistin bike, rola xwe ya welatparêziyê pêk bînin. Em dibînin şereke çawa li dijî gel tê meşandin, divê em jî xwe li gorî vêya amade bikin ku weke 2014’an bi serê civaka me ya Êzidî neyê.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Trump da zanîn ku ji bo Xezeyê ‘Konseya Aşitiyê’ hatiye avakirin
Nûçeya Pişt re Malbatên Şehîdan wêrankirina Şehîdgeha Şêxmeqsûd şermezar kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kevana Zêrîn, Şehîd Delîla Meyaser bi bîr anî: Hêvî û armancên wê dijîn

Komîteya Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn Delîla Meyaser di salvegera 18’emîn a şehadeta wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rewşa tenduristiyê ya Hura Nikbextê ku di greva birçîbûnê de ye giran dibe

Rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî Hura Nîkbextê ku ev 11 roj in li Girtîgeha Evînê…

Ji aliyê Stêrk TV

10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (243)

Çemkî Netewey Dêmokrratîk û Konfêdralîzmî Dêmokrratîk(1)Wutwêjî rawêj legel Dr. Sîvan Se'îd lêkolerewe le zankoy Exeter…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?