Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Ya ku nikarin xwe lê rabigirin ev coş û berxwedan e’
Kurdistan

‘Ya ku nikarin xwe lê rabigirin ev coş û berxwedan e’

Cemîle Tûrhalli Balsak anî ziman ku desthilatdarî dijminatiyê li nasnameya Kurd dike û got, "Govenda Kurdan bi gotinên hişê xwe yê berxwedanê vediguhere coş û kelecanê. Ya ku nikarin xwe lê rabigirin ev coş û berxwedan e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Ji ber ku li ber stranên Kurdî govend gerandin heta niha 12 kes hatin girtin. 27’ê Tîrmehê li Stenbolê di serdegirtina malan de 19 kes, bi hinceta ku di demên cuda de li ber stranên Kurdî di dawetan de govend gerandine hatin binçavkirin. 7 ji wan hatin berdan, 12 jê hatin girtin.

Yên têne girtin destpêkê di medya dîjîtal de hedef têne nîşandan, piştre agahiyên wan têne parvekirin û bi vî rengî têne girtin. Ev yek jî tabloyeke rêxistinkirî radixe pêş çavan.

Hevberdevka Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê parêzer Cemîl Tûrhalli Balsak li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

HÊZÊ JI DESTHILATDARIYÊ WERDIGIRIN

Cemîle Tûrhalli Balsak anî ziman ku her kesên xwe di nava nasnameya Tirk û Sûnî de nabînin di çarçoveya tevdanên desthilatdariyê de dibin hedefa êrişan û got, “Li dijî gelên li Tirkiyeyê cihêkarî û înkareke hişk heye. Em vê yekê di nava van çend rojên dawî de jî dibînin. Li dijî her bawerî û koma etnîkî yên ku xwe di nava nasnameya Tirk û Sûnî de nabînin êrişên cidî têne kirin. Ji êrişên girseyî yên li Mereş û Çorûmê heta niha, li hemberî hêzên ku mafên kolektîf ên Kurdan vediguherînin têkoşîneke kolektîf bi her awayî êriş têne kirin. Ji bombekirina cih û warên mirovan heta bi kuştina bêdaraz a li naverastê.

Desthilatdariya ku girtîgehan weke amûreke ji gefxwarinê bi kar tîne, îro jî li naverastê û li nexweşxaneyan êrişî mirovên bi Kurdî diaxivin dike. Ev civak vê hêzê ji ku werdigire? Ji zimanê êrişkar û nijadperest ê desthilatdariyê werdigire ku Kurdan weke hedef nîşan dide.

Dewleta ku divê hesabê bi dehan komkujî û binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên li dijî Kurdan bide, êrişa li dijî Kurdan ji xwe re weke karîgeriyekê dibîne, vediguherîne nîşandana hêzê. Bêguman nêzîkatiya desthitadariya heyî xwe bi dadgeriyê hîn bi şênberî nîşan dide. Li Tirkiyeyê dadgerî ti carî nebû alîgirê mezlûman. Biryarên siyasetê bi cih anî.”

DI STRANÊN ME DE BERXWEDAN HEYE

Cemîle Tûrhalli Balsak diyar kir ku di stranên Kurdan de govend, di coşa wan de jî şopa berxwedanê heye û destnîşan kir ku sedema xweranegirtinê jî ev e. Balsak got, “Em vê yekê qebûl bikin; Kurd nikarin ji mafên welatîbûna bingehîn a vî welatî sûdê werbigirin. Zimanê wan qedexe ye, çanda wan qedexe ye, mafê wan ê hilbijartinê nîne, govenda wan jî qedexe ye. Ji ber ku ev hemû parçeyek ji nasnameya kolektîf a neteweyekê ye ku bi rengekî ji xwe bawer dibêje ‘Ez li vir im’. Stranên neteweyeke bindest êşa wan, gotina wan, dîrok û hêza berxwedana wan nîşan dide.

Govendên me di nava bi hezaran salan de coşa berxwedanê ya dîrokî di nava xwe de hildigire, bi gotinên berxwedanê her kesî vedixwîne serhildanê. Di vir de bêguman li hemberî govendeke klasîk êriş nîne. Li hemberî gotinên bexwedanê yên govendê xweranegirtinek heye. Govendê çiqasî coş da mirovan, ewqasî bi wate ye. Govenda Kurdan bi gotinên xwe yê hişê berxwedanê vediguhere coş û kelecanê. Ya ku nikarin xwe lê rabigirin jî ev coş, kelecan û berxwedan e. Ji ber ku eger hûn ji wan bipirsin axaftina we ya bi zimanê xwe pirsgirêk nîne, ya pirsgirêk ew e ku hûn li ser çi diaxivin. Yanî desthilatdarî dixwaze biryarê li ser wê yekê bide ku hûn ê çawa bifikirin. Halbûkî hûn bi helweta xwe nîşan didin ku weke desthilatdariyê nafikirin.”

MEDYA DÎJÎTAL JI KOLANAN HÎN BI XETERE YE

Hevberdevka Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak ragihand ku medya dîjîtal ketiye rewşeke welê ku êdî ji kolanan jî xetere ye, desthilatdarî dema ku nikare kolnana kontrol bike ji vê derê hewl dide hedef nîşan bide. Cemîle Tûrhalli Balsak got, “Hedefnîşandana ciwanan êrişek li ser Kurdên berxwedêr û govenda wan e. Her wiha bi tirsandina civakê êrişî govenda me dikin. Medya dîjîtal êdî ji kolanan bêhtir bi bandor bûye. Desthilatdariya ku nikare vê qadê kontrol bike hedef nîşan dide, êriş dike û bi girtinê hewl dide çareseriyê peyda bike. Sedema girtina ciwanan jî dibe propagandaya rêxistinê ku ev jî tê wateya cezayê herî kêm salekê yê girtinê. Ji ber ku girtina ji ber propagandayê gelekî îstîsnaî ye. Girtina hemû ciwanên ku hedef têne nîşandan, guhdarîkirina stranên ‘olurum Turkiyem’ a di otobusan de nîşan dide ku ev yek bi rengekî plankirî tê kirin. Wezîrê Edaletê bi xwe ji hedefnîşandanê gelekî kêfxweş e, ji xwe ew jî di nava vê koroyê de ye.”

SIYASET VEGUHERÎ DADGERIYÊ, DADGERÎ JÎ BIRYARAN RADIGIHÎNE

Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak destnîşan kir ku hinceta girtina dawî ji aliyê hiqûqî ve bêbingeh e û got, “Gotina ‘Bijî Serok Apo’ hem bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hem jî bi biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind sûc nayê dîtin. Dozgerê ku daxwaza girtinê dike jî bi van biryarên dadgeriyê zane. Pirsgirêk ew e ku ev biryar ji aliyê wan ve nayê dayin. Daxwaza bingehîn a kadroyên MHP’yî yên li nava dadgerî û burokrasiyê bi cih bûye, feraseta ‘Em ê kevir li ser kevir, serî li ser beden nehêlin’ e. Berevajî biryarên dadgeriyê, daxwaz û armancên xwe yên siyasî vediguherînin ên dadgeriyê. Siyaset veguherî dadgeriyê, dadgerî jî biryaran radigihîne. Eger doz bêne destpêkirin jî em ê bibînin ku wê bi biryarên beraatê bi encam bibin. Eger biryarên cezakirinê bêne dayin jî em ê matmayî nemînin ji ber ku feraseteke siyasî ya ku dibêje ‘dadgerî em e’ dikare xwe ferz bike.

Li dewletên totalîter ên mîna Tirkiyeyê nêzîkatiyên du alî yên dewletê li hemberî nasnameyên cuda hene. Ya yekemîn, dewlet li gorî ti pîvanên xwe yên hiqûqî tevnagere e. Ya duyemîn jî dewlet cihêkariyê dike. Li welatekî ku zimanê Kurdî hatiye qedexekirin, gerandina govenda Kurdî sûc e, lixwekirina kincê ji nasnameya folklorîk qedexe ye. Ev yek mafekî bingehîn e lê belê hemû jî weke terorîzmê sûc têne nîşandan.

Desthilatdarî bi rengekî şeklî xwe weke dijberê axaftina bi Kurdî û kincê gelêrî nîşan nede jî dijminatiyê li ve nasname û çandê dike. Ji ber ku hebûna vê çandê ji xwe weke gefekê dibîne. Dewamiya çand û nasnameyekê tenê bi naverok û nîşaneya xwe ya polîtîk dikare pêk were. Hûn bi gotinên berxwedanê û polîtîk ên xurt dikarin hebûna çand, nasname û zimanê xwe yê qedexekirî misoger bikin. Govenda Kurdî jî niha gotin û sembola vê nasnameya berxwedanê ye. Em bi xurtkirina gotinê dikarin hebûna ziman û çanda xwe misoger bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li gelek navendan êrîşên li ser çanda Kurdî bi govendê hate şermezarkirin
Nûçeya Pişt re Jinek ji rengê serhildanê: Avaşîn Çirav
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya Swîsreyê ya ku ji Rojava vegeriya: Divê korîdoreke mirovî ya lezgîn ji bo Kobanê bê vekirin

Şandeya Swîsreyê ya ku li Rojava lêkolîn dikirin, vegeriya welatê xwe. Berdevka şandeyê Franziska Stier…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiyên nobetê didomin

Çalakiyên Nobetên Edaletê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatîn destpêkirin, li Edene,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ayşegul Dogan: Rêya azadiyê Îmralî ye

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di Newroza Cizîrê de axivî û got: “31’ê Adarê em…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

DYE zexta dîplomatîk li DCN dike: Banga vekişînê li hevalbendên xwe kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?